Target – Qamişlo
Wezîrê Karên Dervê yê Îranê, Hisên Emîr Ebdullehyan bi daxuyanîyekê ragihand ku li bara şerê Îsraîl û Hemasê, Amerîkayê di van /3/ rojên dawî de daxwaza agirbestê li wan kiriye.
Herwiha Ebdullehyan dîyar kir ku Amerîka derbarê rewşa Filistînê de ji wan ra peyam şandiye û wiha berdewam kir:
“Amerîkayê di van /3/ rojên dawî de ji me re peyam şand û dîyar kir ku ew agirbestê dixwazin û di vî warî de gavan diavêjin, lê di rastîyê de ew tenê piştgirîya komkujî û qirkirinê li Xezayê dikin.”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: “Em hêvîdar in ku Amerîka di demeka kin de siyaseta xwe biguherine û piştgirîya dagîrkeran neke.”
Hêjayî gotinê ye ku Hemasê di 7ê çiriya pêşîn de li hemberî Îsraîlê dest bi êrîşekê bi navê “Tofana Eqsayê” kiribû.
Di êrîşên Hemasê de zêdtirî /1.400/ Îsraîlî hatibûn kuştin ji wan /315/ leşker bûn.
Artêşa Îsraîlê jî li hemberî vê yekê li Xezeyê bi dijwarî dest bi bombebaranê kir.
Li gorî Artêşa Îsraîlê, herî kêm 240 Îsraîlî û welatîyên welatên din, ji alîyê çekdarên Hemasê ve wekî dîl hatine girtin.
Herwiha Artêşa Îsraîlê da zanîn ku ji 31ê çiriya pêşîn ve /30/ leşkerên Îsraîlê li Xezeyê hatine kuştin.
Li gorî Wezareta Tenduristîyê ya Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de /10.022/ filistînî hatine kuştin ji wan /4.104/ zarok in, /2.641/ jin in.