Hevdemî nêzîkbûna hilbijartinan.. operasyonên vegerandina koçberên sûrîyayî ji Tirkîyayê berdewam dikin

 

Bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredarîyê li Tirkîyayê, careka din dosyaya koçberên sûrîyayî li Tirkîyayê dibe rojev, ku hikûmet û opozîsyon hewl didin vê dosyayê berhênan bikin da ku destkeftîyan bi dest bixin.

Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan tekez kir ku hikûmeta Tirkîyayê bi sedan koçberên sûrîyayî bi neçarî vegerandine deverên Sûrîyayê yên dagîrkirî bi rêya dergehê Cerablus û Bab El-Selamayê. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku ewlekarîya Tirkîyayê besmeyên koçberan girtine da ku careka din venegerin hundirê Tirkîyayê û ew neçar kirin ku besmeya xwe li pelekê bidin ku di wê pelê de tekez dikin ku ev koçber xweber vegerîyaye.

Keysbazkirina koçberan da ku deskeftîyan bi dest bixin

Birêveberê birêxistina Kurdên Bêsînor, Kadar Pîrê bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re got: “Vegerandina koçberên sûrîyayî ji Tirkîyayê ber bi deverên bakurê Sûrîyayê, bi awayekî neçar pêk tê. Di vî alî de dewleta Tirkîyayê bi gelek alîyan tevgerê dike, destpêkê guhartina demografî li deverên dagîrkirî bi taybet li Efrîn, Girê Spî û Serê Kanîyê. A duyem jî Tirkîya hewl dide ji alozîya xwe y hundirîn xelas bibe ku rewşa aborî têk çûye û bêkarî belav bûye û rewşeka nefretê li gel kesê tirk çêbûye bi taybet li dij sûrîyayîyan, li tenişta ku sozên hilbijartinê pêk tîne, da ku bide xuyakirin ku heger ew hatin hilbijartin dê sozên xwe pêk bînin.”

Pîrê lê zêde dike û dibêje ku heger em bi awayekî rast vê mijarê bixwînin em ê bibînin ku Tirkîya ji qezencê ji mijara koçberan dibîne û wê dosyaya koçberan tev da da ku qezencê jê bibîne û pê fişarê li alîyên navdewletî bike û pereyên pir bo koçberan bistîne, ew pere jî bi tu awayî negihan koçberan, her wiha Tikîya behsa hejmarê mezin û nerast dikeku dibêje derdora /3/ milyon koçberên sûrîyayî li ser axa wê ye û naskirî ye ku derdora milyon û nîvê ji koçberên ku li Tirkîyayê xwe qeyd kirin niha li Ewropayê ne. Her wiha siyasetmedarên tirk behs dikin ku derdora milyonek koçber jî hatine vegerandin, nexwe li gor wê tu koçber li Tirkîyayê nemane.

Human Rights Watch

Birêxistina Human Rights Watchê di cotmeha sala borî da zelal kir ku hikûmeta Tirkîyayê bi hezarên sûrîyayîan desteser kirine û bi awayekî neçar vegerandine û li gor hin kesên ku bo bakurê Sûrîyayê hatibûn vegerandin ji birêxistinê re gotin ku ew li navendên vegerandin an jî li ser sînorê Sûrîyayê hatin neçarkirin da ku li ser pelan îmze bikin, her wiha wan dîtibû ku hin berpirsyaran li koçberên ku îmzekirin red dikirin, didan, bi vê yekê neçar diman ku îmze bikin.

Neteweyê Yekbûyî bo vegera koçberan giftûgoyê bi Şamê re dike

Di vê heyamê de, niwênerê samî yê Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarên Koçberan Filippo Grandi ber çend rojan li pêşber Encumana Ewlehîyê got ku Wekaleta Navneteweyî giftûgoyê bi Şamê re dike di rê li ber “vegera ewle” ya koçberên sûrîyayî vebe, her wiha got ku Şam dê garantîya mafên koçberan bike û wan biparêze, li tenişta ku divê koçber xizmetguzarîyên sereke û piştgirîya diravî bi dest bixin.

Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî bo Sûrîyayê, bi belge kir ku gelek rewşa hene koçberên sûrîyayî ji dewletên cîran vegerîyane bi taybet ji Libnanê, rastî desteserkirinê ji hêla hikûmeta Şamê ve hatine, her wiha hin wan daxwaza pereyan ji wan hatiye kirin da ku bên rizgarkirin. Her wiha gelek ji wan di nav de jî zarok, piştî ku ji hêla ewlekarîyê ve hatine desteserkirin, windayî ne. Komîteyê tekez kir ku çiqasî dever dûrî enîyên şer be jî ewlehî peyda nabe, ev yek jî dihêle ku vegera koçberan bi awayekî ewle dûrî rastîyê be.

 

 

 

 

 

You might also like