Kî dê dewletên rojavayî û dewletên cîranên Sûrîyayê biparêze?.. Raporeka almanî bi seba êrîşên Erdogan, hişyarîya vegera “DAIŞ”ê dide

Heta biha bertekên ku operasyonên Tirkîyayê yên li bakurê Sûrîyayê şermezar dikin, berdewam in, bi taybet ji ber ku ew êrîş hetirsîya jinûvevegera DAIŞê çêdike, ji ber ku ew êrîş Hêzên Sûrîyaya Demokratîk dikin armanc, ku roleka sereke di têkbirina DAIŞê de lîstine. Yek ji wan raporan di malpera toreya “Deutsche Welle”yê de hat. Raporê amaje bi wê yekê kir ku ew deverên bakurê Sûrîyayê gelek endamên DAIŞê lê girtî ne û di zindaninan de ne ku zehmet e bên parastin.

 

Mezintirîn zindana endamên DAIŞê li cîhanê

“Deutsche Welle” di rapora xwe de dibêje ku deverên bakurê Sûrîyayê, bi erdheja sibata borî vegerîya çarçoveya navdewletî, ew dever bala tu kesî nakşîne, tevî ku berî niha hêlîneka birêxistina DAIŞê bû û tevî ku ji hêla leşkerî ve hatiye têkbirin, lê birêxistin dikare ji heman deverê hêza xwe kom bike û ev yek dê birsgirêkên navdewletî çêke.

Paşê rapor li bara devera Birêveberîya Xwser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê “Rojava” diaxive, ku li wê deverê hêzên kurdî bi piştgirîyeka amerîkayî heta sala 2019an li dij DAIŞê şer kirin û ji wan bi hezaran hatin kuştin û birîndarkirin. Piştî ku birêxistin têk çû, ew dever bû cihê mezintirîn zindana endamên DAIŞê li cîhanê û mezintirîn kampên jinan û zarokên cîhadîstan lê ye, ku ji wan gelek jinên daişî ji welatên rojavayî ne û welatê wan ew venegerandine.

Rapora “Deutsche Welle”yê dibêje ku ev kamp û zindanên mezin, metirsîyeka hatina nifşekî yê cîhadîstan çêdike. Endama Fermandarîya Giştî ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, Newroz Ehmed dibêje ku DAIŞ ji hêla herêmî ve têk çûye, lê îdyolojî û birêxistina wê hê jî peyda ye, hê jî ew çalak in. Her wiha tekez kir ku hêzên “HSD”yê dikarin zindana ji derve de biparêzin lê ew nikarin ji hundir ve kontrol bikin û anî ziman ku ew mîna pîzota di bin xwelîyê de ne.

 

Tirkîya prsgirêkê aloztir dike

Rapora “Deutsche Welle”yê dibêje ku bi seba kiryarên serokê Tirkîyayê Receb Teyyib Erdogan, ku şerê kurdan li bakurê Sûrîyayê dike û wan wekî terorîst dibîne, birsgirêk aloztir dibe , ji ber ku bi awayekî berdewam bi dronan devera “Rojava”yê armanc dike û bi dehhezarên kurdan malên xwe ji dest dane û niha bi seba wan êrîşan di kampan de dijîn.

Toreya almanî rapora xwe bi pirsên cewherî bi dawî dike ku li bara gelo fermandarên kurd li bakurê Sûrîyayê dikarin xwe, dewletên cîran û dewletên rojavayî ji vegera DAIŞê di vê rewşê de biparêzin? Û gelo çi plan hene bo endamên DAIŞê û zarokên wan yên ku di kamp û zindanan de tên amadekirin da ku bibin endaminên tund û bêrehme?

Metirsî li ser salên li pêş hene

Li bara vê mijarê, lêkolînerê taybet bi karûbarê tevgerên tund, Ehmed Kamil Behrî ji Target Platformê re dibêje ku kampên daişîyan yê li bakurrojhilatê Sûrîyayê yên mîna Hol û rojê, bi awayekî giştî pirsgirêkeka mezin in û ne tenê pirsgirêka Hêzên Sûrîyaya Demokratîk e, lê belê ew ya tevaya cîhanê ye û bi taybet dewleên rojavayî.

Her wiha zelal kir ku kamp gelek endamên ku nasnameyên gelek deletan i wan re heye dihewîne, bi taybet nasnameyê dewletên erebî û yên din. Her wiha gelek zarok di wan kampan de hene ku nasnameya wan tuneye, ev zarok ne tenê niha metirsîya wan heye, lê belê di salên bê de dê metirsîya wan li ser tevaya cîhanê çêbibe.

Behrî got ku gelek derbeyên Tirkîyayê yên ku li ser axa Sûrîyayê pêk tên bo pêkanîna armancên hundirîn ên Tirkîyayê pêk tên. Ango êrîşên li dij Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û hin êlên ku di bin ala wê hêzê de ne bi bihaneya şerê li dij terorê, ku Enqera Hêzên Sûrîyaya Demokratîk wekî terorîst dibîne. Ev pirsgirêka Tirkîyayê ne tenê bi kurdan re ye, lê belê bi gelek deletên deverê û dewletên cîhanê re ye jî.

Lêkolînerê misrî yê tabet bi karûbarê tevgerên tund dibîne ku li bara şerê li dij terorê û dîtina HSDê wekî terorîst, tevlihevîyek di dîtina Tirkîyayê de heye. Ev yek rê li ber DAIŞê vedike ku ji nû re tevgera xwe nû bike. Her wiha êrîşên Tirkîyayê alîkarîyê bi endamên DAIŞê re dike da ku birevin, di heman demê de tekez dike ku çi êrîşeka Tirkîyayê li Sûrîyayê wekî destdirêjî li ser serokatîya dewleta Sûrîyayê tê dîtin.

You might also like