Projeyên dagîrkerane.. Tirkîya deverên bakurê Sûrîyayê yên dagîrkirî bi xendeq û sînoran vediqetîne

Tirkîya kolandina xendeqan û bilindkirina satirên axê li deverên dagîrkirî li bakurê Sûrîyayê berdewam dike, bi taybet li Efrînê ya li bakurrojavayê Sûrîyayê. Li gor birêxistinên mafnasîyê, Tirkîya vê yekê dike da ku van deveran cuda bike û hêdî hêdî, hevdemî kiryarên din ên mîna koçberekitrina xelkê wê yê resen û avakirina dagîrgehan da ku demografîya deverên biguhêre, tev li Tirkîyayê bike.

Serokê birêveberîya operasyonên ewlehîyê di Wezareta Parastinê ya Tirkîyayê de, Sîrkan Bîrcan li pêş parlementoya Tirkîyayê got ku wan /317/ km xendeq kolane û di planê da dê /657/ km di hundirê axa Sûrîyayê de bikolin, li tenişta avakirina “dîwarekî” bi dirêjahîya /74/ km di navbera Çemê Efrînê û Çemê Asîyê de.

Li gor malpera “CNN Turk”, Bîrcan amaje bi wê yekê kir ku dîwarê çementoyî yê di navbera Sûrîya û Tirkîyayê de ku /837/ km ye, bi dawî bû, li tenişta bicihkirina /85/ platformên çavdêrîkirinê yên modêrn û /119/ navendên leşkerî tên avakirin. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku rê li ber bêhtir ji /183.000/ koçberan hatiye girtin û ji wan /10.000/ hatine desteserkirin.

 

Peymana “Lozanê” û projeya “çaksazkirina rojhilatê”

Di vê çarçoveyê de, serokê Navenda Kurdî ya Lêkolînan, Newaf Xelîl dibêje: “Çaxa ku axaftin dibe li bara Tirkîyayê em nikarin li kiryarên wê binêrin bêyî ku em li dîroka wê vegerin û hişmendîya wê ya ku hikûmet bi wê tê birêvebirin. Ji çaxa Peymana Lozanê sala 1923yan û piştî erêkirina projeya “çaksazkirina rojhilatê” sala 1925an ku armanca wê tirkkirina bakurê Kurdistanê bû ku heta sala 1950yî tu kes li Amedê nebêje ez kurd im. Tevî ku ev piroje bi saya xwesteka kurdî, rewşa aborî û Şerê Cîhanê yê Duyem bi ser neket, lê nerawestîya û heta astekê li rojavayê Firatê bi ser ket, wekî Mereş, Meletî û deverên din, ew jî bi rêya kuştin, koçberkirin, pişavtin û kiryarinên din ku armanca wan guhartina demografîk be. Ev tev de li teişta tirkkirina navê bêhtir ji /12.000/ gund, bajar û bajarokên kurdî û rûxandina bêhtir ji /4.500/ gundên kurdan.”

 

Stratejîya tirkî

Xelîl bi axaftinekê ji Target Platformê re lê zêde dike û dibêje: “Di çarçoveya projeya “çaksazkrina rojhilatê” ku di rastîya xwe da armanca wê rûxandina rojhilatê bû, Tirkîya devera efrînê dike armanc. Her wiha herçar dewlet; Tirkîya, Îran, Iraq û Sûrîya nas dikin ku ev erdnîgarîya Kurdistanê ye, ji ber wê berçav e ku erdnîgarîya Kurdistanê li herşar dewletan dûrî geşedanê ye û edalet û maf lê kêmpeyda ne. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku Tirkîya dixwaze vê yekê li ser edê ferz bike ew jî rêya avakirina dîwarekî çementoyî û kolandina xendeqan, tevî ku bi belge yên tekez hatiye tekezkirin ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk heta sala 2018an, guleyek jî ber bi Tirkîyayê ve di sînorê wê yê fermî de neavêtine.”

Li gor serokê Navenda Kurdî ya Lêkolînan, Newaf Xelîl: “ Komîteya Lêkolînên Zanistî di parlementoya almanî de ya hevala Erdogan, di dema hikûmeta Angela Merkel de ya ku bi tundî parastina têkilîya bi hikûmeta Tirkîyayê re dikir û bi Yekîtîya Ewropayê parastina Tirkîyayê dikir da ku ceza li ser wê neyên ferzkirin, tekez kir ku tu belge tunene ku moşek ji bakurê Sûrîyayê ber bi Tirkîyayê ve hatine avêtin. Heta di ragihandina tirkî bi xwe de jî , ji ber wê bihaneyên bo êrîşa li ser Efrînê ne rast in.”

Kiryarên Tirkîyayê li deverên dagîrkirî li bakurê Sûrîyayê, ku bêdengîyeka navdewletî li hemberî wê heye, tekez dikin ku raporên ku alîyên mafî di nav da Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan, Birêxistina Efrînê ya Mafên Mirovan rastin, ku armancên Tirkîyayê li van deveran dagîrkirine û paşê dê mîna Îskenderonê tev li axa xwe bike. Her wiha guhartina demografî li deverê pêk tîne ku bi rêya vegerandina neçar a koçberên sûrîyayî ji Tirkîyayê û bicihkirina wan di malên kurdan de yên ku xelkê resen ên deverê ne.

You might also like