Bo têkbirina ewlehîyê.. komikên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê êrîşan li Dêra Zorê pêk tînin

Di demekê da ku cîhan bi şerê li Xezayê yê di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê de mijûl e û bi berdewamkirina êrîşên îsraîlî li dij deverên hikûmeta Şamê û avahîyên jîyangîr ên Sûrîyayê, di nav de balafirxaneyên navdewletî, ku ew jî wekî rengekî ji rengên nameyan e bo Îranê, hêzên hikûmeta Şamê komikên girêdayî xwe bi ser gundewarên Dêra Zorê de dişîne da ku êrîşan pêk bînin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk di daxuyanîyekê de got ku “nandozên” rêjîma Sûrîyayê û ewlekarîya girêdayî wê, bombebaran bi topavêjên giran û topên hawinê pêk anîne û êrîşek bi çekên doşkayê li dij gund û bajarokên Ebûherdûb, Zîban û Ebûhemamê pêk anîne ku di encama wê de pevçûn di navbera wan û HSDyê de rû da û /19/ nandoz hatin kuştin ku /6/ ji wan li Zîbanê û /13/ ji wan li ebûherdûbê hatin kuştin. Her wiha /3/ şervanên HSDyê û /4/ sivîlan jîyana xwe ji dest da û /10/ sivîlên din jî bi seba ketina topeka hawinê li ser malekê, birîndar bûn.

HSD red dike û soza wan dixwe

Daxuyanîya HSDyê zelal kir ku êrîşa di berbanga yekşemê de rû da, çekdar ji gundên Sibêhan, El-Diwêr û El-Meyadînê derketin ku li rijavayê Firatê ne û di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê de ne. Di ber bombebaran û topên hawinê re, çekdaran hewl da ku derbasî deverên Zîban, Ebûhemam û Ebûherdûbê bibin (rojhilatê Firatê) berî ku HSD di rûyê wan de raweste di encama wê de kuştîyên wan çêbûn û HSDyê dest danî ser gelek çek û cebilxaneyê.

Daxuyanîyê tekez kir ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk dê tu carî ji ser parastina ewlehî û seqemgîrîya deverê venegere û çi kesê ku hewl dide bi gurkirin û handana alîyên din, seqemgîrî, silametîya xelkê û deverê têk bibe, HSD dê di rûyê wan de be.

Afirandina tevlihevîyan da ku çav li ser alozîyan bê rahiştin

Analîzkar dibînin ku hikûmeta Şamê di vê demê de dixwaze bi afirandina fitne û tevlihevîyan hewl dide seqemgîrîya deverên bakur û rojhilatê Sûrîyayê têk bibe û çavan li ser têkçûna wê ya birêvbirina sazîyên dewletê ji hêla xizmetguzarî, aborî û siyasî ve û nekarîna wê ya bersivdayîna êrîşên Îsraîlê yên li ser axa Sûrîyayê ku bûye qada şandina nameyan di navbera gelek alîyan de ji wan Îran û Îsraîl, ku Îran jî li tenişta Rûsyayê kontrolê li rewşê dike û kêferatê li gor berjewendîyên xwe dimeşîne.

Li tenişta wê, analîzkar dibêjin ku hikûmeta Şamê û Îran hewl didin ku gelek cebheyan li Sûrîyayê bidin xuyakirin, bi taybet li pêş alîgirên wan ên xwedîyêm “tewereya liberxwedanê”, ew jî bo ku tev li şerê li Xezayê nebin. Analîzkar jî tekez dikin ku herdu alî û bi wan re jî Hizbulah ketine bin şermê ku tenê hewl didin baragehên Amerîkayê yên li Sûrîya û Iraqê bikin armanc ku ev yek jî tu bandorê li Îsraîlê nake.

Tiştê ku tekez dike ku Şam û Îran hewl didin seqemgîrîya deverê têk bibin ew e ku ragihandina wan dide xuyakirin ku kêferatek di navbera Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û êlên erebî de heye. Ev yek jî dûrî rasteqînîyê ye ku li gor HSDyê ew hin serekê Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî desteser dikin ji ber ku pinpêkirin derheqê sivîlan de pêk anîbûn, ev yek tevî bidawîbûna operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” û pêkanîna konferansekê li Dêra Zorê da ku li xwestekê xelkê guhdar bikin û li ser planekê kar bikin da ku hêla xizmetguzarî, siyasî û ewlehî li parêzgehê bi pêş bixin. Her wiha HSDyê biryara lêborîna kesên ku destwerdan di bûyerên Dêra Zorê de yên ber du mehan, da.

Şopîner dibînin ku hikûmeta Şamê, tevî ku di salên borî de serdestîya xwe li gelek deverên ku di destên komikên çekdar de bûn, vegerad, lê ew di aloztirîn demên xwe de derbas dibe. Ji ber ku Rûsya û Îranê ew bêbiryar hiştine û li başûrê welat xwepêşandan li dij wê hene û metirsî heye ku ji ber têkçûna aborî û jîyanî ev xwepêşandan berfireh bibin. Her wiha karîna wê tuneye ku bersiva êrîşên Îsraîlê bide, ji ber wê hewl dide çavan ji ser van alozîyan dagerîne û bide xuyakirin ku ew li cebheyên din şer dike û serkeftinan bi dest dixe, ji ber wê bombebaranê zêde dike û cebheyên bakurrojava li Idlib, Hema, Laziqîyê û Helebê gur dike, hevdemî ku komikên girêdayî xwe tevdigerîne da ku êrîşan li gundewarê Dêra Zorê yê rojhilatî pêk bîne û tevlihevîyê çêke.

You might also like