Careka din dosyaya penaberên sûrîyayî li Tirkîyayê dibe rojev. Hikûmet û opozîsyona Tirkîyayê kêferatê dikin da ku vê dosyayê berhênan bikin û bi rêya wê destkeftîyên sîyasî û hilbijartinî bi dest bixin, ew jî hevdemî nêzîkbûna hilbijartinên şaredarîyê ku dê di nîsana sala bê de pêk werin.
Piştî ku dosyaya vegerandin koçberên sûrîyayî siloganeka hilbijartinî bû ku partîyên siyasî li Tirkîyayê di dema hilbijartinên serokatî û parlementoyê hildidan, serokê CHPyê Kema Kilçdaroglu careka din vê dosyayê gur dike ku banavegerandina wan bo welatê wan dike û têkçûka aborî ya ku li Tirkîyayê rû daye dixe stûyê wan de, ku hin rapor û pispor tekez dikin ku ev têkçûn ji encama siyasetên “nerast”in ên serokê Tirkîyayê Receb Teyyib Erdogan û hikûmeta AKPyê û di serî de daxistina nirxê qezencê.
Bêjara neteweperest
Oglu, bi gotinekê di civîna konfransa giştî ya CHPyê de got ku AKPyê Tirkîya kiriye “embara koçberan” û da zanîn ku Tirîya /40/ milyar dolar di 2020î da li koçberên sûrîyayî xerc kiriye, dibe ku piştî wê /100/ milyar jî xerc kiribe, di demekê de ku Tirkîya li berhênanekê bi qasî /5/ milyar dolarî di nav hin dewletan de digere da ku xwe ji alozîya aborî rizgar bike.
Daxuyanîyên Kilçdaroglu piştî çend rojan ji daxuyanîyên mîna wê ya IYI partîyê hat, ku serokê wê Mîral Akşanar di çalakîyeka partîya xwe de li Ezmîrê got ku ew dê Ezmîrê ji koçberên sûrîyayî yên ku ji welatê xwe revîyane rizgar bike û şaredarîya Ezmîrê dê xizmet û alîkarîya wan neke û bang li wan kir ku ew herin Xezayê û şerê Îsraîlê bikin, bi gotineka sixêf got “ez ê kirêya rêya we heta Xezayê bidim”.
Lê kolînerê aşitî û çarekirina kêferatan Dr. Zara Salih bi daxuyanîyekê ji Target Platformê got ku: “Bêjara neteweperestî û nefretê bi hişmendîya tirkî ya piştî komara Ataturk ne tiştekî nû ye, ji ber ku dewleteka mîna Tirkîyayê îdyolojîyeka qirêj bi kar tîne ku tevahîya pêkhateyên din ên li Tirkîyayê, an jî cîranên xwe, tune dike, ji bere wê ne dûr e ku ev bêjar li dij koçberan gur bibe, ku serokê Tirkîyayê Receb Teyiib Erdogan û partîya wî AKP li ser vê rêyê dimeşe û pê hevrikîya partîyên opozîsyon dike. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku Tirkîya yek ji dewletên ku herî pirberhênan di dosyaya koçberan de kiriye, ew jî bi rêya gefxwarina vekirina sînor li pêş koçberan da ku berê xwe bidin Ewropayê, û li ser navê wan bi milyarên dolaran bi dest xist, ku tu tişt ji van pereyan negiha koçberan, lê berê diketin gencîneya dewletê.”
Dr. Salih lê zêde dike û dibêje: “Tirkîya bi keysbazkirina koçberan, peymanên navdewletî binpê dike, her wiha kiryarên wê yên li dij wan neqanûnî ne û qanûnên navneteweyî yên ku parastina koçberan dikin binpê dike, ku ew qanûn dibêjin ku heger şer li welatê koçberan hebe, ji mafê wan e ku bimînin. Her wiha bal kişan ser wê yekê ku di hilbijartinên borî de dosyaya koçberan hat keysbazkirin, ji ber wê, ji niha û heta hilbijartinên şaredarîyan ên bên dê hevrikî hebe li ser bêjara nefretê ya li dij sûrîyayîyan da ku destkeftîyên hilbijartinî bi dest bixin. Her wiha Erdogan projeyeka wî ya guhartina demografî li deverên kurdên Sûrîyayê heye, ji ber wê bêrawestan koçberan bi neçarî vedigerîne û hewl dide ne tenê milyonekî lê belê heger ji destê wî bê dê bêhitirî milyonek koçber li wan deveran bi cih bike.”
Planeka amadekirî bo vegerandina koçberan
Serokê Tirkîyayê Erdogan di tebaxa borî da avakirina “plana sêalî” ragihan ku ji Wezareta Hundirîn, AKP û girseya cîgiran pêk dihat da ku serperiştîyê li vegerandina sûrîyayîyan bo welatê wan bikin, her wiha bang kir ku Heleb tev li nexşerêyê bibe da ku bi sedhezarên koçberan vegerîne, ew jî di çarçoveya plana ku di sala borî de ew ragihandibû da ku bêhtir ji milyon koçberî begerîne bakurê Sûrîyayê yê dagîrkirî.
Berî wê Kiliçdaroglu berî hilbijartinên serokkomarîyê ragihand ku partîyên opozîsyonê planeka çarqonax çêdikin da ku koçberên sûrîyayî vegerînin welatê wan, tê de bi hikûmeta Şamê re rûnin û giftûgoyê pê re bikin da ku balyozxaneyan veke û bi hevahengîya artêşa Tirkîyayê bi hêzên hikûmeta Şamê û hêzên girêdayî Neteweyên Yekbûyî re, koçberan vegerînin welatê wan. Li tenişta avakirina dagîrgeh û malan bo wan ji hêla tirkan ve û bi fînansekirna Eekîtîya Ewropayê.
Li gor Dr. Zara Salih: “Rêjîm û opozîsyona Tirkîyayê îdyolojîya wan û danûstandina bi dozên gelên din re, mîna hev e, ku ji bilî tirkan tu alîyî napejirînin, ji be wê ne ecêb e ku her du alî li ser dosyaya koçberan kêferatê dikin, ev yek jî çarenûsa koçberan dixe metisîyê ku berdewan rûbirûyê lêdan, axaftinên krêt û vegerandina neçar dimînin, bêyî tu alî mafên wan biparêzin. Ji ber vê yekê, li Tirkîyayê dê roj bi roj bêjara nefretê li Tirkîyayê tundtir bibe, da ku bi hestên neteweperstî yên tirkan gur bikin, ji ber ku gelê tirk bo vê bêjara amade ye ew jî bi seba çanda komî ya tirkî.”
Di salên dawî de, koçberên sûrîyayî li Tirkîyayê rastî gelek tengezarîyan tên û di rûyê wan bêjara nefretê bilind dibe, her wiha operasyonên vegerandin li dij pêk tên, ew jî piştî ku ev deh sal in hikûmeta Tirkîyayê wan wekî alaveka tirsandinê bo Ewropayê bi kar tîne da ku destkeftîyên siyasî û pereyan bi dest bixe, ku raporinên mafnasî bibelge kirine ku bi dehhezaran koçber bo bakurê Sûrîyayê hatine veguhastin û di malên xelkê resen ên wan deveran ku hatine koçberkirin de û di dagîrgehên ku Tirkîyayê bi pereyên dewletên Kendavê ew ava kirine, hatine bicihkirin. Ev yek derî li pêş vegerandin neçar û binpêkirina mafên mirovan li hember koçberan vedike, ku kar li ser guhartina demografî tê kirin, di planekê de ku gelek birêxistinên mafên mirovan hişyarîya wê dan û gotin ku di Efrînê de bi hezaran hatine bicihkirin ku berê rêjeya kurdên resen li deverê berî dagîrkirinê %95 bû û niha piştî dagîrkirinê bûye derdora %30.