Şerê Xezayê.. di navbera tirsa Şamê û berjewendîyên Tehran û Moskoyê yên pêdexistina wê

Hevdemî êrîşa Hemasê; şaxê Ixwan El-Muslimîn li Xezayê, ya di 7ê cotmehê de li dij Îsraîlê pêk anî û di encama wê de derdor /1200/ îsraîlîyên leşker û sivîl hatin kuştin, gelek girêk pêda bûn ku zehmete werin vekirin.

Çaxa ku tê dîtin ku ew bertekeka xwezayî ye bo zordestîya ku giha gelê filistînî, lê hinan jî dît ku ev êrîş îmzeya îranê tê de heye. Ji ber wê tercîh pir dibin ku dê Amerîka rêya di navbera Sûrîya û Iraqê da bi rêya girêdana zevîyê El-Tenefê bi deverên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk re, bibire.

Hin nêrînên din dibêjin ku ew ji plankirina Moskoyê ye û pêkanîn ji Tehranê ye, ji ber ku ji berjewendîyên Rûsya û Îranê ye ku deberên tevlihevbikin. Rûsya ya ku xuya dike noqî şerê Ukraynayê bûye, pêwîstîya wê bi çareyên lezgîn heye, Îran jî serdestîya xwe di metirsîyê de dibîne û hewl dide destkeftîyên xwe yên ku li ser hesabê xweîna iraqî, sûrîyayî, libnanî û yemenîyan bi dest xistiye, biparêze, ji ber wê, tu dever wekî xezayê cîyawaz tunebû ku vê yekê pêk bîne.

El-Esed di metirsîyê de ye

Cebheyên Îranê ne tenê li Xezayê ne, ji ber Sûrîyaya cîran, ku li bakurrojhilatê Îsraîlê ye, ew jî yek ji alavên Îranê ye, ji ber wê pêkan e ku ew jî tev li şer bibe, vê yekê jî hişt ku berpirsyarê rajavayî û amerîkayî baldarîyê bidin û hişyarîya pêdexistina Sûrîyayê dan.

Jêderên rojnameyeka mezin gotin ku milîsên îranî li Sûrîyayê dest bi alîkarî û piştgirîya Hemasê kirine. Her wiha hin jêderên xwecihî ji rojnameya “El-Şerq El-Ewset”ê re di 9ê cotmehê de anîn ziman ku serekê milîsên Îranê yê girêdayî Pasdaran, dest bi têkilîyên giştî kirine, ew jî bi rêya navendên çandê li Dêra Zorê, da ku raya giştî gur bikin û piştgirîya Hemasê bikin, li tenişta ku derîyê xwebexşîyê vikin da ku şerê Îsraîlê bikin.

Di 10ê cotmehê de Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî hişyarî da hikûmeta Şamê ku derstwerdanê di vî şerî de neke û rê nede ku êrîş ji ser axa Sûrîyayê pêk bên. Malpera “Axios”ê ya amerîkaî ji jêdereka îmaratî wergirtibû got ku Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî berpirsyarên sûrîyayî hişyar kiriye ku derstwerdanê di şer de nekin û şer berfirehtir nekin.

Her wiha rojnameya “Yedioth Ahronoth”ê ya îsraîlî got ku Îsraîlê bu rêya Fransayê hişyarî da Hizbulaha Libnanê ku destwerdnê di şer de neke, ku herger Hizbulah destwerdanê bike, dê Îsraîl Şamê bike armanca xwe, mîna çawa ku “El-Dahîye” kir armanca xwe. Her wiha serokê Sûrîyayê û rêjîma wî dê di metirsîyê de bin.

 

Danûstandinên sûrîyayî-îranî

Lê pirsa girîng ew e, gelo çi qas serdestîya Şamê li ser wê maye, ku berdewam çekê îranê bo Sûrîyayê tên hawirdekirin tevî hişyarîyan, di encama wê de berteka wê armanckirina balafirgehên Şam û Helebê ye. Ev yek jî di 12ê cotmehê de pêk hat, ku Îsraîlê biryar da ku her du balafirgehan bike armanc  piştî ku hişyarî da Îranê ku destwerdanê di şerê Xezayê de neke.

Wê çaxê bombebarankirin hevdemî serdana wezîrê derve yê Îranê Hesen Emîr Ebdullehyan bû. Piştî bombebaranê neçarr ma ku berê xwe bide Beyrûtê, lê bombebaranê rê li ber wê negir ku Beşar El-Esed bibîne û bi hev re tekez bikin ku ew li tenişta gelê Filistînê û têkoşîna wan a li dij Îsraîlê ne.

Wezîrê derve yê Amerîkayê ji Qahîrayê bersiv da û bi hişyarî got: “Nabe ku tu kes agir gur bike.”

Îran Xezayê bi kar tîne

Li bara agahîyên borî û pêkanbûna tevlîbûna cebheya sûrîyayî li dij Îsraîlê, opozîsyên sûrîyayî Kemal El-Lebwanî bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re got: “Planeka Îranê ya tengezarkirina rojavayîyan heye, da ku wan ber bi xwe ve bikêşin û danûstandinê li bara dosyaya nuklerî bi wan re bikin û rê bidin Îranê ku vê dosyayê bigihîne ser û Tehran destê xwe deyne ser Sûrîya, Îraq û Libnanê.”

Li bara ku kê ev şer li Xezayê dest pê kir got: “Îranê Xeza bi kar anî, heger Xeza rojavayî ber bi giftûgoyê kişand, dê li Xezayê raweste, lê heger têra wê nekir, dê cibheya Sûrîyayê gur bike û heger cebheya Sûrîyayê têra wê nekir dê cebheya Libnanê gur bike, heger ew jî ne bes be dê milîsên iraqî tev lê bike û dest bi xebîyê li Urdinê bike.”

Li gor El-Libwanî: “Li gel Îranê gele pile hene, ew li ser rojava dimîne, gelo ka dê erê bike anî na. Li gor ku zelal e niha rojava naxwaze bi Îranê re giftûgoyê bike, lê tundîya êrîşa Xezayê, di nêvî re şkest piştî tawanên şer ên ku Îsraîlê pêk anîn, lê ew hê jî rij e ku berdewam bike.”

Rêjîma Sûrîyayê tirsonek û tirsîyayî ye

Opozîsyonê sûrîyayî bal kişand ser wê yekê ku şerê Îsraîlê divabû ku bi awayekî yekser bi Îranê re bûya û got: “Here dixwestin vê pirsgirêkê bi dawî bikin, pêwîst e li Îranê bidin, ango serekê Îranê û serekê Hizbulahê, bi vê çîrok bi dawî dibû.”

Lê li bara desthilata Sûrîyayê, El-Lebwanî dibîne ku tu tişt ji destên wê nayê û amaje pê kir ku: “Tekez, rêjîma Sûrîyayê tirsonek û tirsîyayî ye, lê biryara wê ne di destên wê de ye, kesê ku biryara destwerdana di şer Xezayê de bide ne dewleta Sûrîyayê ye, ne jî artêşa Sûrîyayê ye, lê belê milîsên xwecihî dê destwerdanê bikin û dê bibêjin ku ew filisînî ne û kesinên xwîngerm in û tu têkilîya rêjîmê bi wan re tuneye.” Tekez kir: “Ew plan dikin û kes li dora xwe kom kirine û amade ne, lê em nizanin dê kengî dest pê bikin.”

Şer ji plankirina istixbaratên Rûsyayê ye

Opozîsyonê sûrîyayî rola Rûsyayê di şerê Xezayê de paşguh nekir, ku bingehê şer vegeran seba rûsan û wiha zelal kir: “Mosko hewl dide ku nede xuyakirin ku ew ji vî şerî qezencê dibîne, ji ber ku ew dixwaze Amreîkayê mijûl bike û berê wê ji Ukraynayê biguhêre, her wiha dixwaze Amerîka qels li pêş ereban bide xuyakirin da ku ereb xwe lê bigirin.”

Berdewam dike: “Mosko qezencê dibîne, lê ew dê têkilîya xwe bi Nitinyahê re neke qurbanîya vê yekê, bi ku Îsraîl piştgirîya Ukraynayê neke, çi tiştê ku li deverê rû dide ji planên , mixaberatên Rûsyayê ye û di berjewendîyên wê de ye.”

Opozîsyonê sûrîyayî gotina bi Target Platformê re wiha bi dawî kir: “Heger Sûrîya tev li şer bibe, encama dê ne rûxandina wê be, ji ber ku Îsraîl naxwaze rêjîm bikeve, lê belê Îsraîl dê parçeyekî ji başûrê Sûrîyayê tev li xwe bike û em dê rojeka din wî parçeyî nebînin. Her wiha bo Îsraîlê dê derfetek be da ku xaka Sûrîyayê desteser bike, ji bilî zîyanên madî yên ku dê çêbibin.”

Di navbera Mosko, Tehran, Şam, Enqera û  El-Dahîye El-Cinûbîye û Şerê Xezayê de, dîyar eku berjewendîyên wan di şer de hene, tevî ku kesên jê qezencê dibînin ne li hev in, ji hêla din ve berjewendîyên wan di aştîyê de tunene, ji bilî gelên ku rêjîm wan îşkence dikin.

You might also like