Li Îranê /62/ meh zindan li mamostayeka zimanê kurdî hat birrîn

Target – Qamişlo

Mamostaya zimanê kurdî Mujgan Kawûsî îroj li ser medyaya civakî ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê /62/ meh zindan li wê birrî.

Dadgeha Îranê, bi tawanên wekî “xerabkirina ewlehîya welat” /39/ meh, “nerêzî li rêberê Komara Îslamî ya Îranê” /15/ meh û “propagandaya li dij hikûmetê” /8/ meh, bi tevahî 62 meh ceza li Mujgan Kawûsîyê birrî.

Mamostaya kurdîyê, Mujgan Kawûsî berî niha jî bi heman tawanan hatibû cezakirin.

Mamosteya zimanê kurdî, lêkolîner, nivîskar û çalakvana kurd Mujgan Kawûsî, ji bajarê Kelardeştê yê parêzgeha Mazenderanê ye û di xwepêşandanên sala 2019an de hatibû girtin û /76/ meh cezayê zindanê lê hatibû birrîn.

Di destpêka sala 2022yan de, piştî ku /3/ milyar tumenên îranî wekî kefaret da, hat berdan û dubare di Îlona 2022yan da li mala xwe ya li Mazenderanê hat desteserkirin.

You might also like