Ê dûr û nêzîk dizanin ku gelê kurd li Sûrîyayê, bi gelemperî misilman e ango bi piranî bawerîya wî bi ola îslamê tê, li kêleka ku hin bawermendên olên din jî hene, lê li beramber kesên bawerîya bi îslamê dikin, hejmara wan kêm e.
Lê belê ev yek bi kêrî kurdan nehat ku wan bi gawirtî û xwedênenasîyê nîşan didin qene dagîrkirina herêmên wan û destdirêjîya li gelê wan herêman rewa bikin. Ê serkêşîya vê yekê kir jî ragihandina opozsyona sûrîyayî bû, çendîn navê şeytanîyê û taybetmendîyên lewitî ku kuştina kurdan rewa dikin û mal, erd û her tiştên girêdayî wan helal dikin, li wan bar kirin.
Dibe ku tişta li Efrînê qewimî ji çaxa dagîrkirina wê di adara 2018an ve, delîlekî zelal li ser hişmendîya tundirew û terorîst ku opozsyona sûrîyayî bi rê ve dibe ku ji hêla Enqereyê tê birêvebirin ku bê guman heta ji destê wê tê hewl dide kurdan di warê çandî, zimanî, aborî, jîngehî û heta fîzîkî qir bike.
Qirkirina çandî..kurdîtî li ber sekeratê ye
Helbet fişara medyayî ku xelkê Efrînê li bara dagîrkerîya Tirkîyayê û mîlîsên opozsyona sûrîyayî çêkir, destê wê di sivikkirina binpêkirinên berfireh ku Tirkîya û amûrên wê yên sûrîyayî pêk dianîn hebû, tevî ku hê jî berdewam dikin.
Lê belê qirkirina çandî û zimanî ku hê jî bi lez û bez pêk tê, ji bo wê jî hemû derfet enrejî tên bikaranîn qene nasnameya herêma vekirî û lîberalîzima xwe tê nasîn, mînak ku bi rengekî wekhev li jinê dinêre, îcar bi nêrîneka kêm ku ji hebûna wê kûm dike û dihêle ku bibe dîla zilamdariyeka zalim ku li jêr olê veşartiye, tê veguhertin.
Lê ziman jî di koşeyeka bi tenê de li ber sekeratê ye, bêyî ku kesekî bibîne milê wê ditepîne. Zimanê Kurdî pir hatiye tengkirin, piştî ku di heyama Birêveberîya Xweser de ji sala 2014-2018yan, zimanê fêrkirinê li dibistanên Efrînê bû, zimanê resen ê zarokên Efrînê bû.
Tirkan hişt ku zimanê wan ê dûrî xelkê herêmê yê resen e li kêleka zimanê Erebî, bibe zimanê fermî yê perwerdeyê. Lê belê kurdî kir ê duyem û tenê bi wane yan du waneyan di hefteyekê de ew sînodar kir. Lê heger Tirkîyayê miradê xwe bi cih bîne û Efrînê tev li xwe bike û Sûrîyayê parçe bike, bê bi demê re were rakirin.
Tundirewîya olî bi rêya perwerdeyê
Di çarçoveya hewldanên wê yên vesazkirina hişmendîyê li herêma kurdî ya li bakurrojavayê Sûrîyayê, Tirk wekî armanceka stratejîk a demdirêj li ser belavkirina hizirê ixwanî li Efrînê dixebitin. Bê westan dixebitin qene hişê zarok û xwendekaran bo çand û mîrateyeka nû ya li ser bingehê tunidrewî, mandele, cudahîya etnîkî û olî û wekî dijmin lê binêre, ji nû ve perwerde bike.
Di çarçoveya vê yekê de, îroroj li Efrînê dibistanên mezin ên olî, bi hejmareka mezin tên dîtin. Xwendekaran dikişînin û perwerdeya olî bi wan şêrîn dike. Şopîner nikare ji bilî wê yekê bibîne ku encamên ji wan sazî û desteyên olî derkevin, dê ji opozsyona sûrîyayî û çekdarên wê ne çêtir be. Wekî mînakeka berçav li bara siberoja ku li benda derçûyên wan in, siyasetmedarên di nav wan de, bi temamî girêdayî birîyara Tirkîyayê ne, çekdarên di nav wan de jî bûne peyayên ku Enqere wan dilivîne qene bi destê wan li her cihî, li her kesê dixwaze bide.
Lewma, nayê pêşbînkirin ku dibistanên olî li Efrînê tevî cihêrengîya navên wan û piştgirên wan, encameka baştir hilberîne. Sûrîyayî, heta yên li herêmên bakurrojavayê welêt ku ji hêla Tirkîyayê tên birêvebirin baş dizanin ku armancên Tirkîyayê ew in ku hebûna siyasî û leşkerî ya kurdan bi dawî bike û di ware civakî de parçe bike, qene rojekê ji rojan navnîşaneka wan çênebe, ji bilî vê yekê dirûşmeyên berevanîya di ber sûrîyayîyan de an piştgirîya wan biike, tenê gotinên vala ne.
Kerîyek alîkarîya rejîma Tirkîyayê dike
Bi axaftina li ser dibistanên olî li Efrînê, wer xuyaye bi dehên dibistanên ku ji hêla Tirkîyayê ve hatine vekirin têrê nake îcar dibistaneka Pakistanî gihaşt wê derê qene piştgirîya xuşkên xwe yên tirkîyayî bi sazkirina hişmendîya çandî û civakî li Efrînê, li gor dîtin û berspektîvên Enqereyê, bike.
Birêxistina (Sêlanî ya Pakistanî) serê vê çirîya pêşîn dibistaneka olî li navçeya Racoyê vekir û çalakvanan piştrast kir ku ew ji bo fêrkirina ideolojîya Iwan El-Musilmîn û Islama tundirew e.
Li bara hewldanên Tirkîyayê yên keysbazkirina olê bo pêkanîna projeyên xwe yên berfirehkirinê, Dr. Mihemed Hebeş ku ew doktorekî sûrîyayî di beşê mafnasîya islamî de ye û li zanîngeha Ebû Debîyê waneyan dide, di hevpeyevîneka taybet li Target Platformê de got ku “rejîma Tirkîyayê layîkîtîyê himbêz dike û hin sazîyên xurt hene qene çavdêrîya arasteya layîkîtîyê li Tirkîyayê bikin û tu hikumet nikare layîkîtîyê red bike.”
Wiha lê zêde kir: “Lê belê miaxbin tişta ku çêdibe ew e ku rejîma Tirkîyayî ya aniha li kerîyekî digere da ku armancên xwe yên ne qebûlkirina mafên jîyanê û birêxistinkirina karûbarên gelê Kurd, û her wiha mafên wî yê sazkirina Birêveberîyeka Xweser aram di hindirê Sûrîyayê de, pêk bîne”
Dr.Hebeş berdewam dike: “Lewra ew li kerîyekî digere da ku armancên wî bi cih bîne û mixabin ev kerîyê han bi rêya sorkirina hestên olî û xurtkirina arasteya selefî peyda kir, çimkî ev araste ne tenê li dijî rewşa kurdî ye, lê belê ew dijminê her rewşeka azadîyê ye, ew amade ye ku heta dawîyê li gor kêfa leşkerê tirkîyayî biçe, li beramber ku çekê û hin destkefîyan bo berdewamkirina şerê xwe li her derê, bi dest bixe.”
Dr. Hebeş piştrast kir ku ew kerîyê han “nikare bi kesekî re li hev bê, çimkî dîtina wî ya tartî ya berê heye ku dewleta nûjen red dike û dibîne ku tevgera kurd, tevgereka ber bi pêkanîna feraseta wan a Şerîetê naçe, lewra ev tevgereka gawir e. Mixabin, ev kes û komikên olî gelek caran têne teşwîqkirin ku kîn û nefretê li dij hemwelatiyên xwe bikin ku gerek e rêyên hevkarî û hevgirtinê bi wan re peyda bikin.”
Pirsgirêk bi zarokên welat re ye
Li ser vekirina dibistana olî li Efrînê ji aliyê rêxistina Pakistanî ve Dr. Mihemed Hebeş got: “Ez hez nakim ku pirsgirêkê bavêjim ser dijminên veşartî ku ji asyonên dûr hatine, pirsgirêk ne komekea turkistanî yan pakistanî ya îgorî ye, pirsgirêk bi zarokên welatê me re ye ku kînê belav dikin û xelkê dikin gawir.”
Berdewam dike: “Mixabin, birêveberîya tirkîyayî bi rengekî sûdmendî bi wan re tev digere, tevî ku ew rikeberên tund li beramber layîkîtîyê ne, ango ew bi temamî layîktî û gawirtîyê bi hev re dikin yek, tevî vê yekê jî rejîma tirkîyayî rêyek dît ku bi wan re tev bigere, li wir pêwendîyeka xizmetkarîyê heye, ango ew xizmeta projeya tirkîyayî dikin, li beramber ku birêveberîya tirkîyayî hinek qezencîyan bo wan peyda bike.”
Ew piştrat dike: “Ez pêşbînî nakim ku pirsgirêk derveyî ye, ew tam di navbera hikûmeta Tirkîyayê û ev baskê ji zarokên Sûrîyayê ku gerek bû li ser zanebûn, hezkirin, hevkarî, piştgirî, hevgirtin, welatparêzî û hest bi zarokên yek welatî mezin bûbana.”
Mixabîniya bi vê gotinê nîşan dide: “Lê belê projeyên ideolojî di ser projeyên niştîmanî re digirin û di navbera alîyên bi nakok de diçin û tên, ew ji hêlekê ve şerê vîna azadîyê li Sûrîyayê dikin, çimkî xwedî arasteyeka layîkîtîyê ye, lê belê îbadeta birêveberîya Tirkîyayê dikin ku xwedî arasteyeka layîktîyê ye û ev rast nabe, çimkî prensîb miaxbin di pileya dehan de ne û berjwendî di pileya yekem de ne.”
Şûrekî dudevî
Li bara fêrkirina olî ku li herêmên sûrîyayî yên li jêr destê Tirkîyayê û komikên opozsyona sûrîyayî de ne, doktorê mafnasîya islamî di zanîngeha Ebû Debîyê dibîne ku “fêrkirina olî şûrekî dudevî ye, ew dikare başî, exlaq û zanebûnê belav bike û dikare jî mixabin bo kîn û tundîyê bê bikaranîn.”
Hevpeyevîna xwe bi Targetê re bi van gotinan bi dawî kir: “Ez pêşbînî dikim ku piştgirîya şepêlên islamî yên ronakbîr ku Islamê wekî rewşeka niştîmanî, exlaqî û civakî dibînin tê xwestin ku di ûyê her hizireka ideolojî mezhebî yan herêmî yan jî hizbî ku alîyê din red dike, xiyanetê lê bar dike, û destdirêjîyê lê dike, bisekine. Pirsgirêke ne hebûna oldarîyê ye, lê belê pirsgirêk ew ku ev oldarî bo berjwendîyên sîyasî tê keysbazkirin û bikaranîn.”
Li gor rewşa heyî ya li Sûrîyayê, tiştê teqez ew e ku hewldanên Tirkîyayê çi li Efrînê yan jî li tevahîya bakurrojavayê welêt, dê tundirewî û înkarkirineka li jêr navê olê veşartî bêtir bike. Sedema wê jî sistkirina navdewletî ye û hewldaneka vî û wî alî ye bo razîkirina Enereqyê û wê wekî hevalbend biparêze, tevî ku Enqere ji bilî yên ku qezencî û berjwendîyan jê re pêşkêş dike, xwe hevalbend nabîne.”