Target – Qamişlo
Hevserokê Gerînendeya Têkilîyên Derve ya Birêveberîya Xweser, Bedran Çiya Kurd li bara armanckirna nexweşxaneya El-Ehlîyê li Xezayê li ser “X”ê (Twittera berê) xemgînîya xwe anî ziman.
Çiya Kurd got ku “armanckirina nexweşxaneya El-Ehlîyê li Xezayê tawaneka şer e û em bo qurbanîyan pir xemgîn in”
Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku perpirsyarîya xwe li hember vê tundîyê hilgire, ku di heman çarçoveyê da li bakurrojhilatê Sûrîyayê rêjîma Tirkîyayê zemîn û sivîlan armanc dike.
Di dawîya twitta xwe de Çiya Kurd anî ziman ku armanckirina Tirkîyayê ji deverên jîyangîr re da ku sivîlan ji pêdawîstîyên jîyanê bêpar bike, tawaneka şer e û pêwîst e kesên ku pê rabûne werin darizandin. Her wiha bang li hemû alîyan kir ku gîyalogê bi kar bînin.