Berhênana krîzan.. Erdogan bambebarana Xezayê şermezar dike û zemîna bakurrojhilatê Sûrîyayê armanc dike

Daxuyanîyên serokê Tirkîyayê Receb Teyyib Erdogan yên dawîyê yên li bara rewabûna armanckirina zemîna Xezayê ji hêla Îsraîlê ve, careka din hewldanên xwe bi bîra me xist, ku di /20/ salên borî de berhênan bi doza Filistînê kir da ku destkeftîyên siyasî yên hundirîn û derve bi dest bixe. Ew bi rêya ku xwe bide nîşankirin ku ew mafê mislimanan diparêze.

Çarşema borî, Erdogan bi daxuyanîyên ragihandinî gotibû ku çi şerê pala xwe bide qutkirina av, kehrebe, rê û rûxandinê navê wê “komkujî”ye. bi vê axaftinê amaje bi bombebarana Îsraîlê ya li Xezayê dikir, ku Tilebîbê ragihand ku wê madeyên jîyanî li ser wê qut  kiriye. Ev gotin hevdemî armanckirina deverên jîyangîr û sazîyên zemîna bakurrojhilatê Sûrîyayê bi dron, balafirên şer û topavêjan, hatin. Ku ji 4ê çirîya pêşîn ve berdewam dikir.

Gerînendeya Têkilyên Derve ya Birêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bi daxuyanîyekê got ku bi berdewamkirina êrîşên Tikîyayê li dij gelên deverê, sazî û zemîna wê, her wiha sivîlan jî, Erdogan derdikeve û bi awayekî dûrî rastîyê û bi axaftinên vala dûrî rastbêjîyê diaxive, ew jî di çarçoveya hewldanên wî yê berhênana bûyeran de ye, bi armanca ku siyaseta xwe ya hundirîn binixumîne. Her wiha lê zêde kir ku axaftinên wî yên ku raya giştî dixapînin û derewên wî yên siyasî, belgeya têkçûna wî ya siyasî ye û hewldana berhênana hestên erebî îslamî ye da ku berjewendîyên xwe û partîya xwe pêk bîne.

Tawanên Tirkîyayê li bakurê Sûrîyayê

Li gor daxuyanîya gerînendeyê, daxiyanîyên Erdogan yên li bara qutkirina kehrebeyê û rewşa mirovî li Xezayê nîfaqeka berçav e û xwe şermezar dike, ji ber ku ew kiryarên ji wuha kirêttir dike li deverên bakur û rojhilatê Sûrîyayê, gerînendeyê bang dikir ku hesabdîtineka navdewletî li bara komkujîyên ku pêk tînê bê li darxistin û tawankar bo dadwerîyê werin radestkirin, mîna çawa ku Dadgeha Navdewletî derheqê serokê Yûgslafîyayê yê ber Slobodan Mîlosîvîç, kir, ji ber komkujî û tawanên dijmirovane li şer Bosna, Xirvatistan û Kosovoyê pêk anîn.

Her wiha Gerînendeya Têkilîyên Derve bang li sazîyên mafî, mirovî yê navneteweyî û komîteyên lêpirsînê kir ku lêpirsîneka zelal û bêalî li bara komkujî û binpêkirinên Tirkîyayê yên li dij gelên bakur û rojhilatê Sûrîyayê vekin, her wiha amaje bi wê yekê kir ku kiryarên Tirkîyayê yên dagîrkirina bakurê Sûrîyayê, guhartina demografî û piştgirîya terorê, tawanên şer in.

Guherîn û berhênana krîzan

Nivîskar û lêkolînerê siyasî, Hisên Umer bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re got: “Erdogan berhênana her tiştî dike, ev ne cara yekem e ku ew berhênana doza Filistînê dike çaxa ku alîyek ji alîyên wan êrîş dike. Mînaka vê yekê ew tiştê ku li konfransa “Davos”ê ber çend salan kir, wê çaxê navê li nav ereban, misliman û filistînîyan xurt bû, ji ber ku rewşeka derewîn afirand û ereb, misliman û filistînî dan bawerkirin ku ew doza filistînî diparêze. Piştî wê bûyerê jî, têkilîyên wî bi Îsraîlê re, bi taybet ên aborî qut nebûn, heta piştî kişandina balyozê xwe ji Îsraîlê jî, wê çaxê têkilyên aborî hêdî hêdî bilindtir bûn.”

Umer lê zêde dike: “Çaxa ku krîza aborî li Tirkîyayê rû da, pêwîstîya Erdogan çêbû ku vê siyasetê biguhêre û dest bi vegera têkilîyên bi Îsraîlê re kir û têkilîyên xwe bi filistînîyan re sivik kir, heta ku serekên Hema û El-Cîhad EL-Îslamî ji Tirkîyayê hatin qewirandin. Lê piştî ku bûyerên vê dawîyê rû dan û ji bo di vê dozê de berhênanê bike, dest bi gelek daxuyanîyan kir, da ku xuya bike ku ew parastina filistînîyan dike, lê heta vê kêlîyê tu alîkarîya Tirkîyayê negihaye wan, ku Xeza niha rastî komkujîyê tê û Hemas di rewşeka aloz de ye, ji hêlekê ve Erdogan banga aramîyê dike û ji hêleka din ve bi îsraîlîyan re diaxive û heta niha balyozê xwe venekişandiye. Tiştê ku Erdogan ji vî şerî dixwaze ew e ku wêneyên xwe yê bi çavê ereban têkçûyî ye, piştî vegerandina têkilîyên bi Îsraîlê, hikûmeta Sûrîyayê û Îranê re, vegerîne.”

Daxuyanîyên Erdogan di demekê de tên ku hê jî balafirên şer, dron û topavêjên Tirîyayê zemîna bakur û rojhilatê Sûrîyayê bombebaran dikin, di nav wan de stasyonên kehrebe û avê û zevîyê petrolê di nav  wan de stasyona gazê ya Siwêdîkê û stasyona kehrebeyê ya Siwêdîkê li gundewarên Dêrikê ku piranîya deverê bi kehrebe dike û li bara vê mijarê bêdengîyeka navdewletî heye.

Li gor Umer, nezelalîyek di helwesta hevkarên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk  de heye û Amerîka karîna wê heye k êrîşên Tirkîyayê yên li dij bakur û rojhilatê Sûrîyayê rawestîne, tu hêz ji bilî wê tuneye, ji ber ku ew hevalbendê stratejî û hevkarê Tirkîyayê yê NATOyê ye, ji ber wê ne pêkan e ku Erdogna van êrîşan pêk bîne bêyî rol an helweseka Amerîkayê tê de tunebe. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku Erdogan dibîne ku heger Amerîka di rûyê wî de nesekinê dê bandora wê li raya giştî ya cîhanî tunebe, ji ber ku mijar ji Rûsyayê re ne girîng e û dibîne ku HSD hevkara Amerîkayê ye, her wiha Îran û rêjîma Sûrîyayê jî mîna wê ne. Ereb ji naxwazin destwerdanê di vê tevlihevîyê de bikin, ji ber wê dirûtî li ser bingehê bêdengîya Amerîkayê hatiye avakirin.

Her wih tekez dike ku rêjîma Tirkîyayê ya ku kurdan li bakur û rojhilatê Sûrîyayê dikuje û bêhtir ji deh salan e axa Sûrîyayê dagîr kiriye, girîyê xwe li ser alîyên din tîne. Her wiha dibêje ku heger Amerîka û Rûsya li hember tawanên Tirkîyayê yên li bakur û rojhilatê Sûrîyayê  ne bêdenbana, dê tu tevgera Tirkîyayê tuneba, ji ber ku ne hêz be tu kes wê venagerîne, mebest jê ne hêza leşkereî ye, lê berê helwesta dîplomasî ya Amerîkayê. Lê ev yek pêk nehat û ev jî şikê di rastîya piştgirîya Amerîkayê ji HSDyê de çêdike.

Amajeyê bi wê yekê dike ku Amerîka rê dide Erdogan da ku êrîş bike, daxuyanîyên Amerîkayê di dema êrîşan de vê yekê didin xuyakirin, berî ku êrîş pêk bên agahî li gel Washingtonê hene. Li gor wê pêkan e ku hevdemî şerê di navber Îsraîl û Hemasê da pêla êrîşan bilindtir bibe û dê hewl bide zemîn û deverên HSDyê armanc bike, ne dûr e jî ku êrîşeka bejayî pêk bîne, Amerîka jî dê tu tiştî neke, dibe ku xwe vekişîne yan jî di hin deveran de bimîne. Her wiha piştî bûyerên Dêra Zorê hêza Amerîkayê li deverê ne di asta berê de ye, ez bi şik im ku destê Amerîkayê di wan bûyeran de hebû, tevî ku piştgirîya wan ji alîyên din bûn jî, lê Washington roleka neyînî lîst û bi seba wê gelek kesan berê xwe da wan hêzan da ku tev li wan bibin, ku wan digot dê Hevpeymana Navdewletî piştgirîya wan bike, ji ber ku helwesta wl nezelal bû.

Hêjayî gotinê ye ku Erdogan berî çend mehan têkilîyên xwe bi Îsraîlê re vegerand û serokê Îsraîlê Ishaq Hirstog serdana Enqerayê kir û balyoz hatin dayîn, her wiha Erdogan bang kir ku serekên tegera Hemas û El-Cîhadê kir ku ji Tirkîyayê derkevin, ji bo ku Tilebîbê razî bike. Ew jî piştî ku di sala 2016an de got ku pêwîstîya Îsraîlê bi welatekî mîna Tirkîyayê heye û divê em jî vê rastîyê erê bikin ku pêwîstîya me jî bi Îsraîlê heye.

You might also like