Senatorekî Awistralyayê bang li cîhanê dike ku bi şerê Xezayê mijûl nebin û tawanên Erdogan ên li bakurê Sûrîyayê ji bîr nekin
Endamê Senatoya Awistralyayê yê Partîya Kesk, David Shoebridge daxuyanîyek da ku tê da hestên xwe yê bêzarîyê li bara êrîşên leşkerî yên berdewam yên hikûmeta Tirkîyayê, anî ziman. Her wiha li bara binpêkirinên mafên mirovan li dij gelê kurd û civakên ku li deverên Birêveberîya Xweser li bakurrojhilatê Sûrîyayê dijîn. Shoebridge di daxuyanîya xwe da bang li cîhanê kir ku bi şerê Xezayê mijûl nebin û tawanên ku hikûmeta Tirkîyayê li ser axa Sûrîyayê pêk tîne, paşguh nekin.
Rexneyên navdewletî li bara êrîşên Tirkîyayê yên ku ji 4ê çirîya pêşîn ve li ser bakurrojhilatê Sûrîyayê pêk tên, pir dibin. Ku êrîşên ku pêk hatin gelek deverên sivîl yên ku li gor qanûnê navdewetî qedexe ne bên armanckirin, hatin armanckirin, her wiha ew operasyonên Tirkîyayê yên dijminane binpêkirinên eşkere ne ji mafên mirovan re, ku sivîl, zarok û jinan dikuje û gundên ewle, stasyonên avê, enerjî her wiha embarên genim armanc dike.
Amanckirina sivîl û stasyonên bingehîn
Endamê Senatoya Awistralyayê, David Shoebridge behsa hin raporan kir, ku ew rapor li bara armanckirna sivîl, stasyonên bingehîn, zemîn, tê de jî nexweşxane, dibisrtan û cihên sivîl û stasyonên enerjî, mizgeft û kampên koçbern e û ew rewş wekî “pir xemgîn” enî ziman, her wiha ev êrîê şermezar kirin.
Her wiha Shoebridge bêzarîya xwe anî ziman ku hikûmeta Tirkîyayê bûyerên Filistîn û Îsraîlê bi kar tîne da ku berjewendîyên xwe yên taybet xurt bike û êrîşan li dij gelê kurd pêk bîne. Ji ber ku raya giştî berê wê li kêferata Filistîn û Îsraîlê ye, wî got ku ew dixwaze bide zelalkirin ku binpêkirinên Tirkîyayê yên li dij gelê kurd nabe wiha derbas bibin. Her wiha bang li Tirkîyayê kir ku êrîşan bi awayekî lezgîn rawestîne.
Ji şemîya borî ve Îsraîl derbeyên berfireh ku bi sedan kuştî çêbûne, pêk tîne, ew jî ji ber êrîşeka tund a Tevgera Hemasê ya filistînî. Di cih de serokê Tirkîyayê Receb Teyyib Erdogan rexneyên berfireh li “Tilebîb”ê kir û jê xwest ku tawanên ku ew pêk tîne û binpêkirinên mafên mirovan rawestîne, di heman dema ku wî operasyonên xwe li bakurê Sûrîya û Iraqê pêk dianî û kuştin û rûxandin dikir bêyî ku li mafên mirovan binêre, mafên ku ew behsa wan dike, lê belê êrîşên wî mizgeft jî armanc kirin.
Davide Shoebridge yê ku wekî berdevkê fermî yê Wezareta Edaletê li New South Walesê jî kar dike, got ku divê civaka navdewletî êrîşên Tirkîyayê şermezar bike û hesab jê bixwaze bo binpêkirinên mafên mirovan û tawanên şer ên ku li dij gelê kurd pêk anîne, lê zêde dike: “Îroj û her roj li tenişta gelê kurd im, ez bang li hikûmeta Awistralyayê dikim ku hevkarîya xwe ya bi Amerîkayê re bi kar bîne da ku bi rêya têkilîyên dîplomasî yên bi Tirkîyayê re meselyê deynin ser maseyê û daxwaza bidawîkirina êrîşan bikin.”
Helwesta civaka navdewletî ne zelal e
Tevî vê daxuyanîyê, Dr. Eymen Semîr ê pisporê têkilîyên navdewletî, li bara helwesta navdewletî û bi taybet Amerîka li hember êrîşên Tirkîyayê ne geşbîn bû. Ew dibîne ku Enqera bi rêklama parastina ewlehîya neteweyî bi ser ket, her wiha ew têkilîyên xwe yên bi Amerîka û dewletên NATO û Ewropayê re bi kar tîne ji bo ku êrîşên xwe yên li bakurê Sûrîya û Iraqê yên li dij kurdan, binixumîne.
“Semîr” bi rêya telefonê ji Target Platformê got ku rêjîma Tirkîyayê her kesî wekhev dibîne û kurdan wekî terorîst dibîne, di heman demê de hin gel hene nema li gor vê nêrîna Tirkîyayê li kurdan dinêrin ku Tirkîya wan wekî terorîst dibîne, lê belê ew niha tê de digihêjin ku gelekî kurd heye û xwedîmaf e.
Teror û ewlehîya neteweyî bihaneya Tirkîyayê ye
Pisporê têkilîyên navdewletî dibîne ku Tirkîya xwedêgiravî “terorê” bi kar tîne û dê hîn jî vê bihaneyê bi kar bîne da ku armancên xwe yên berçav ku tematîyên wê di axa bakurê Sûrîya û Iraqê de hene,pêk bîne, her wiha peymana wê ya bi Sûrîyayê re (Peymana Edenayê) ku rê dide wê bi qasî /5/ KM derbasî axa Sûrîyayê bibe, red dike, ew rûbereka berfirehtir dixwaze ku bêhtir ji /35/ KMyan e.
Derbarê Iraqê, Dr. Eymen El-Semîr dibêje ku Tirkîya dibîne ku Mûsil wîlayeteka Tirkîyayê ye. lîreyeka Mûsilê di diravê Tirkîyayê de hebû ku navê wê lîreya mûsilî bû, ji ber wê tematîya Tirkîya û neteweperestên tirk kevn e û niha di bin navê şerê li dij terorê tê nixumandin.
Durûtîya Erdogan û civaka navdewletî
Ji hêla xwe ve, lêkolînerê rewşa Tirkîyayê, Mihemed Rebî El-Dîhî bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re dibêje ku bûyerên Filistînê û rûdanên vê dawîyê, bawerîyên serokê Tirkîyayê û helwestên ên pragmatî û lîstina bi hestên gelê ereb, zelal bûn, ku ew berdewam li bara mafê gelê filistînî û binpêkirinên ku dagîrkerîya Îsraîlê pêk tîn, diaxive, lê di heman demê de ew heman kiryaran li bakurê Sûrîyayê pêk tîne.
“El-Dîhî” dibîne ku xwenebihîstîkirina hin dewletên mezin li bara tiştê ku “Erdogan” li bakurê Sûrîyayê dike, sedema wê ne mijûlbûna bi rewşa Filistînê ye, lê belê ev yek ji encamên şerê Rûsya-Ukraynayê ye ku teşeyê sîstema navdewletî guhart û gelek dewlet dixwazin tirkan ber bi xwe ve bikşînin, çi Rûsya çi jî Amerîka.
Berdewam kir û got ku em dikarin bibêjin ku Enqera vê rewşa navdewletî keysabaz dike da ku berjewendî û armancên xwe pêk bîne, em dibînin ku çawa bi pela endamtîya Swêdê bo NATOyê dilîze, ji ber wê, rast e ku civaka navdewletî bi bûyerê Xezayê mijûl e, lê ew ne seba serke ye ku dihêle êrîşên Tirkîyayê bên paşguhkirin. Vê yekê jî hişt ku Tirkîya gih nede helwesta civaka navdewletî ku ew jî dema ku tişt bibe berjewendî durûtîya wê jî xuya dibe.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên Tirkîyayê mizgeftek li Mexmûrê li bakurê Iraqê bombebaran kir, nexweşxaneyek li Dêrikê jî bombebaran kir, /5/ jin ku di zevîyê pembo de kar dikin birîndar bûn, du zarok ku temenê wan /9/ û /11/ sal bûn li Eynîsayê hatin kuştin. Di êrîşên xwe de dron, balafirên şer û topavêjên giran bi kar tîne, bêyî ku sivîlan ji leşkeran cuda bike, ango mîna kiryarên ku dagîrkerîya îsraîlî li dij gelê filistînî dike.