Target – Qamişlo
Sibeha îroj şemîyê Hêzên Rizgarîya Efrînê bi daxuyanîyekê got ku wan di çarçoveya bersivdayîna êrîşên Tirkîyaya dagîrker de /3/ operasyon li deverên dagîrkirî li dij baregehên dagîrkeran û navendên nandozên wan pêk anîne.
HREyê da zanîn ku wan di 9, 11 û 12ê çirîya paşîn de li Bab, Dabiq û Izazê li dij baregeh û navendên leşkerên tirk û nandozên wê, êrîş pêk anîne û di encama wan de /5/ leşkerên Tirkîyaya dagîrker hatin kuştin û /8/ jî birndar bûn, her wiha /2/ nandoz hatin kuştin û /5/ jî birîndar bûne.
Di dawîya daxuyanîyê de HREyê da zanîn ku ew dê êrîşên xwe li dij dagîrker û nandozên wan berdewam bikin heta ku ew dever bên rizgarkirin.