Raporinên amerîkayî: Êrîşên Tirkîyayê yên li dij bakurrojhilatê Sûrîyayê, têkilîyên wê bi Washingtonê re tevlihev dike

Raporeka nû ya ajansa Bloomberga amerîkayî bal kişand ser derbayên Tirkîyayê yê li dij bakurrojhilatê Sûrîyayê û bakurê Iraqê, ku tekez kir ku ev derbe tevlihevî û nearamîyê di têkilîyên Enqera-Washingtonê de çêdikin, bi taybet ji ber ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk yên ku dibin armanc roleka sereka û kutaker lîstin di hewldana Amerîkayê ya têkbirina birêxistina “DAIŞ”ê ya terorîst de.

Li kêleka wê, Amerîkayê li Sûrîyayê û bo cara yekem droneka Tirkîyayê anî xwarê, ku Tirkîya di “NATO”yê de hevkara wê ye, ew dron yek ji êrîşan li bakurrojhilatê Sûrîyayê li nêzî hêzên Amerîkayê pêk dianî. Vê bûyerê gotegot çêkirin ku dê nearamîyek di navbera her du welatan de çêbibe, bi taybet ji ber ku serokê Partîya Tevgera Neteweyî (MHP), Dewlet Bahçelî, hevkarê sereke yê serokê Tirkîyayê Receb Teyyib Erdogan, dê bertekên wî yê tengezarîyê hebin.

Xwestekeka Tirkîyayê ji Washingtonê

Di hûrbînîyên raporê de , ajansa “Bloomberg”ê bi bîr xist ku wezîrê derve yê Tirkîyayê, Hakan Fîdan li bara derbeyan bi rêya telefonê bi tony Blinken re axivî, ku Fîdan bi awayekî eşkere û yekser ji Washingtonê xwest ku hevhengîyê bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîk re rawestîne, divê ku karê Amerîkayê li Sûrîyayê li pêş operasyonên leşkerî yên Tirkîyayê nebe kelem (amaje bi drona Tirkîyayê ya ku hat xwarê dike).

Her wiha ajansê bal kişand ser wê yekê ku wezîrê derve yê Amerîkayê ji hêla xwe ve haydan kir ku operasyonên Tirkîyayê leşkerên amerîkayî li Sûrîyayê bixin metrsîyê, her wiha amaje bi wê yekê kir ku hê jî Tirkîya endamtîya Siwêdê ya bo NATOyê derng dixe, ev dosya jî ji zû de Enqera wê bi fişar û xwestekên ve girê dide, yên li bara pêkhateyên kurd li Siwêdê.

 

Ev helwesta Amerîkayê ye

Li bara vê yekê, rojnamevan û analîzkarê siyasî yê amerîkayî Dr. Atif Ebdulcewad bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re tekez kir ku ev ne cara yekem ku Tirkîya ji Amerîkayê dixwaze têkilîyên xwe Hêzên Sûrîyaya Demokratîk re qut bike, û li gor nêrîna wî Washington dê vê xwestekê bi cih neîne, bi taybet ji ber ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk rolek di pêkanîna armancên Amerîkayê de lîstin, mîna desteserkirina çekdarên “DAIŞ” û pasvanîya wan ji zindanan re.

Ebdulcewad lê zêde kir û got ku tirk ên ku dibînin Hêzên Sûrîyaya Demokratîk beşek ji Partîya Karkerên Kurdistanê ye, ya ku Tirkîya wê wekî terorîst dibîne, Amerîka jî wan wekî terorîst dibîne lê ew partîyê ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk cuda dibîne û li vê derê nêrîna herdu welatan ji hev cuda dibe.

Ronamevanê amerîkayî tekez kir ku ev doz –ango helwesta ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk- yek ji dozên nelihevkirinê ye di navbera herdu welatan de, lê Washington dibêje ku ew alîkarîya Tirkîyayê di hin rêyên ku karîna wê heye alîkarîyê bike, dike. Bi vê gotinê amaje bi neerê kirina Tirkîyayê ji bo tevlîbûna Swêdê ya NATO, kir, lê Washingtonê dana balafirên F16yê bo Tirkîyayê erê kir bo ku Tirkîya erê bike.

Nemeyeka handanê ya amerîkayî

Di heman çarçoveyê de, kovara “Al-Monitor”ê ya amerîkayî ya ki guh dide rewşa Rojhilata Navîn got ku êrîşa ku navendeka ewlehîyê ya Wezareta Hundir a Tirkîyayê li Enqerayê armanc kir, wekî nûtirîn bihane bo serokê Tirkîyayê hat, da ku plana xwe ya avakirina devereka ewle bi kurahîya 30KM li ser dirêjahîya sînorê netenê Sûrîyayê, lê belê Iraqê jî pêk bîne.

Kovar dibîne ku xistina droneka Tirkîyayê li bakurrojhilatê Sûrîyayê ji hêla hêzên amerîkayî ve, pêkanbûna pêkanîna êrîşeka bejayî li wan deveran qels dike û amaje bi wê yekê kir ku xistina dronê nameyeka handanê bû û bal kişand ser wê yekê ku fermandarê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, birêz Mezlûm Ebdî idîayên Tirkîyayê yên ku dibêjin kesên teqîn pêk anîne di axa Sûrîyayê re derbas bûne, red kir û got ku tirk li bihaneyan digerin da ku êrîşên li ser deverên Birêveberîya Xweser ya ku kurd wê bi rê ve dibin, rewa bike.

Ajansa “Bloomberg”ê got ku Enqera ji Washingtonê xwestiye ku têkilîyên xwe Hêzên Sûrîyaya Demokratîk re qut bike, “Al-Monitor” jî Rûsyayê lê zêde dike, ku wê tekez kir ku rêjîma Tirkîyayê fişarê li Rûsya û Amerîkayê dike da ku desthilata “HSD”yê qels bikin, her wiha tekez kir ku herdu dewlet di dema borî de li dij tevgereka Tirkîyayê ne ku guhartinekê li ser erdê çêke.

“Al0Monitor”ê tekez kir ku Sûrîya cihê sereke ye bo tevlihevîyê di navbera Tirkîya û Amerîkayê de, ji ber ku Enqera fişarê li Washingtonê dike da ku alîkarîyê ji ser HSDyê qut bike, lê her wiha kovar tekez dike ku bidawîkirina hevkarîya li gel HSDyê dê mana Amerîkayê ya berdewam li bakurrojhilatê Sûrîyayê biherifîne.

Helwesteka nezelal

Ji hêla xwe ve Niman Ebûîsa yek ji serekên Partîya Demokrat a Amerîkayê bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re dibêje ku têkilîyên Amerîka-Tirkîyayê û pêkanîya pêkhatina nearamîyê di navbera wan de, an jî guhartina helwesta Amerîkayê ji hêla HSDyê ve bo xwestekê Tirkîyayê, mijareka nezelal e, ji ber ku tirk û amerîkayî li derveyî Sûrîyayê pêwîstîya wan bi hev heye.

“Ebûîsa” ev yek dûr xist ku Washington dest ji kurdên Sûrîyayê berde, ji ber ku têkilîya Amerîkayê bi kurdan re, çi li Sûrîya û çi jî li Iraqê têkilîyeka stratejî ye, lê tevî wiha jî Amerîka û Tirkîya bi hev re kar dikin da ku berjewendîyên xwe yên ku carcaran li dij hev in, li Sûrîyayê pêk bînin.

You might also like