Mezlûm Ebdî: Rûxandina zemînê yek ji tawanên şer e

Target – Qamişlo

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, Mezlûm Ebdî li bara êrîşên Tirkîyaya dagîrker li ser hesabê xwe yê Twiterê daxuyanîyek da.

Ebdî da zanîn ku di /72/ saetên borî de Tirkîyayê bêhtir ji /145/ cihan bombebaran kiriye ku di nav wan de stasyonên kehrebe, av û enerjîyê, nexeşxane û dibistan hene.

Her wiha Mezlûm Ebdî got ku êrîşên Tirkîyayê yên vê dawîyê bi awayekî yekser ked û karîna Birêveberîya Xweser armanc kir, da ku jîyana sivêl pûç bike, ev yek jî ermanckirina keda nevdewletî, karê birêxistinên civaka sivîl û sazîyên sivîl e ku ji bo zixmeta xelkên deverê û seqemgîrîya deverê, piştî têkbirina DAIŞê kar kirine.

Di dawîya daxuyanîyê de Ebdî zelal kir ku rûxandina zemînê yek ji tawanên şer e.

You might also like