Pêkanîna wê ne hêsan e.. Birêveberîya Xweser li bara pêşinyara Îranê ya deranîna Tirkîyayê diaxive

Hebûna leşkerî ya Tirkîyayê li ser axa Sûrîyayê bûye pirsgirêkek ku şoreşa şûrîyayîyan ya li dij rêjîmê derbas dike, ji ber ku heger rêjîm bikeve jî dê sûrîyayê rûbirûyê guhartinên nû bimînin, ku ya her berçav ji wan ew e ku parçeyek ji axa wan di bin destê Tirkîyayê de ye û artêşa wê ji ya Sûrîyayê bihêztir e.

Ji ber wê dê pêwîstîya sûrîyayîyan bi alîkarîya derve hebe ji bo ku ji hêza herêmî rizgar bibin, di serî de Tirkîya û Îran. Ev yek li gor rewşê halê hazir dûr e û ne pêkan e, ji ber ku herdu alî hewl didin hebûna xwe xurt bikin li ser hesabê sûrîyayî û siberoja wan.

 

Pêşinyara Îranê ya vekişandina Tirkîyayê

Di vê çarçoveyê de, wezîrê derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehyan, di 17ê vê îlonê de di civîna çarqolî ya bi Şam, Enqera û Moskoyê de pêşnyar kir ku Tirkîya hêzên xwe ji Sûrîyayê vekişîne, ku doza sînoê Tirkîya-Sûrîyayê hat giftûgokirin û li ser wî esasî Tirkîya û Sûrîya bi hev re giftûgokirin ku dê Tirkîya sozê bide ku “destpêkê” ew dê hêzên xwe ji axa Sûrîyayê vekişîne û “paşê” Sûrîya dê soz bide ku ew dê hêzên xwe li ser sînor belav bike û rê nede ku destdirêjî li ser axa Tirkîyayê çêbibe.

Ebdullehyan da zanîn ku dibe ku ku Îran û Rûsya bi rola gantîyê rabin di vê dosyayê de û anî ziman ku welatê wî dê bi tirkan re biaxive da ku sînorekî aram di navbera Tirkîya û Sûrîyayê de peyda bikin û metirsîyê Tirkîyayê di ber çavan re derbas bikin, her wiha yekbûna axa Sûrîyayê biparêzin.

Ev pêşnyara îranî piştî du hefteyan ji daxuyanîya wezîrê derve yê Rûsyayê Sergy Lavrof hat ku got ku Moskoyê pêşnyarek li Şam û Enqerayê kiriye da ku livekirinekê îmze bikin û hebûna hêzên Tirkîyayê li Sûrîyayê “rewa” bikin.

Lavrof di serê vê îlonê da got ku Moskoyê li ser Şam û Enqerayê pêşnyar kiriye ku li hev bikin, rê li ber Tirkîyayê vebe û xwe bispêrin lihevkirina Edena 1998 da ku “şerê terorê li Sûrîyayê” bike, tevî ku Sûrîya dibîne ku ew lihevkirineka istixbaratî ye bêhtir ji lihevkirineka di navbera dewletan de, ji ber ku li ser parlementoya Sûrîyayê nehatiye pnşnyarkirin.

Heta niha Şamê xwe bi nêra xwe ve girtiye ya ku dibêje berî here tiştî divê Tirkîya ji axa Sûrîyayê vekişe, Tirkîya jî idîa dike ku ew bo sînorê xwe biparêze derbasî axa Sûrîyayê bûye û tekez dike ku ew ne bi nêt e hêzên xwe vekişne.

Tebaxa borî Tirkîyayê bersiva serekê desthilatdarîya Şamê, Beşar El-Esed da  ku El-Esed doza vekişandina hêzên Tirkîyayê kir berî ku tu gav ber bi vegerandin têkilyan ve were avêtin, Tirkîyayê got ku  di halê hazir de vekişandina hêzên wê xêza sor e û Şam nikare sînorê xwe biparêze.

 

Pêkanîn ne hêsan e

Li bara pêşnyara îranî pêkanîna wê li ser erdê, hevserokê Gerînendeya Têkilîyên Derve ya Birêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, Bedran Çiya Kurd bi daxuyanîyeka teybet bo Target Platformê got: “Em ji nêz ve van bipêşketinan dişopînin, em dizanin ku di dawîtirîn kongreya Astanayê de lihevkirin çêbûne.”

“Hin hewldan hene da ku bipêşketin di navbera Sûrîya û Tirkîyayê de çêbibe, bi awayekî giştî hin bûyer li Sûrîyayê rû didin, bi nêrîna me, ne hêsan e tiştê ku li bara wê tê axaftin pêk were..”

Tirkîya planeka wê li Sûrîyayê heye, her wiha projeka dagîrkerane ya berfireh, Sûrîya ji Tirkîyayê re bûye qadek ku pê kêmanîyên xwe yên hundir vedişêre, ku raya giştî bi Sûrîyayê ve mijûl dike.”

Li bara helwesra Birêveberîya Xweser bo pêşinyara îranî, Çiya Kurd da zanîn: “Bi awayekî pratîkî, em pê re ne ku Tirkîya ji Sûrîyayê vekişe, lê em naxwazin li ser hesabê tiştekî din be, ne jî li ser hesabê gelê Sûrîyayê be, em dixwazin ku seqemgîrî bê garatîkirin, ne lihevkirinê li ser nexşeyên desthilatê.”

Lihevkirin bêyî Birêveberîya Xweser nabe

Li bara pêkanbûna belavkirina hikûmeta Şamê ji hêzên xwe re li ser sînorê Tirkîyayê, li gor pêşnyara îranî, tevî ku Hevpeymana Navdewletî li bakurrojhilatê Sûrîyayê ye li deverên Birêveberîya Xweser, Çiya Kurd zelal kir: “li bara hevpeymanê, ew ji bo şerê li dij DAIŞ û terorê hatiye, li gor nêrîna me ev bipêşketin girêdayî hevahengîyê ye, hin alî nikarin bi awayekî giştî pêk bînin, ji ber ku nexşeya disthilatê li Sûrîyayê heye û alîyên navdewletî di nav xwe de bi par ve kirine.”

Berdewam kir û anî ziman ku ew amade ne hêzên hikûmets Şamê li ser tevahîya sîror elav bikin li hember vekişandina hêzên Tirkîyayê ji axa Sûrîyayê: “Li bara erêkirina me ji belavkirina hêzên hikûmeta Şamê li ser sînor, em tev li tu lihevkirinan nabin bêyî ku em beşek ji wê lihevkirinê bin.”

Berdewam kir: “Rêyên me hene, em bo seqemgîrîya deverên xwe û ewlehîya gelê xwe baldar in, heger lihevkirin ne bi me re be, em dê tiştekî erê nekin, projeya me li Sûrîyayê heye li ser bingehê kekbûna axa wê û pêkanîna guhartina demokratî, em siyaset û armancên xwe tevî dixin xizmeta vê projeyê.”

Siyaseta rûsyayî û mezacî

Li bara daxuyanîya wezîrê derve yê Rûsyayê, Sergy Lavrof û pnşnyara wan a pêkanîna lihevkirinekê ku hebûna hêzên Tirkîyayê rewa bike li ser bingehê lihevkirna Edenayê 1998, hevserokê Gerînendeya Têkilîyên Derve ji Target Platformê re got: “Bi awayekî giştî, babetîtî di lihevkirina Edenayê de tuneye, ji ber ku rewş bendên lihevkirinê pêk naîne.”

Amaje kir: “Bo rola Rûsyayê, em naxwazin bibêjin ku siyaseta Rûsyayê bi me û Sûrîyayê re, mezacî ye, carinan daxwaz dike em û hikûmeta Şamê bi hev re giftûgo bikin û carinan jî gotinên xwe ji Tirkîyayê re dibêje li bara lihevkirina Edenayê.”

Çiya Kurd bo Target Platformê bi dawî dike: “Em dixwazin rola Rûsyayê ew be ku garantîya seqemgîrîyê bike, hewl bide lihevkirinên stratejî di navbera sûrîyayîyan de peyda bike û diyaloga niştimanî ya sûrîyayî xurt bike. Em bang lê dikin ku dûrî lihevkirinên dûrî xwesteka sûrîyayî û siberoja wan bikeve.”

Pêşnyara îranî ya vê dawîya ti piştgirî bi dest nexist, ne ji hêla Enqerayê ve ya ku ne bi fişareka navdewletî yan jî hundirîn be venakişe, ne jî hikûmeta Şamê ya ku tekez dike ku vegerndina têkilîyan pêwîstîya wê bi vekişandina hêzên Tirkîyayê û rawestandina çekdarê opozîsyonê heye, ne jî ji hêla Birêveberîya Xweser ve ya her û her li ser dirêjahîya şerê Sûrîyayê tekez kiriye ku, ew dê nebin pabenî tu lihevkirinên ku ew tê da ne beşek bin.

You might also like