Leşkerkirina zarokan.. tawanek e li Sûrîya û Lîbyayê bi dû “Erdogan” dikeve

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di rapora xwe ya salane de ya li bara leşkerkirina zarokan, Tirkîya wekî dewleteka tawanbar bi leşkerkirina zarokan di lîsteyê de hişt, ku ew yekemî û tekane dewlet e di NATOyê de ku di lîsteyê de ye, ev kek jî li dosyaya kirêt a mafên mirovan a serokê Tirkîyayê Erdogan di van salên dawî de zêde dibe.

Li gor raporê Enqera di nv gelek hikûmetên cîhanê deku hêzên wan hene  yan jî hêzên ewlekarî û polîsê, an jî komikên wan ên çekdar hene ku zarokan di leşkerîyê de erkdar dikin û wan bi kar tînin. Wezareta Derve ya Tirkîyayê daxuyanîyek da ku tê da tiştê ku di raporê de hatiye red dike, bi vê yekê jî hêvîyên washingtonê şkand ku bi hêvî bû Tirkîya vê dozê çare bike.

 

Rêbazekî nû yê birêveberîya Amerîkayê

Dr. Mack Şerqawî fermandarê berê yê di Partîya Komarî ya Amerîkayî de ji Target Platformê re dibêje ku Tirkîya di vê lîsteyê de ye ji ber ku bi rastî ew zarokan di leşkerîyê de erkdar dike û berdewamîya mayîna wê di lîsteyê de tê wateya rêbazekî nû ku dê Amerîka li ser enqerayê bimeşîne, ji ber ku gelek têkilî di navbera herdu welatan de heye, bi taybet endamtîya Tirkîyayê ya NATOyê, her wiha gelek têkilî û dosyayê stratejî di navbera wan de heye.

Her wiha got ku tiştê ku Tirkîya û serokê wê Erdogan kirin, ango destwerdana di dosyaya Sûrîyayê de û dagîrkirina texa sînorê ku kûrahîya wê ji 30 heta 80 KM ye bi bihaneya parastina ewlehîya xwe û dehfdana nandozên ku hatin leşkerkirin ber bi Lîbyayê ve, bp seba biryarê. Ku ji nav nandozên ku hatine leşkerkirin zarokên di bin temenê 18 salîyê de hene.

Analîzkarê siyasî yê amerîkayî bal kişan ser wê yekê ku li gor qanûna navdewletî, çi kesê ku di bin 18 salîyê re be, zarok e û çaxa ku leşkerkirina nandozan di nav wan de pêk were, ew tawan e û tê wateya ku dewlet rê dide ku zarok bo leşkerîyê bên erkdarkirin, ev sûc jî mezin e ji ber ku rê vedike ku Tirkîya rastî cezayan were û alîkarîyên amerîkayî û navdewletî ji ser wê qut bibin.

Rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê di çarçoveya qamûna qedexekirina leşkerkirina zarokan li Amerîkayê ya sala 2008an, derket, ku di beşê tê de dewletên ku binpêkirin di vê dosyayê de kirine , şîrove dike û di beşeka din de jî behsa dewletên ku dibe ku bikevin bin cezayên Amerîkayê bi seba leşkerkirina zarokan dihewîne û beşek jî girêdayî dewletên ku ji qedexekirina alîkarîyan tên efûkirin tevî ku sûcdar in, ew jî bi sedemên perwerde, perwerdeya leşkerî û operasyonên pêkanîna aşitîyê girêdayî ne.

 

Leşkerkirna zorokên Sûrîyayê li pêş çavên Tirkîyayê

Ji hêla xwe ve niwênera Mclisa Sûrîyaya Demokratîk (MSD) li Washingtonê, Sînem Mihemed ji Target Platformê re dibêje ku ev raporê û naveroka wê gaveka erênî ku ji bo ku nexşerê bê serrastkirin û binpêkirinên ku komikên girêdayê Tirkîyayê pêk tînin, bên rawestandin. Tevî ku Tirkîyayl ev yek mandele jî kir, lê divê ku em zanibin ku heger mijar girêdayî leşkerkirina zarokan be, tawanbarkirinên ku di vê rapora frmî de hatine, jixweber in.

Her wiha zelal kir ku bo Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, General Mezlûm Ebdî li ser lihevkirinekê li Cinêvê îmze kir ku dê zarokan di leşkerîyê de erkdar  nekinû ev hêz bi wê lihevkirinê ve girêdayî ye û çavdêrî li ser heye, li hember wê, Tirkîya ya ku serperiştîya sazkirina komikên çekdar ên Artêş Azad kir û ji hêla aborî û leşkerî ve piştgirîya wan dike, çavê xwe ji ser leşkerkirina azarokan girt di nava wan komikan de. Her wiha tekez kir ku ev yek ne tenê li bakurê Sûrîyayê yê dagîrkirî pêk tê, lê belê ev ast derbas kiriye û leşkerkirina zarokan bûye tiştekî sînoran derbas dike, ku ev yek li Azerbîcan û Ermenistanê pêk hatine.

Siyasetmedara kurd a sûrîyayî gor ku mijara tevlîkirina zarokan di warê leşkerî de tiştekî pir metirsîdar e, ji ber ku an neçarî ye  yan jî bi rêya temakirina pereyan pêk tê ku keysa xwe li xizanîyê tînin, ji ber wê ew roj bi roj dikeve çarçoveya bazirganîya mirovan û ev yek tawanek e pêwîst e çi kesê ku bike bê cezakirin ji ber ku lihevkirin û peymanên navdewletî binpê dike.

Di salên borî de rêjîma Tirkîyayê hin komikên çekdar ji kêmneteweya tirkumanî saz kir û wekî nandoz bo xizmeta berjewendîyên Tirkîyayê kar kirin. Her wiha tirkuman di komikên netikumen jî de xwedî gotin bûn û Enqerayê nandozên tirkumen bo şer rê kirin Lîbyayê.

 

Xeta vekirî di navbera Sûrîya û Lîbyayê de

Rewşa Lîbyayê ne dûrî ya Sûrîyayê ye, ku akadîmîsyanê lîbyayî yê mezin, Dr. Hisên El-Şarif ji Target Platformê re dibêje ku lîbyayîyan zarok dîtine ku di nav milîsên ku Artêşa Niştimanî ya Lîbyayî li Terabulsa paytext dikir, di operasyonên wê yên li dij birêxistin û milîsên terorîst de ku Tirkîya piştgirîya wan dike. Her wiha tekez kir ku zarokên di bin 18 salîyê de çek hilgirtibûn û di nav van komikên terorîst de şer dikin.

“El-Şarif” lê zêde kir û got ku ji hêla milîsên girêdayî Tirkîyayê ve ne tenê leşkerkirina zarokan heye, lê belê di 2012 an de El-Mihdî El-Haratî ku yek ji berztirîn femandarên milîsên rojavayê Lîbyayê ye, zarok leşker kirin û wan veguhast Sûrîyayê da ku li tenişt komikên girêdayî Enqerayê şer bikin, her wiha El-Haratî bixwe jî li Sûrîyayê li tenişt birêxistinên cîhadî şer kiriye û karê birêxistinkirina nandozan dikin yên ku Tirkîyayê ew rê kiribûn rajavayê Lîbyayê di çarçoveya piştgirîya milîsên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê.

Her wiha zelal kir ku ev zarok bi rêya pereyan û keysbazkirina rewşa wan û xizanîya malbatên wan tên leşkerkirin, her wiha waneyên ku li mizgeftên Lîbyayê didan di dema desteserkirina wan ji welat re çaxa ku serokê Lîbyayê Miemer El-Qezafî têk çû. Di wê demê de derfet bi wan re çêbû ku mejîyên zarokan qirêj bikin û wan ber bi rêyên çewt ve bikşînin heta ku giha asta leşkerkirina wan da ku li tenişta birêxistinên terorîst şer bikin û hin ji wan bo Sûrîyayê hatin rêkirin, ev yek jî tawanên şer e û tawana dijmirovahî ye.

Siyastmedarê lîbyayî dibîne ku leşkerkirina van zarokan tawanên şer e, ji ber ku ji zaroktîya xwe tên şuştin û çekê hildigirin, ev yek li dij hemû zagonên navdewletî ye û tawaneka şer e, ji ber ku ev zarok cihê wan yê rewa dibistan û xwendin e û pêwîst e di siberojê de ew welatê xwe bi rê ve bibin, di ecamê de Tirkîyayê hişt ku welatek ji endamên xwe bêpar bimîne ku ew welat dikarîbû sûdê ji endamên xwe bigire heger jîyaneka asayî jîyabûna.

DestwerdanaTirkîyayê li Lîbyayê bi awayekî yekser di sala 2019an de bû, çaxa ku hêzên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê” ya ku Xelîfe Hefter wê bi rê ve dibe, êrîş bir ser komikên terorîst û milîsên ji hêla siyasî ve serokê Tirkîyayê piştgirîya wan dike, di wê çaxê de serokê berê yên Meclisa Serokatî ya Lîbyayê Fayiz El-Sîrac lihevkirineka ewlehîyê bi Tirkîyayê re îmze kir ku Tirkîya pispor, şêwirmendên leşkerî û nandoz, bi taybet ên tirkumen û azer, her wiha sûrîyayî jî, rê kir da ku li tenişta hêzên terabulisê şer bikin.

You might also like