Hikûmeta Almanyayê hin sûrîyayîyan bi sûcê endamtîya komikeka terorîst desteser dike

Di çarçoveya operasyona wê ya berdewam ya desteserkirina endamên berê tên komikên çekdarû birêxistinên terorîst ku di nav koçberan de derbasî Almanyayê bûne, polîsên Almanyayê du koçberên sûrîyayî li bajarên Kiel û Munchenê bi sûcê endamtîya di nav “Lîwa Cind El-Rehman” li Sûrîyayê desteser kirin, ku ev komik Almanya wê terorîst dibîne ji ber ku girêdayî birêxidtina DAIŞê bû.

Rojnameya “Welt”ê ya almanî li ser zimanê dozgerê giştî yê Almanyayê da zanîn ku yek ji sûrîyayîyên ku htine desteserkirin di sala 2013an de komika “Lîwa Cind El-Rehman damezirandiye û serektîya wê kiriye, pir nêz e jî ku vî kesê tawanên şer pêk anîbin. Kesê din jî di cihekî bilind de bû di heman komikê de û hêz ber bi şerê li dij hêzên hikûmeta Şamê ve dibir. Rojnameyê li ser zimanê dozgerê giştî tekez kir ku her du kes hê girtî ne.

 

Qanûnên ewropayî yên li bara terorê, tund in

Nivîskar û analîzkarê siyasî Husam Necar bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re got: “Qanûnên ewropayî çêbûne ji bo ku rê nedin kesê ku teror û kuştin kirine derbasî welat bibin, ji ber wê ew li ser wê yekê kar dike ku kesên di nav koçberan de derbas bibin, desteser bikin. Wekî tê zanîn Sûrîya qadeka kar a tevahîya istixbaratên cîhanê bû, ev muxaberat jî endamên wan tev li DAIŞê jî hebûn û di rêya rapor  gilîyên qurbanîyan, gelek endamên terorîs hatin naskirin, ji wan “Amir El-Neklawî” yê ku tev li gelek birêxistinan bûye û paşê “Lîwa Cind El-Rehman” damezirand, ew ji bajarokê El-Qûrîyeyê yê gudewarên rojavayî yê Dêra Zorê ye û dema ku DAIŞ derbasî Dêra Zorê bû, wî ppiştgirîya wan kir. Li gor agahîyên min yên kesayetî, çaxa ku pirs jê hat kirin bo seba piştgirîya wî ji DAIŞê re wî bersiv da ku ew neçar e tev li operasyonên biserdegirtinê û kuştinê bibe ji bo ku jîyana endamên xwe û malbatên wan biparêze, lê tê texmînkirin ku seba wê ew bû ku birayê wî Mihemed di şerê li dij rêjîma Sûrîyayê de li Dêra Zorê hat kuştin.”

 

El-Necar lê zêde dike û dibêje: “Dewletên Ewropayê yên xurt hewl didin hebûna kesên wiha li welatên xwe qedexe bikin, ji tirsa ku tundîya xwe li dij hemwelatîyên wan pêk bînin. Bi awayekî giştî karîna van dewletan heye ku koçberan ji hev nas bikin bi rêya hevdîtin û pirsan, tevî wiha jî qanûnên wan hene ku bi rêya wê komên koçberan birêxistin dike.”

 

Şebîhayên “hikûmeta Şamê di nav koçberan de hene”

Li gor lêkolînerê siyasî Husam El-Necar “di van dewletên ewropayî de hin rê hene hişt ku şebîhayên rêjîmê mafê parastin û koçberîyê bi dest bixin bi rêya sextekirina rastîyan, lê bi awayekî giştî dê ev yek bandorê li hatina koçberên nû neke, an jî dê bandorê li rewşa koçberên heyî jî neke.”

 

Êrîşeka terorane qurbanîyan çêdike

Girtina herdu kesên sûrîyayî li ser destê polîsên Almanîyayê piştî du rojan ji rapora ajansa “Associated Press”ya amerîkayî çêbû, ku tê de da zanîn ku ofîsa dozgerê giştî yê Almanyayê tawana kuştina biqestî li koçberekî sûrîyayî bar kir, ku wî du êrîş bi çekên spî bi “sebên îslamî” pêk anîn, her wiha lê zêde kir ku tawankar di nîsana borî da heta kuştinê mêrek da ber kêran û piştî wê bi çend roja êrîşeka din pêk anî di holeka sporê de 5 kes birîndar kirin, ku êrîşkar didît ku çi kesê li wê deverê hazir “gawir” e. Dozgerê giştî yê Almanyayê tekez kir ku tawankar alîgirê birêxistina DAIŞê ya terorîst e.

Hêjayî gotinê ye ku gelek raporên mafî di salên borî de derketine ku gihandina bi dehan endamên komikên çekdar ên girêdayî Tirkîyayê û birêxistinê terorîs ên bi pêkanîna tawanên şer û binpêkirina mafên mirovan tawanbar, bi belge kirine, ku bi koçberan re di rêya Tirkîyayê re gihane Ewropayê, piştî ku bi sedhezarên dolaran ji talankirna û desteserkrina milkên sivîlan kom kirin. Her wiha Rawangeha Sûrîyayê ya Mafên Mirovan tekez kir ku bi dehan endamên ku Tirkîyayê ew wekî nandoz rê kiribûn Lîbyayê bi rêya Deryaya Spî gihan beravên Ewrpayê, piştî ku bi hezarên dolaran ji şerê li tenişa “Hikûmeta Wîfaqê” li rojavayê Lîbyayê bi dest xistin.

 

Ji sala 2015an ve raporên istixbaratî yên ewropayî hişyarî da ku birêxistina DAIŞê ya terorîst çûyîna koçberan a zexm ber bi Ewropayê ve, keysbaz bike da ku şane û endamên xwe di rêya wê re li Ewropayê bi cih bikin. Raporeka kovara “News Week”ê ya amerîkayî hşyarî da ku nebûna stratejîyeka hevgirtî di navbera dewletên Yekîtîya Ewropayê de, dê rê li ber birêxistinên terorî veke ku keysa xwe lê bînin û endamên terorîst rê bikin Ewropayê bi armanca pêkanîna êrîşan.

You might also like