Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî bo Sûrîyayê banga rawestandina êrîşên li dij sivîlan dike

Di nûtirîn raporên wê de, Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî bo Sûrîyayê banga alîyên kêferatê yên li Sûrîyayê kir ku êrîşên li dij sivêlan rawestînin, pêwîstîyên girîg pêk bînin û hişyarî da ku dê êşa sûrîyayîyan bi seba pevçûnê mezintir bibe, li tenişta rewşa aborî ya têkçûyî û berdewamîya binpêkirinên li dij mafên mirovan ku ji hêla gelek alîyan ve pêk tên.

Raporê tekez kir ku alîyên kêferatê tawanên şer û tawanên dij mirovahîyê pêk tînin, bi rêya desteserkirin, îşkencekirina û bidarvekrina sivîlan, her wiha bi rêya veşartina neçar li deverêm di bin kontrola wan alîyan de. Komîteyê banga berdana hemû girtîyan kir û bihêlin ku çavdêrên bêalî xwe bigihînin girtîgeh û deverên gitinê. Her wiha di heman demê de li ser wê yekê rijd bû ku pêwîst e dewlet bergirîyên neçar yên yekalî û bandora wê li sûrîyayîyan bigirin.

 

Alozkirina gihandina alîkarîyên mirovî

Her wiha komîteyê bi belge kir ku hikûmeta Şamê û alîyên din yên li Sûrîyayê desthilatdar gihandina alîkarîyan yên ku dê jîyana qurbanîyan rizgar bike, bi seba bobelata erdhejê ya ku di sibata borî de li welat rûda,  aloz kirine. Her wiha deverên ku ji ber erdhejê zirar dîtine bombebaran dike. Komîteyê bang kir ku divê bi  awayekî bi lez alîkarî di ber çavan re derbas bibin û bang li hikûmeta Şamê kir ku guh li daxwaz û mafên rewa yên sûrîyayîyan bike ku bibe çare bo krîza Sûrîyayê.

Paporeka pir girîng û ji bo hesabdîtinê palpişt e

Seredîtora platforma “White House in Arabic”ê Mereh El-Biqaî bi daxuyanîyeka taybet bo Targrt Platformê got: “Ji berî bêhtirji 12 salan ve, tevahîya cîhanê şahid e ku rêjîma Sûrîyayê bi balafiran sivîlan bombebaran dike, ku balafir li gel opozîsyonê tunene, tenê li gel wî û hevpeymanê wî Rûsyayê hene, ji ber wê mijar bo cîhanê tekezkirî ye ku rêjîm ewlehî û mafên sivîlan binpê dike, her wiha bi dehhezaran girtîyan di zindanan de. Çi rapor ji çi hêlê derkeve di nav wan de jî rapora Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî bo Sûrîyayê, dê di hesabdîtin û darizandinên ku dê ji rêjîmê û peyayên wê û çi kesê ku pê re bûye alîkar re çêbibin, dê palpişt bin, ev rapor pir girîng e û li raporên din yên bibelegekirî zêde dibin, çi yên fermî bin, çi mafnasî bin ku bi salan di krîzê de li bara binpêkirinên rêjîmê hatine amadekirin.”

Mereh El-Biqaî lê zêde dike û dibêje: “Raporên komîtyê mîna yên ku sazîya navneteweyî ya ku bo çarenûsa kesên windayî ango girtîyên siyasî ku hejmara wan bidehhezaran e di girtîgehên Sûrîyayê de, pir girîng in, ku agahîyên her du komîte wan kom dikin dê bi awayekî giştî alîkarîya Sûrîyayê bike û di serî de dosyaya girtîyan û veguhastina siyasî li welat.”

“Tevgerênên aştîyane yên li Siwêdayê  ji tevgera sûrîyayî ya ku ji destpêka şoreşa Sûrîyayê ve ranewestîyaye, parçe nabe, ew di çalakîyeka nekêm de ye bo guhartina siyasî û ava rawestîyayî diherikîne piştî ku hin dewletan hin alîyên opozîsyonê ber bi “Astana”yê ve kişandin û li wir deverên şoreşê yek bi dû yek hatin radestkirin.”

Rapora komîteyê hevdemî bipêşketinên bilez tê ku li qada Sûrîyayê rû didin, a her berçav ji wan hilweşîna bilez a lîre û aborîya Sûrîyayê û tiştê ku piştî wê çêbûn ji krîzên jîyanî û xwepêşandanên gel li deverên hikûmeta Şamê bi taybet li parêzgeha Siwêdayê li aşûrê welat. Her wihatevgerên dîplomasî yên Şandeyê Navneteweyî yê Sûrîyayê Geir Pedersen û serdana wî ya dawî bi Şamê da ku civînên “Komîteya Destûrî” yên li paytexta Umanê li Masqetê, berdewam bikin`, bi hêvîya ku bigihêjin çareyeka siyasî ya giştî, ya ku şopîner dibînin ku li gorî rewşa heyî li serdê û berdewamkirina hikûmeta Şamê li ser rêya çareya leşkerî û redkirina wê ji avêtina gavekê ber bi çareyê ve, dê pir dûr be, her wiha li tenişta pirbûna alîyên destwerdêr di krîza Sûrîyayê de yên mîna Tirkîya, Îran û Rûsyayê ku her alîyek di hevdîtinan de li berjewendîyên xwe digere.

Seredîtora platforma “White House in Arabic” Mereh El-Beqaî amajeyê bi wê yekê dike ku “gelek alîyan destwerdan di rewşa Sûrîyayê de kirin, dewletên mezin bi artêşên xwe yên fermî û milîsên xwe li ser axa Sûrîyayê ne, ev tiştekî nebaş e, lê di dawîyê de divê dengê rastîyê bi ser bikeve. Tiştê ku Siwêdayê rû dide, tê wateya ku şoreşa Sûrîyayê berdewam e, bi sivîltî, aştîtî û xwesteka xwe ya guhartina siyasî li Sûrîyayê ber bi dewleteka piralî ya demorat, dewleteka qanûn û serdestîya hemwelatîyan ve.”

Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî bo Sûrîyayê komîteyeka navneteweyî ye di sala 2011an de hatiye sazkirin da ku lêpirsînê li bara tawan û binpêkirinên li Sûrîyayê çêdibin bibelge bike, lê hikûmeta Şamê rewabûna wê û raporên wê red dike û wê bi alîgirî û girêdana bi hin dewletan ve sûcdar dike.

You might also like