Teror li bin navê “bihawarçûna êlan” berbelav dibe.. “El-Nusra” li qiraxên Minbicê ye

Encumana Leşkerî ya Minbicê  got ku wan “nijdevanên” Heyet Tehîr El-Şamê (Cebhet El-Nusraya berê) li gundewarên Mibicê, li bakurê Sûrîyayê dîtine, piştî ku ew gund ji niştcihên wê val kiribûn, her wiha Encumanê li ser palpera xwe ya fermî anî ziman ku ev birêxistina terorî bi taybet li gundê El-Yaşlî û El-Şêx nasir li bakurê Mibicê yê ku 19 KM dûrî navenda bajêr in hatine dîtin.

Her wiha lê zêde kir ku “El-Nusra” li wan gundan çekên giran bi cih kirine û ji şênîyan vala kirine û ew tevger piştî têkbirina hemû êrîşên wan tê ku Encumana Leşkerî ya Minbicê di van rojên borî da ew têk birin, di demekê de ku gundewarên Minbicê rastî êrîşên leşkerî yên berfirh tê ji çaxa ku alozîya tevlihevîyê ji hêla hin endamên Encumana Leşkerî ya Dêra Zorê, ku di 6ê îlonê da ji hêla HSDyê ve dawîtirên cihê wan, ango bajarokê Zîbanê hat paqijkirin.

Hin destgehên ragihandinê li bakurrojhilatê Sûrîyayê tekez kirin ku El-Nusra karwanên leşker ku ji bi dehan otombîlên leşkerî û çekdaran pêk dihat rê kirin gundewarê Minbicê di bin navê “bihawarçûna êlan” de, ku Enqera û hikûmeta Şamê propoganda jê ra çêdikirin û ew gur dikirin û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk her du alî tawanbar kirin ku ew dixwazin di ava girav de nêçîrê bikin û agirê fitneyê gur bikin da ku destkeftîyan li ser erdê bi dest bixin.

 

Têkilîya di navbera Siwêda û bûyerên Dêra Zorê

Rêkirina çekdarên El-Nusrayê bo enîyên şer yên bi Encumana Leşkerî ya Minbicê re gelek pirs li qadê çêkirin, a herî girîng ji wan çawanîya rûdana vê yekê di demekê de ku idlin ji hêla hikûmeta Şamê û Rûsyayê ve tê bombebarankirin, ango pêwîstîya Idlibê bi van çekdaran heye bêhtir ji enîya Minbicê.

Her wiha belavbûna El-Nusrayê li deverên milîsên “artêşa Niştimanî ya Sûrîyayê” bêyî destûra Tirkîyayê nabe ya ku bi nêt e enîyeka şer bi HSDyê re çêke li Minbicê, da ku li helwesta Amerîka û Rûsyayê ya li bara desteserkirina Minbicê nas bike, ku bûye kulek di dilê Enqerayê de ji çaxa ku bi operasyoneka leşkerî ya berfireh di bin navê “Mertalê Firatê” di sala 2016an de ketiye bakurê Helebê.

Li bara vê mijarê opozîsyon sûrîyayî “Bedir Mensûr” bi axaftineka taybet bo Target Platforê dibîne ku “tevgerên ku li rojavayê Firatê rû didin û doza êlan û HSDyê pedeyek e bo bûyerên başûrê Sûrîyayê veşêre, bala xelkê Sûrîyayê ber bi rojavayê Firatê biguhêrin, bêyî ku em berê çavên xwe hêzên xwe ber bi başûrê Sûrîyayê vekin.”

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk gelek daxuyanîyên fermî derxistin ku tê de tekez kirin ku gelek binpêkirin û destdirêjî di dema serektîya Ehmed El-Xibêl ji Encumana Leşkerî ya minbicê re derketine û soz daku dê xwestekê xelkê yên rewa bi cih bîne û şaşîtîyan serrast bike yan ku Ehmed El-Xibêl û peyayên wî pê rabûbûn, ku ev kesyet gelek êlên erebî li deverê gilîyê wî kiribûn, lê piştgirîyên êlî rê neda HSDyê ku yekser tevbigere, piştî ku HSDyê belgeyên tawanbarkirna El-Xibêl kom kirin, bi karê xwe ve rabû.

Li bara vê mijarê El-Mensûr got: “Bi rastî HSD şaş bû û xwestekên xelkê Dêra Zorê yên rewa hene, ku rê li ber hin hêzan vedikin destwerdanê bikin û êlan tevbigerînin, ji wan rêjîm, Tirkîya, Îran her wiha Amerîka jî.

Li ser tiştê ku li rojhilatê Firatê rû da bal kişan ser wê yekê ku ev bûyer bi çi rengî bin xizmeta rêjîmê dikin, Tirkîya jî ji hêla xwe ve keysa xwe li rewşê anî û enîyên şer ên Minbicê gur kirin, ku Cebhet El-Nusra derbas kir. Tekez kir ku El-Nusra bêyî destûra Tirkîyayê nikare derbasî Minbicê bibe û got: “Tevlîbûna El-nusrayê ji van bûyeran re bi destûra Tirkîyayê ye, Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayê an jî çi hêzeka din be nikare tevbigere bêyî ku li fermandarîya Tirkîyayê vegere, alîyê tirk rêdide van komikan.”

El-Nusra û Hevpeymana Navdewletî

Opozîsyonê sûrîyayî pêkanbûna “veguhastina tevahîya hêza El-Nusrayê bo deverên bakurî radestkirinaa Idlibê bo rêjîmê di lihevkirineka rûsîyayî-tirkî-îranî da” dur nexist û bi hêvî bp ku ev yek oêk neyê.

Lê li bara helwesta Hevpeymana Navdewletî û Rûsyayê ku “El-Nusra” enîyên şer li Minbicê veke, El-Mensîr da zanîn ku “berjewendîyên dewletan hene, ew li gor berjewendîyên xwe kar dikin, em dizanin ku hêzên navdewletî û herêmî ji destpêka şoreşa Sûrîyayê ve di navbera rêjîm û opozîsyonê de ne.” Berdewam dike: “Li ber çavê min e ew dê nikaribin HSDyê têk bibin, Hevpeymana Navdewletî jî dê têkbirna HSDyê erê neke, wekî rewşeka heyî li deverê, lê ew dê El-Nusra û komikên din jî têk nebin.”

Ji bo pêkanbûna veguhastina “HSD”yê bo ku deverên rojavayê Firatê kontrol bike, ku “El-Nusra” li deverên komikên opozîsyonê yên li bin fermana Tirkîyayê kar dikin, belav dibe, El-Mensûr bi bîr xist: “Li gor min HSD ne binêt e operasyoneka leşkerî ya giştî pêk bîne, Hevpeymana Navdewletî jî dê piştgirîya vê biryarê neke, ji ber rêjîm, Rûsya û Îran li rojavayê Firatê ne û li wê deverê gelek pirsgirêkên tevlihev hene.”

El-mensûr gotina xwe ya bo Target Platforêm bi dawî kir û got: “HSD dê rûbera xwe ya leşkerî berfireh neke bi dijîtîya rêjîm û Artêşa Niştimanî û îranê, em tev de dizanin ku roleka amerîkayê di tevgera êlan de hebû.” HSD û Hevpeymana Navdewletî gotegotên ku li bara êrîşkirina milîsên Îranê tê gotin ji binî ve red kirin.

Tevî ku helwesta navdewletî ji derbasbûna El-Nusrayê bo enîya şer li Minbicê li dij Encumana Leşkerî ya Minbicê ya girêdayî Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hê ne zelal e, lê di asoyan de xuya nake ku dê Tirkîya deverên nû li rojhilatê Firatê desteser bike, bi taybet ji ber ku HSD berê xwe daye çarekirina alozîya Dêra Zorê bi rêyê dîplomasî û dîyalogê, bi vê yekê rê li ber gurkirina tirkîyayê û îranî girt ku fitneyeka din çêke.

You might also like