HSD operasyona paqijkirinê bi dawî dike û plana fitneyê têk dibe

 

 

 

Hêzên Sûrîyaya Demokratî bidawîkirina operasyona paqijkirina li bajarokê Zîbanê yê gunewarê Dêra Zorê ragihand. Zîban bajarê dawî bû ku hat paqijkirin piştî destpêkirina operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” ya li dij komikên veşartî yê DAIŞê, kesên derî qanûnê û bazirganên madeyên hişbir, ku tê de pevçûn rû dan û bi wan re jî çekdarê girêdayî hikûmeta Şamê û Îranê ê ku ji rojavayê Firatê hatibûn.

Birêveberê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, Ferhad Şamî got ku operasyonên paqijkirinê li bajarokê Zîbanê bi temamî bi dawî bû û çekdar jê hatin qewirandin û ber bi deverên rêjîmê ve revîyan, lê zêde kir û got ku heta niha tu agahî li bara Ibrahîm El-Hifil yê ku pevçûn bi rê ve dibit, tuneye û HSD dest bi çavdêrîya mal û taxan kiriye, li komikên çekdar yên ku ji rojavayê Firatê hatine, digerin.

 

Rola Tirkîya û hikûmeta Şamê

Ji çaxa destpêkirina operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” Hêzên Sûrîyaya Demokratîk li bara hwldanên Tirkîya û hikûmeta Şamê û komikên girêdayî Îranê axivî, ku dê aramîyê têk bibin, fitneyeka erebî-kurdî çêkin û belîkirina bûyerên Dêra Zorê qaşo ew şerekî di navbera êlan û HSDyê de ye. Her çekdar ji rojavayê Firatê şandin bo di şerê li dij HSDyê hazir bibin, li tenişta ku hevdemî operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” Tirkîya û komikên wê cebheyeka nû li bakurê Sûrîyayê vekir ku êrîş bir ser gelek gundan li gundewanrên Minbic, Tiltemir, Ênîsa û Zirganê.

 

Planên desteserkirina deverê

Piştî heftek di ser bûyerên Dêra Zorê re derbas bûn, fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîyaya Demokratk, Mezlûm Ebdî bi hevdîtineka taybet bi kanala “El-Erebîyê” re got ku wan planên rêjîmê yên desteserkirina deverên Birêveberîya Xweser dikin armanc, kifş kir. Her wiha hin komikên ji hêla rêjîmê ve fînansekirî hene ku li rojavayê Firatê derbasî deverên birêveberîyê bûn. Lê zêde kir û got ku wan têkilî bi şêxên êlan li Dêra Zorê re danî, xwesteka wan çareya aşkîyane bû û êlên erebî li deverên Birêveberîya Xweser naxwazin rêjîm vegere.

Fermandarê giştî yê HSDyê tekez kir ku hevdemî operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” Tirkîya komikên çekdar rê kirin da ku şerê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk bikin û artêşa Sûrîyayê ya li gundewarên Minbicê vekişîyan çaxa ku Tirkîyayê çekdarên xwe rê kirin. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku Hevpeymana Navdewletî piştgirîya esmanî ji HSDyê re pêşkêş kir û Washingtonê daxwaz kir ku krîz li wê deverê bi rengekî aşkîyane çare bibe.

Hêzên Sûrîyaya Demokratî pesnê rola hin şêxên êlên erebî da, di serî da Haçim El-Beşîr şêxê êla El-Begara û Cemîl El-Hifil şêxê êla El-Igêdat ku bi dû fitneyê neketin û dengê zanînê bilind kirin di rûyê planên xwedî armanca têkbirina aramîya deverê, ew jî pştî ku HSDyê kesê bi navê “Ehmed El-Xibêl Ebû Xewla” û çar fermandarên din ên di Encumana Leşkerî ya Dêra Zorê de bi seba binpêkirin û kiryarên ku derheqê xelkê Dêra Zorê pêk anîbûn, hatin jikarxistin.

 

 

 

You might also like