Amerîka hêzên xwe komî hev dike û çavdêrîyê dike.. Bo çi Îran bi dû vegerandina têkilîyên Beşar û Erdogan dibeze?

Meseleya nêzîkbûna di navbera hikûmeta Şamê û Enqerayê de hê jî yek jî mezintirîn dosyayê ku Îran li tenişara Rûsyayê li ser kar dike, ev yek daxuyanîya berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî wê teke dike, ku berî sê rojan got ku Tehran hewl dide rê li ber çarekirina alozîyên di navbera Şam û Enqerayê de veke û bi hêvî ne keda wan têkilîyên herdu welata bi hev re xweş bike.
Daxuyanîya berdevkê Wezareta Derve ya Îranê gelek pirs di serê me de çêkirin, ku gelo Tehran dikare çi bike bo têkilîya di navbera Beşar û Erdogan de vegerîne, her wiha dê sûda wê jê çi bem bi taybet ev daxuyanî di demekê de ye ku Amerîka hêzên xwe li ser sînorê Iraq û Sûrîyayê komî hev dike û ev yek dibe ku tê wateya birîna rêya sereke ya destwerdana îranî ji Bexdad û Beyrûtê ber bi Sûrîyayê ve.

Rehendên aborî û siyasî
Çalakvan û analîzkarê siyasî yê ji Ehwaza Îranê, Krmîl El-Bûşoka dibêje ku divê di destpêkê de em di ber çavan re derbas bikin ku Îran tevî hevalbendeka xurt a hikûmeta Şamê ye, lê ew di heman demê de naxwaze dewletek sûrîyayî ya xurt hebe, bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re zelal dike ku ew di xwaze Beşar El-Esed li hember komikên opozîsyon bi ser bike, lê biserketineka hêdî ku bihêle Sûrîya bibe dewleteka bêhêz û di bin biryara Îranê de bimîne, an jî bibe dewleteka milîsên girêdayî Îranê.
El-Bûşoka lê zêde kir û got ku Îran tenê bo berjewendîyên xwe dixwaze Erdogan û Beşar nêzî hev bike, ji ber ku Tirkîya deverên bakurê Sûrîyayê yên nêzî Deryaya Spî kontirol dike û Îran dixwaze ki li wê deverê parvekirin bi hevahengîya bi Enqerayê re hebe, lê ne di çarçoveya şer de wekî salên borî, lê belê di çarçoveya aramî û hevahengîya hevbeş.
Analîzkarê siyasî yê ehwazî amaje bi xaleka din kir ku Îran bupêşketinên li herêmê rû didin û li Sûrîyayê di demêm dawî de dixwîne û dibîne ku şer seba bibinketa rewşa aborî û jîyanî ye li Sûrîyayê, Tehran jî dê nikarîbe piştgirîya aborî bo Beşar El-esed pêşkêş bike, ji ber ku jî mîna wî ye, her wiha dibîne ku rewşa aborî li deverên hikûmeta Şamê û şer dihêle ku El-Esed nêzî dewletên erebî bibe, bi hêvîya ku alîkarîyan bi dest bixe.
Ji ber wê Îran ji nêzîkbûna Beşar El-Esed a bi dewletên erebî re bitirs e, ji ber ku wekî mîna Erebistana Siûdî ku bihizire pereyan bo deverên hikûmeta Şamê rê bike dê bi mercê qelskirina Îranê bişîn, ev yek jî mîna rikberekê ye bo desthilata Tehranê û dibe ku Tehran jî ditirse ku El-Esed vî mercî pêk bîne ji ber ku pêwîstîya wî bi alîkarîya aborî heye. Em dibînin ku xwepêşandanên li başûrê welat li dij wî derketine seba wan têkçûna rewşa jîyanî ye.
Di dawîya daxuyanîyên xwe de “El-Bûşoka” dibêje ku ji berjewendîyên Îranê ye ku niha li Sûrîyayê aramîyê çêke û têkilîyan di navbera wê û Tirkîyayê de vegerîne ku rê nede Beşar El-Esed da ku berê xwe bide dewletên erebî, ev yek dibe destkeftîyên aborî bi dest bixe li tenişta hevahengîya deverên kontirolkirinê di navbera Enqera û Tehranê de.

Tektîkên nû
Di rojên borî de Wezîrê Dereve yê Tirkîyayê Hakan Fîdan bo cara yekem serdana Îranê kir, ew jî piştî serdana yekem a Rûsyayê hat. Asta hevahengîyê di navbera Mosko, Tehran û Enqerayê de li bara Sûrîyayê belî ye, xuya dike ku dê girêbestek hebe li bara wê tê giftûgokirin li bara Sûrîyayê.
Hevdîtinên Tirkîya-Îranê girêdayî tektîkên nû ne yê têkilîyan li devera Rojhilata Navîn, ji ber ku Îran ya ku têkilîyên wê yên dîplomasî bi Siûdîyê ya dijmina El-Esed re qut bûn, li hevkirinekê pêk anî bo vegerandina têkilîyan û vekirna balozxaneyan, piştgirîya şamê kir bo vegere Komcivîna Erebî.
Di vê çarçoveyê de birêveberê cîbicîkar yê Navenda Erebî ya Lêkolînan, Hanî Silêman dibêje ku Îran plan dike ji pêvajoya tunekirina pirsgirêkên xwe û birêvebirina têkilîyên xwe yên derve here pêvajoyeka din ku tê de roleka herêmî û navdewletî di vî dema dawî de bilîze, ew jî wekî rengek ji rengên keysbazîya rewşa herêmî û navdewletî û guhartinên di teşeyên têkilî û lihevkirinên girêdayî rûsya û Çînê.
Bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re lê zêde dike û dibêje ku rola Îranî dibe ku li ser kesybazkirina birêvebirina dosyaya sûrîyayî kar dike ku êdî teger ketiyê dosyayê piştî vegera Şamo bo Komcîvîna Erebî û hevdemî vekirina rêya danûstandinê di navbera Şam û enqerayê de bi armanca birêvebirina têkilîyan û vekirina rûpelka nû.
Pisporê karûbarê Îranê got ku Tehran hewl dide di halê hazir de destwedana xwe di Sûrîyayê de kesbaz bike da ku roleka herêmî bilîze ku bibe navbeynkar di navbera Enqera û Şamê de û bi vê yek piştgirîyekê li dij amerîkayê wergire. Her wiha lihevkirna El-Esed û erdogan dibe ku aramîyekê peyda bike û ev yek jî dê bihêle Tehran gelek berjewendî, berjewndîyên siyasî û aborî bi dest bixe.
Analîzkarê siyasî yê iraqî Hazim El-Ibêdî di hin xalan de gotinên Hanî Silêman erê dike, ku dibêje Îran ha jê werê ku ew dikare hevahengîyê bi Tirkîya û Rûsyayê re bike, ku desthilat a hersêyan be li ser hesabê desthilata Amerîkayê. Di daxuyanîyê de bo Target Platformê dibêje ku Tehran û Enqera li ser wê yekê li hev dikin ku piştgirîya El-Esed bikin da ku zextê li kurdan li bakurrojhilatê Sûrîyayê bikin, dijminê hevbeş ê Tirkîya û Îranê.
Û got ku ne dûr e em lihevkirineka îranî-tirkî bi hikûmeta Şamê re bibînin û piştgirîya qaşo êlên erebî bikin da ku li dij kurdan tevbigerin. Dibe ku rêklam bo vê meseleyê bê kirin li hember hin destkeftîyên aborî yên ku El-esed dkare ji Tirkîyayê bi dest bixe ku pê alozîya xwepêşandanan derbas bike, tevî ku Tirkîya û Îran li ser wê yekê li hev dikin ku divê Sûrîya bimîne dewleteka qels ne tenê Sûrîya, lê belê tevaya dewletên erebî jî.
Li gor “El-Ibêdî” Amerîka dê bêdeng nemîne bo van tevgeran, bi taybet hewldanên têkbirina desthilata wê li Sûrîyayê, ev yek Enqera, Mosko û tehran pê dilîze, lê dê tevgerên amerîkayîyan di dema bê de hebe, ji wan tevizandina tevgerên Îranê û têkilîyên wê bi milîsên ku girêdayî wê ne li Iraq, Sûrîya, Libnan û Yemenê.

Komkirina leşkerî ya Amerîkayê
Li bara Iraqê, Ebdulcebar Oda yê di El-Îtar El-Tensîqî da fermandar e anî ziman ku hêzên Amerîkayê ji nişka ve cihên xwe xurt dike ji berî du hefteyan ve li 6 deverên Sûrîyayê ku ji sînorê Iraqê di navbera 20 heta 50 KM dûr e û ew vê yekê dibîne ku ev tiştekî metirsîdar e û gelek pirsnîşanan belî dike.
Her wiha Ebdulah El-Cixêfî yê di Hevpeymana Enbara Yekbûyî li Iraqê de fermandar e ragihand ku hêzên amerîkayî ji cihê rûniştina xwe li Tenefê ya li nêzî parêzgeha El-Ritbayê rojavayê parêzgeha El-Enbarê tevgerîya û ber bi deverên sînorî yên Sûrîyayê ve çûn û tekez kir ku sedema tevgera vê hêzê nayê zanîn.
Di vê çarçoveyê de Dr. Mihdî Efîfî fermandarê ereb di Partîya Demokrat a Amerîkayê de dibêje ku Amerîka ji nomalîzekirina El-Esed ne razî ye, ev ye li meseleya nêzîkatîya hikûmeta Şamê ji dewletên erebî re tê, her wiha têkilîyên Beşar û Tirkîyayê.
“Efîfî” bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re zelal kir ku komkirina hêzê ya Amerîka li ser sînorê Iraq-Sûrîyayê pê rabûye, armanca wê ew e ku tevgera Îranê pûç bike û berjewendîyên Amerîkayê li bakurrojhilatê Sûrîyayê biparêze, di heman demê de bo ku hewldana destdirêjîya li kurdan rawestîne, amaje bi wê yekê kir ku komkirina hêzê ya Amerîkayê girêdayî tevgerên Îranê ye.
Îran beşek ji nexşerêya Astanayê bû, a ku bi hevahengîyekê ji Rûsya Îran û Tirkîyayê pêk hat. Armanca wê ew bû ku bigihêjin çareyekê bo krîza Sûrîyayê di bin xizmeta berjewendîyên wan de, lê encamên wan hevdîtinan tu guhartin li ser erdê çênekir, paşê nexşerêya Astanayê di heyvên bûrî da veguherî nexşerêyeka din ku giftûgoya normalîzekirina têkilîyên Enqera û Şamê dike.

You might also like