HSD serekekî DAIŞê li Reqayê desteser dike

Target – Qamişlo

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (HSD) duh înîyê ragihand ku di çarçoveya operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” de Hêzên Antî Terorê bi hevkarîya Hevpeymana Navdewletî û Dijteroja Başûrê Kurdistanê (CTG) berpirsyarê Dîwana Êlan û mîrê Gencîneya Îslamî ya birêxistina DAIŞê desteser kir.

Navendê da zanîn ku kesê hatiye girtin Ebdulxefûr Tebir El-Zîyab e û bi navê “Ebû Emîr” tê nasîn, ku ew berpirsyarê çekdarkirinê bû piştgirîya darayî dida komikên veşartî yên DAIŞê.

You might also like