Bajarê Kerkûkê yê li bakurê Iraqê di van rojên bûrî de nearamî û rageşî di navbera xwepêşander û hêzên ewlekarîyê de rû da, di encama wê de kuştî û birîndar çêbûn. Seba wê ew bû ku El-Heşd El-Şeibî ya iraqî rêya Kerkûk-Hewlêrê girtin û alîgirên xwe komî hev bikin da ku derkevin xwepêşandanan, bo biryaya serokê hikûmeta Iraqê Mihemed Şeya El-Sûdanî red bikn, ku navendên operasyonên hevbeş vala bikin da ku Partîya Demokrata Kurdistanê vegere û wan wekî naved ji xwe re destnîşan bikin.
Hevdemî xwepêşandanên alîgirên El-Heşd El-Şeibîyê û girtina rêya Kerkûk-Hewlêrê, bi sedan kurd derketin xwepêşandanan û doza vekirina rê kirin û di navbera herdu alîyan de pevçûn û teqîna guleyan ji hêla hêzên ewlekarîyê yên Iraqê ve rûda ku di encama wê de /4/ kes hatin kuştin û /15/ jî birîndar bûn, her wiha polîsên Kerkûkê di roja bi dû de, ango şeva şemîya bûrî, bi fermana serokê hikûmetê qedexeya çûnûhatinê ragihand û roja bi dû wê da hat rahiştin, ku hê jî nearamî hebû bi taybet piştî biryara Dadgeha Yekîtî ya Iraqî ku valakirina navendên operasyonên hevbeş rawestand heta ku li doza ku li dij wê hatiye vekirin bê nêrîn.
Bangên dûrketina ji tundîyê
Piştî pevçûn û çêbûna qurbanîyan, hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li hemwelatîyan li parêzgeha Kerkûkê kir ku xwe ragirin û dûrî tundîyê bikevin, her wiha bang li pêkhateyên bajar kir ji kurd ereb û tikumenan ku rê nedin biyanan ku aramîya bajar têk bibin û jîyana hevbeş xirab nekin. Partîya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) berpirsyarîya parastina jîyan û malûmilkên sivîlan li Kerkûkê spart hêzên ewlekarîyê û daxwaz ji serokê hikûmetê Mihemed El-Şeya kir ku bi awayekî lezgîn destwedanê bike da ku lêpirsînê di bûyerên “bêberpirsyarî” de bike.
Serhişkî û alîbûna siyasî
Endamê ofîsa siyasî û berpirsyarê Ofîsa Ragihandinê ya Partîya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê, Stran Ebdulah, bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re got: “Rewş li Kerkûkê aram bûye, lê sedema krîzê serhişkîya siyasî ye. Partîya Demokrata Kurdistanê bi rijd e bo navendekê bi tenê, wekî ku “ew rûmeta kurdistanîyan e û tu rûmet di ser wê re teneye”, lê rewşa kurdî mezintir e ji navendekê ku ala Pdkyê li ser wê bê hildan. Ev partî berî niha gelek derfetên wê hebûn navendên wê yên din li bajarê Kerkûkê hebûna, li hêla iraqî jî alozî û alîbûna siyasî heye, ew jî bi seba rewşa siyasî Kerkûkê, ku Hikûmeta Yekîtîyê “kerkûk bi serê wê berda ye” û birêvebirina parêzgehê radestî parêzgerekî kiriye ku bi awayekî wekîltî bi rê ve dibe û ne parêzgerekî resen e, her wiha hikum li Kerkûkê dişibe rengekî ji rengên leşkerbûnê û ev yek bi bajarkî ku qaşo divê bi awayekî siyasî bê birêvebirin, nakeve.”
Belavkirina rolan berî hilbijartinên xwecihî
Ebdulah lê zêde dike: “Ev alîbûna siyasî, neteweyî û mezhebî di navbera Partîya Demokrata Kurdistanê û şepêlên siyasî yên erebî û tirkumanî nakeve xizmeta Kerkûkê, her wiha Partîya Demokrata Kurdistanê têkilîyên wê bi partîyên erebî û tikumanî hene li bara rewşa Bedadê, bi taybet partîyê sinî û şîî, lê ew van alozîyan bi wan partîyan re li bajarê Kerkûkê çêdike, wekî belavkirin rolan e, bi taybet ji ber ku hilbijartinên encumanên parêzgehan tên û wekî ku xuya dike her alîyek hewl dide gel ber bi xwe bîne, lê têkçûna mezin dê ya xelkê Kerkûkê be, ji ber ku di rewşa têkbirina aştîya civakî de, meriv nikar behsa demokrasî û hilbijartinan bike.”
“Xelkê Kerkûkê bitirs in ku bûyerên vê dawîyê yên ku bajar rû dan, ber bi pevçûneka ji ya siyasî mezintir ve biçe, piştî bilindûna asta pevçûnê û destwerdana herêmî de karûbarên welat de, bi taybet piştî axaftina hin alîyên iraqî ku alîyên derve û hêza siyasî hewl dide alozîyan gur bikin, bi taybet piştî bûyerên ku li parêzgehê rû dan hevdemî serdana wezîrê karên derve yê Tirkîyayê Hakan Fîdan hat, ku bi berpirsyarên Ceheya Tirkumanî re civîya.”
Madeya 140î ji makeqanûna Iraqê
Li gor endamê Ofîsa Siyasî ya Partîya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê Stran Ebdulah: “Divê her kes têbigihêje ku rêya herî rewa ya çarekirina alozîyan ni rêya çareya makeqanûnê ye ku madeya 140î ya makeqanûna iraqî pêk were, an jî bi rêya destpêkirina hilbijartinên demokratî yên xwecihî li Kerkûkê, ku demokratîya xwecihê lê nehaz bû bi seba taybetîya vî bajarî, tevî ku taybetîbûn gerek e tevan ber bi çareyê ve dehf bide ne alozkirina makeqanûnî û demokratîyê, em di partîya Yekîtîya Niştimanîya kurdistanê de tekez dikin ku ev alîbûna siyasî, neteweyî û mezhebî li bajarekî birreng ê mîna Kerkûkê bi kêr nayê, divê çareya aştiyane di tevaya pevçûnan de pêk werw.”
Hêjayî gotinê ye ku ji berî bîst salan ve Kerkûk cihê kêferatê yê bingehîn e di navbera hêza siyasî ya iraqî, Hikûmeta Yekîtî û Herêma Kurdistanê de ku bo deverên kêferatê banga pêkanîna madeya 140î ya makeqanûna iraqê dike. Ew made jî li bara çarekirina guhatinên ku li ser şênîyên van deveran di dema hikumê rêjîma berê ya Sedam Husên de pêk hat “erebkirin”, her wiha serjimarîya deverên kêferatê û pêkanîna referandomekê li wab deveran da xelk çarenûsa xwe bibijêrin, lê hikûmeta Iraqê xwe ji ber pêkanîna vê madeyê dide alî.