Rêjîm – DAIŞ û Ebû Xewla .. lihevkirineka  reş ku “Dêra Zorê” kîtekîtên wê kifş kir

Dêra Zorê bajarekî Sûrîyayê ye ku Çemê Firatê wê dike du parçe; rojhilat û rojava, hefteya borî di agirekî re derbas bû, piştî propogandayeka mezin ji hêla ragihandinê ve ku hikûmeta Şamê û hevalbendên wê Îran û Rûsya ji alîyekî ve û opozîsyon û hevalbenda wê Tirkîya ji alîyekî din vedê de beşda bûn, amanca wan ew bû ku seqemgîrîya deverê têk bibin.

Lê li gor ku xuya dike, keda van hemûyan li ber ba çû, piştî ku xelkê Dêra Zorê têgihaştin ku tiştê ji bo bajarê wan hatiye plankirin tu xwestekên wê yên mafî tuneye ku bihêle  Hêzên Sûrîyaya Demokratîk ji hêla exlaqî ve xwe neçar bibiîne li wan guhdar bike. Ev bixwe bû tiştê ku qewimî, çaxa ku HSDyê fermandarê berê yê Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî, ehmed El-Xibêl desteser kir, tevî ku ew ha jê hebû ku mijareka hestyar e ji ber toreya têkilîyên ku wî kesî li ser dirêjahîya 6 salan ku fermandarê hêza leşkerî mabû, ava kiribû.

Ku ebû Xewla mijara jikarxistina xwe kiribû tiştekî tevlihev, tevî binpêkirinên wî û gilîyên êlên erebî li dij wî. Di dawîyê de HSDyê ji nişkan ve planên wî yên ku belî bûn, têk birin.

Ji 120 gundan 5 gund

Li bara vê mijarê birêveberê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratî, Ferhad Şamî bi havdîtinekê li ser kanala El-Erebîye El-Hedesê got ku “li Dêra Zorê 120 gund di bin kontrola hêzên Sûrîyaya Demokratîk de ne û pirsgirêkên ku çêbûn tenê li 5 gundan bû, ew jî li ber berava rojavayî ya Çemê Firatê bûn, ku çekdarên girêdayî rêjîma Sûrîyayê hewl dan fitneyê lê çêkin û hin dîmen hene didin xuyakirin u çawa bi dizî derbasî herpênç gundan dibûn.­”

Berdewam dike: “Sê êlên erebî yên mezin li devera Dêra Zorê hene, ew jî êla El-Begara, El-Şiêtat û El-Igêdat in, êlê El-Begara û El-Şiêtatê derveyî vê pevçûnê ne, û kesê deveyî qanûnê hejara wan piçûk e, me hêza xurt bi kar neanî ji ber wan hewl dida Hêzên Sûrîyaya Demokratîk ber bi deverên silvîlan ve bikşînin, bi taybet li El-Bisêra û Zîbanê, tevî ku şerên HSDyê şahidên hêz û karîna wê ye, Zindana Sînaayê mînaka wê ye, dema ku rabûna bêhtirî 5000 daişîyan têk bir.

Ji ber wê ew komikên piçûk yên ji hêla deverên rêjîmê ve hatine hewl dan ku pevçûnê ber bi deverên sivêlan ve bikşînin û ev yek operasyonên paqijkirinê li wan gundê piçûk dereng dixîne. Şamî tekez kir û got: “Îroj sibehê me karîbû gundê El-Bisêra û El-Şihêlê paqij bikin, niha tenê gundek maye çekdar tê de kom bûne, ew jî gundê Zîbanê ye û mesele ber bi dawîbûnê vwe diçe û ev biryara Hêzê Sûrîyaya Demokratîk e.”

 

Helwesta Hevpeymana Navdewletî

Li bara pirsa ku gelo Hêzên Sûrîyaya Demokratîk piştgirî ji Hevpeymana Navdewletî girtine di pevçûnê li Dêra Zorê de, Şamî got: “Hêzên Hevpeymana Navdewletî û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk di şerê li dij DAIŞê de hevkarê hev in û ew her dem li ser yekê tekez dikin ku divê tu bûyer bandorê li vê yekê nekin, ji ber ku metirsîya DAIŞê li ser dever û cîhanê kêm nabe. Ji ber wê hêzên Hevpeymana Navdewletî rojane operasyonên ku çêdibin dişopîne û daxuyanîya dawî ya Hevpeyman her wiha ya Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê, rola endamên kirêt tekez dike. Hin dîmen li gel me hene ji bilî yên ku li ser ragihandinê hatine belavkirin, tekez dikin hin endamên Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî bi fermandarîya Ebû Xewla ku ji kar hatin xistin, bi rêjîma Sûrîyayê re têkildar bûn ji bo ku fitneyê çêkin.”

Li bara hewldana rêjîm û opozîsyonê ku vê opoerasyonê wekî şerekî di navbera ereb û kurdan de xuya bikin, Şamî amaje bi yekê kir ku “Şervanên ereb bingeha Hêzên Sûrîyaya Demokratîk in, em dikarin bibiêjin ku DAIŞê jî destwerdan di van bûyeran de kir, ji ber ku DAIŞê ji destpêka vê salê ve bêhtir ji 60 êrîşan li dij Hêzên Sûrîyaya Demokratîk pêk anîye, lê ew di vê dema dawîyê de nema xuya dike û ev cihê pirsê ye û dihêle ku tilîyê me ber bi rêjîma sûrîyayê ve nîşan bidin, ji ber ku dîmen hene didin xuyakirin ku çawa bi dizî çem qut dikin û derbasî deverên me dibin, her wiha me du qeyik têk birin ku çek derbasî deverên me dikirin.”

 

Kêmanîyên li Dêra Zorê

Birêveberê Navenda Ragihandin ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hebûna kêmanîyan li Dêra Zorê inkar nekir, ku ew kêmanî dihêlin xelkê Dêra Zorê gilîyê kêmbûna xizmetguzarîyan bike, lê wî ew kêmanî bi DAIŞê ve girêda, ku DAIŞ gefê li kermendên xwecihî dixwe û aramî bi seba fermandarê berê Ebû Xewla hê li deverê peyda nebûye. Şam got: “Hin kêmanî li devera Dêra Zorê hene bi awayekî yekser girêdayî rewşa ewlehî ne, ji ber ku DAIŞ sazîyên xizmetguzarîyê dike armanc, her wiha gefan li karmendên sazîyan dixwin da ku dest ji karê xwe berdin. Her wiha endamên Ebû Xewla jî destdirêjî li sivîlan kirin û yek jî navê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk xirab dike.”

 “Em di van kêmanîyê ku li Dêra Zorê peyda dibin de digihêjin, ev operasyona ewlehî di bingeha xwe de bo ewleh û seqemgîrîyê pêk hat, da ku em alîkarîya xelkê bikin bo jîyaneka baştir bijîn, em giranîyê didin vê yekê, ji ber ku deverên di bin kontrola Hêzên Sûrîyaya Demokratîk de li ser asta sûrîyayî û herêmî bi deverên ewle, rewşa jîyan a baştir û yekbûna biryarê  navdar e.”

Bi dawî dike: “Ji ber wê, pêwîstîya Dêra Zorê hê bi piştgirîyê heye, ne tenê ya xwecihî, lê belê ya nevdewletî jî û li vir em rexneyên xwe li sazîyên navdewletî dikin, bi taybet yên hawarhatinê, ji ber ku devera ku bi salan di bin zilma DAIŞê de me, paşguh kirin.”

Li vir, bûyera herpênc gundan li  Dêra Zorê bû dîrokeka nû di jîyana Dêra Zorê, deverên di bin kontrola Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, deverên hikûmeta Şamê û opozîsyona sûrîyayî de, ku pêkanbûna çêkirina fitneyeka nijadî li ser bingehe hizireka şofenîst ku xwe dispêre dibistana beisî, bû tişekî borî û neme vedigere, ji ber ku kesê ku di ezmûne pevrejîya û aşitîyê re derbas bûbe, zehmet vegere hişmendîya tunekirin, mandelekirin û kuştinê, bi taybet ji ber ku encama her du rewşan ji her kesî re belî ye û gelên deverê têra xwe wane û serborên xwînî dîtine.

You might also like