Fermandarê Lîwa EL-Şemal El-Dîmuqratî: Rêjîma Sûrîyayê fitneyê gur dike

Ji çaxa operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” li gundewarên Dêra Zorê li rojhilatê Sûrîyayê li dij komijkên veşartî yên DAIŞê, qaçaxçîyên madeyên hişbir û endamên xirab, dest pê kir, Lîwa EL-Şemal El-Dîmuqratî ya ku beşek e ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û endamên wê ji parêzgehên hundirîn ên Sûrîyayê ne bi taybet ji Idlibê ne tev li vê operasyonê bûne da ku van kesan desteser bikin û seqemgîrîyê li deverê peyda bikin.

Lîwa EL-Şemal El-Dîmuqratî di çarçoveya operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” de li gelek gund û bajarokên Dêra Zorê li dij komikên terorî û endamên xirab şer kir û 5 şervanên di şerê Şihêl, El-Izba û El-Bisêrayê de jîyana xwe ji da, her wiha hejmareka şervanên wê wekî dîl li gel komikên çekdar hintine girtin, paşê hatin rizgarkirin û devera El-Izibayê bi tevahî hat paqijkirin bi hevkarîya hêzên “Komandos”ê, li gor agahîyên fermî yên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk.

 

Fermandarê Lîwa EL-Şemal El-Dîmuqratî, Ebû Umer El-Idlibî bi daxuyanîyeka taybet bo Target Platformê got: “Operasyona Xurtkirina Ewlehîyê li Dêra Zorê bedewam e û li gor planê dimeşe; bi awayekî birêxistinkirî da ku qurbanî ji siîlan çênebin bi teybet li El-Şihêl û Zîbanê.” Her wiha lê zêde dike û dibêje ku hêzên wan hê jî bi dû komikên kesê bi “Newaf El-Beşîr” dikevin yên ku ji hêla Îranê ve tên fînansekirin, û “rêjîma Sûrîyayê li ser belavkirina fitneyê kar dike û dixwaze meselyên neteweyî û êlî bi kar bîne bo ku fitneyekê peyda bike, armanca wê ew e ku bi rêya peyayên xwe yên li devera bakurrojhilatê Sûrîyayê yên ku komikên Newaf El-Beşîr in, deverê kontrol bike.

Rapor û agahîyên ku ji hêla Hêzên Sûrîyaya Demokratîk ve hatine belavkirin tekez dikin ku komik û endamên çekdar hene hewl didin rewşa Dêra Zorê tevlihev bikin û êrîşan li dij HSDyê pêk bînin, ku ji hêla rêjîm û Îranê ve hatine şandin. Di roja 6em a operasyona Xurtkirina Ewlehîyê da HSDyê ragihand ku wê moşek û dron li bajarokê Izibayê dîtine û tê tercîhkirin ku ew ji rojavayê Firatê hatine, bi hevahengîyekê di navbera istixbaratên Tirkîyayê di operasyoneka artêşkirin, komkirin û gurkirina xelkê û tiştê ku li deverê rû dide dide xuyakirin ku ew şer dinavbera  HSD û êlan de ye. Ev yek jî di êrîşên mezin ên ku Tirkîyaya dagîrker li gundewarên Minbic li rojhilatê Helebê de xuya bû, ku hevdemî operasyona Xurtkirina Ewlehîyê bû.

 

Hevahengî di navbera Tirkîya û hikûmeta Şamê de

Ebû Umer El-Idlibî amajeyê bi wê yekê dike ku “di van demên dawîyê de xuya kir ku yekîtîyek di navbera rêjîma El-esed û dagîrkerîya Tirkîyayê de heye, bi rêya kanalên ragihandinê yên ku fitneyê gur dikin û didin xuyakirin ku tiştê li Dêra Zorê rû dide şerê di navbera ereb û kurdan de ye. Plan ji hêla rêjîma El-Esed û Tirkîyayê de hene da ku fitneyê di navbera pêkhateyên deverê de gur bikin û hewl didin ku şer di navbera kurd û ereban de çêkin, lê ev plan tên çûn û negihan armanca xwe, em dê di van saetên bê de rewşê desteser bikin û komikên çekdar têkbibin.”

 

Hevpeymana Navdewletî ji nêz ve çavdêrîyê dike

Fermandarê Lîwa EL-Şemal El-Dîmuqratî, Ebû Umer El-Idlibî, bal kişand ser wê yekê ku piştkiriya ku Hevpeymana Navdewletî bo operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” pêşkêş dike çavdêrîya çemê Firatê û enîya di navbera HSD û rêjîmê de ye. Her wiha tekez dike ku Hevpeymana Navdewletî du qeyik kirin armanc ku tê da çek û cebilxane bo çekdarên li bakurrojhilatê Sûrîyayê hatibûn şandin, hebûn.

 

Herpişkê serekê yê HSDyê

Tevlîbûna Lîwa EL-Şemal El-Dîmuqratî ya ku şervanên ereb ji parêzgehên Sûrîyayê yên mîna Heleb û Idêibê dihewîne, idîayên alîyên din ên ku dixwzin rewşa Dêra Zorê gur bikin û propagandaya şerê kurd û ereban dikin, li derewê diqelibîne, ji ber ku tevhîya şervanên Lîwa EL-Şemal El-Dîmuqratî ereb in û ji 2015an ve şerê DAIŞê kirine û destwerdan di rizgarkirina gelek deveran de kirine, di serê wan de Reqa paytexta xîlafetê û Baxoz, dawîtirîn hêlîna DAIŞê li Dêra  Zorê.

 

 

 

You might also like