Dadgehkirina sûrîyayîyan li Tirkîyayê.. binpêkirineka din li Efrînê zêde dibe

Ji 20ê kanûna paşîn a 2018 ve, çaxa ku êrîş li dij devera Efrînê ya xwedî taybetîya kurdî li bakurrojavayê Sûrîyayê, pêk hat ku 58 rojan dom kir heta 18ê adara 2018an, ji wê çaxê ve çîrokên trajîdî ji Efrînê dertên.

Devera ku ewle bû û ji hemû sûrîyayîyan re hêlîn bû, bi taybet Heleb û Idlib ên nêzî wê, di şev û rojekê de veguherî qada tawan û binpêkirinên plankirî yê li ser xelkê wê resen anog kurdan pêk tê, ku rastî dizî, talankirin a mal û milkan, destdanîna li ser mal, erd û darên zeytûnan dihatin. Her wiha girtina bi sûcên derewîn û îşkencekirin ew jî bi sûcê ku berê bi Birêveberîya Xwerser a Kantona Efrînê re kar dikin.

.

Bi dehên sûrîyayîyan li Tirkîyayê tê dadgehkirin

Yek ji binpêkirinên ku li Efrînê hatiye belgekirin, veguhastina girtîyên ku xwedî nasnameya sûrîyayî ne bo hundirê Tirkîyayê û dadgehkirina wan li wê deverê ye, qubanîyê herî dawî welatîyê kurd “Nezîr Xelîl Kihlo” yê 48 salî bû, ji gundê Sinarayê yê girêdayî devera Şîyê ye, ku çalakvanan dîyar kir ku ew di destpêka tîrmehê de bo Tirkîyayê hat veguhastin da ku li wir bi sûcê danûstandina bi Birêveberîya Xweser re dadgeh bibe. Her wiha çalakvanan tekez kir ku ew rastî îşkenceyê hatiye berî ku bo Tirkîyayê bê veguhastin.

Li bara vê mijarê berdevkê Birêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, Ibrahîm Şêxo ji Target Platformê re got: “Polîsên tirk bo hevkarîya desthilatdarîya xwecihî li deverên dagîrkirî li bakurê Sûrîyayê û bi taybet li Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî, gelek hemwelatîyên kurd digirin û derheqê wan de hikumên mezin dibirin piştî ku wan vediguhêzin Tirkîyayê, hin ji wan hikumê wan digihêje hetahetayê, her wiha hin hikum derketin giha asta bidarvekirinê li Efrînê.”

Berdewanm dike: “Em dizanin ku li gor qanûnên Tirkîyayê hikumê bidarvekirinê li Tirkîyayê hatiye qedexekirin, lê ew vî hikumî li dadgehên Efrînê pêk tîne, heger rasterast pêk neyê jî, lê ew dadgeh dimînin di bin desthilata Tirkîyayê de, ji ber wê ew peymanên navdewletî binpê dike û bi taybet herçar peymanên Cinêvê yên sala 1949an, ku veguhastina sûrîyayîyan bo Tirkîyayê û dadgehkirina wan qedexe dike, ji ber ku qedexe ye desthilatdarîya dagîrker hemwelatîyên dewleta dagîrkirî veguhêzîne xaka xwe.”

Li bara hejmara kesên sûrîyayî yên ku bo dadgehkirinê bo Tirkîyayê hatine veguhastin, Şêxo got: “Li Serê Kanîyê hejmar li derdora 63 kesan bû û li Efrînê tu bibelgekirinên rast tunene lê hejmar ji 50 kesî bêhtir e.”

Berdewan dike: “Her wiha hikumên karê giran jî di navbera 12 û 14 salan de heye, me bi dehên rewşan bibelge kiriye ku lêpirskarên tirk bi girtîyên sûrîyayî re lêpirsînê dikin û bi taybet bi kurdan re, çi jin, çi mêr û çi jî zarok bin, ev yek jî li gorî peymanên vandewletî qedexe ye.”

 

Ji ber çi birêxistinên navdewletî tevnagerin?

Derdevkê Birêxistina Mafên Mirovan a Efrînê amaje bi wê yekê kir ku “Birêxstina Lêborînê ya Navdewletî berî derdora salekê raporek çêkir ku tê da veguhastina sûrîyayîya bo dadgehkirina wan li Tirkîyayê şermezar kir, ev yek nedadîyek e di derheqê sûrîyayîyan de. Her wiha alîyên navdewletî li gor berjewendîyên xwe tevdigerin ku ew jî roleka sereke di lîstina bi qanûn û peymanên navdewletî de dilîzin.”

Zelal dike: “Neteweyên Yekbûyî yan jî Rûsya ji ber ku berevanîya rêjîmê dike, dikarin Tirkîyayê ji vî karî rawestînin, her wiha birêxistinên mafî yên navdewletî û Encumana Mafên Mirovan a Navdewletî yên ku ev kiryar bibelge kirine, heta niha negihane asta kirinê, lê belê tenê bi karê bibelgekirine ve rabûne.”

Balê dikşîne ser wê yekê ku “heta niha tu sîfeteka neçar li bara vê mijarê tuneye ji bilî di rêya Encumana Ewlehîyê de be, lê em dizanin ku di dema niha de ev yek hê dûr e, ji ber ku ava wan û ya Tirkîyayê di cihokekê de diherike û berjewendîyên wan yek in, ji ber wê em niha nikarin hêvîya tiştekî bikin, tevî ku bergirîyên ku Gencîneya Amerîkayê pê rabû jî, ku her du komikên Artêşa Niştimanî xist lîsteya cezayan, anjî tiştê ku di 2021ê de derheqê komika Ehrar El-Şerqîye pêk hat, lê ew dimîne bergirîyên lawaz in û nagihêje asta tawan û binpêkirinên ku sûrîyayî rastî wan hetine li deverên di bin dagîrkerîya Tirkîyayê de.”

 

Sûrîyayî dikarin çi bergirîyan li dij Enqerayê bikin?

Li bara vê mijarê, Ibrahîm Şêxo got: “Sûrîyayîyên ku rastî binpêkirinan tên û yên ku ji hêla hikûmeta Tirkîyayê ve hatine girtin an jî ji hêla komikên wê ve û bo Tirkîyayê hatine veguhastin û lê rastî dadgehkirinê hatine û niha li Sûrîayê ne, dikarin têkilîyê bi birêxistinên navdewletî re bikin û gilîyê xwe bikin bi rêya çêkirina wekaletê ji xizmên xwe yên derve re û van dozan li dadgehên navdewletî tevbigerînin, ku ew rastî dadgehkirinan li derveyî welatê hatine, ji hêla desthilatdarîyeka biyan a dagîrker, ku tu têkilîya wê bi hundirê Sûrîyayê re tuneye.”

Berdewam dike: “Ev doz dikevin çarçoveya tawanên şer an jî tawanên dijmirovî ji hêla desthilatdarîya dagîrker, wekî ku em dizanin, peymana “Hague”yê qedexe dike û dibêje ku divê dagîrker demografîya devra dagîrkirî neguhêre.”

Bi dawî dike: “çem dikarin bibêjin ku Tirkîya berpirsyara yekser e li bara van tawanên ku xelk li devrên di bin dagîrkerîya wê de rast wan tên, bi rêya van komikên ku girêdayî wê ne, tiştê ku li Efrînê rû dide mînaka herî berçav a vê yekê ye.”

Bi dehên sûrîyayîyên kurd di girtîgehên Tirkîyayê de ne û li wê deverê tên dadgehkirin. Wekî ku xuya dike çarenûsa bi sedhezarên kesan ên ku li Efrînê ne, derveyî zindanan, nedûrî çarenûsa kesên ku girtî ne, hinekî rûbera girtîgeha wan berfirehtir e, lê xuya dike cezayê wan yek e.

 

You might also like