Hêvîyên rêjîm û opozîsyonê dişkîne.. êlên erebî: “El-Xibêl” li ser xwesteka me hat girtin

Hikûmeta Şamê û li paş wê Îran û Rûsya, her wiha opozîsyona sûrîyayî ya ku di bin navê Kwalîsyonê de kar dike û li paş wê Ixwan El-Muslimîn û Tirkîya, hewl didin di ava girav de li Dêra Zorê nêçîrê bikin, ew jî piştî ku bi awayekî fermî fermandarê Encumana Leşkerî ya Dêra Zorê, Ehmed EL-Xibêl Ebû Xewla bi daxuyanîyekê ji “Hêzên Sûrîyaya Demokratîk” ji kar hat xistin.

Jikarxistina El-Xibêl ne ji nişkan ve bû, lê belê ev yek ji ber du mehan de pêşbînîkirî bû, ji ber ku bi gelek kiryaran rabûbû ku ji hêla gel û êlên erebî ve li devera rojavayî hatibû redkirin, ev yek jî di daxuyanîya “HSD”yê da zelal dibe.

Ku “HSD”yê di daxuyanîya xwe de got: “Piştî demekê ji çavdêrîkirinê û ji ber gelek gilî û gazinên gel û li gor fermana desteserkirinê ya cihgirîya giştî li Bakur û Rojhialtê Sûrîyayê, ew jî ji ber ku gelek sûc û tawan kirine ku hevahengî bi alîyên derver re yên li dij şoreşê dikir û gele tawanên cînayî derheqê gel de kirine û bazirganîya madeyên hişbir yek ji wan tawanan e.”

HSDyê berdewam kir: “ji ber ku rewşa ewlehî bi awayekî ne baş bi rê ve dibir, rola wî ya neyînî di zêdebûna tevgera DAIŞê de û bikaranîna payeya xwe bo berjewendîyên kesayetî û malbatî ku ev yek ji ne li got sîstema hundirîn a Hêzên Sûrîyaya Demokratîk e, Encumana Leşkerî ya Dêra Zorê û bi erêkirina Encumana Leşkerî ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, biryar da ku Ehmed El-Xibêl ji erka xwe ya fermandarîya Encumana Dêra Zorê ya Leşkerî bê dûrxistin û pê ra jî çar kesên ku bi wan tawanan re têkildar bûn.”

 

Êlên erebî jikarxistina El-Xibêl erê dikin

Di vê rewşa ku hikûmeta Şamê û opozîsyona ku bi fermana Tirkîyayê tevdigere hewl didin wê tevlihev bikin, êlên erebî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê tersî propogandaya wan û keysbazkirina wan xwe nîşan dan.

Ku daxuyanîya ku roja pêncşemê ji hêla şêx û rûspîyên êlên Dêra Zorê derket, gelek xalan tekez dike û ji wan dawazê li ciwanên êlên dike ku xwe birêxistin bikin û bi dû kanalê ku Tirkîya, Qeter û rêjîma Sûrîyayê piştgirîya wê dikin, neçin, mîna kanala Orientê ya opozîsyonê ku gelek vîdyo û agahîyên neras belav kirin û digot ku ew şerê di navbera “êl” û “HSD”yê de ye.

Her wiha şêx û rûspîyên Dêra Zorê tekez kirin ku wan daxwaz li HSDyê kir da ku “Ehmed El-Xibêl” Ebû Xewla darizînin, ji ber ku gele tawan pêk anîne û yên her dawî jî kuştina her du keçan li Dêra Zorê û avêtina wan. Her wiha ew rijd bûn ku ew li dij çi alîyekî ye çi derveyî û çi jî hundirîn be û tekez kirin ku “ereb û kurd di enîyekê de ne, ku wan bi hev re li Dêra Zorê û deverên din şerê DAIŞê kirine.”

Ji hêla xwe ve  şêx û rûspîyên êlan li deverên Sirîn û Cirnîyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê daxuyanîyek bo raya giştî dan ku tê de tekez dikin ku ew li dij fitneyan in ên ku ermanca wan ew ek ku aramîya deverê têk bibin û xizmeta berjewendîyên dewletên derve dikin, ku di daxuyanîyê de wiha gotin: “Fitneya ku li Dêra Zorê rû da, tu têkilîya wê bi êlên erebî re tuneye wek çawa ku ragihandin derve dibêje ku tiştê ku rû dide li dij êlên erebî ye.­”

Her wiha dan zanîn ku “hêzên li ser erdê ji êlan in û erka xwe dikin ku gel diparêzin li dij komikên veşartî yên DAIŞê” û şerê li dij terorê bi piştgirîya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hê berdewam e, ji ber ku eew tekane proje ye ku mafên hemû pêkhateyan diparêze, û bal kişandin ser wê yekê ku tiştê li Dêra Zorê diqewime “planek e bi piştgirîyeka deveyî û herêmî bo fitneyê di nabera pêkhateyên deverê de çêke.”

Her wiha wan tekez kir ku çi ji wan bê xwestin ew dê li tenişt HSDyê bin da ku aramî û ewlehîya deverê peyda bikin, bi taybet bûyerên ku li Dêra Zorê rû dan, binpêkirina qanûnan bû û hin kes ji rêzikên projeya Birêveberîya Xweser a ku armanca wê peydakirina aramî û ewlehîyê ye, derketin.

Şerê li dij DAIŞê nabe bihaneya desthilatdarî û gendelîyê

Ji çavan nayê dûrxistin ku Xibêl bixwe li dij DAIŞ li tenişta HSDyê şer kiriye, lê belê hişmendîya desthilatdarî û milkdarîyê ya ku hikûmeta Şamê ew di kesayeka gelek sûrîyayîyan de çandiye, ev qas salên şer li Sûrîyayê nikarîbû wê hişmendîyê têk bibe, ji encama gelek gendel li deverên opozîsyonê, deverên HSDyê û deverên hikûmeta Şamê derketin, û ji xwe re şahnişîn û mîrnişîn ava kirin, her kesek li gor asta hizira xwe.

Hikûmeta Şamê û opozîsyona sûrîyayî ya bi ser Tirkîyayê ve , bûyer keysbaz kirin, “Ehmed El-Xibêl” ê ku heta 26ê tîrmhê “gendelekî HSDyî bû”, piştî ku HSDyê ew desteser kir da ku bi tawan û gendelîya wî wî dadgeh bike, bû “nîşanek” ku kanalên opozîsyon û hikûmetê wî wekî “niwênerê ereban li Dêra Zorê” dibînin û ew di dafikê de werbûye dema ku hatiye girtin.

 

Opozîsyon û hikûmet û nêçîra di ava girav de

Di vê çarçoveyê de malperên girêdayî opozisyonê hin nûçe belv kirin ku li gundewarên rojhilatî û bakurî yên Dêra Zorê ne aramîyeka ewlehîyê heye ku qaşo pevçûn di navbera “Hêzên Sûrîyaya Demokratîk” û “Encumana Leşkerî ya Minbicê de rû daye, ev pevçûn jî opozîsyon dixwaze berfireh bibin, da ku wê ji bo li dij HSDyê bi kar bînin, herger ne li qadê be jî lê bele di warê ragihandinê de, her wiha ragihandin rêjîma Sûrîyayî jî ev yek kir.

Her wiha opozisyon û rêjîma Sûrîyayê hewl dide ku kêferata li Dêra Zorê bixe çarçoveyeka neteweyî (erebî-kurdî), lê ew yekcar ne wiha ye, gelek sedemên wê hene, yek ji wan jikarxistina El-Xibêl li ser xwesteka piranîya êlên erebî pêk hat û ya duyem jî “HSD” El-Xibêl ji kar xist ne ku ji bo kesekî kurd erkdar  bike, lê bele da ku xelkê Dera Zorê fermandarekî ji nav xwe bibijêrin, bêyî ku mafên mirovan binpê bike û bêyî gendelî û qaçaxtîya madeyên hişbir, petrol û çeka û bêyî ku xelkê deverê kêm bike.

Lê nûçeyên ku dibêjin ku çekdarên ji “Encumana Dêra Zorê ya Leşkerî” hin deverên HSDyê desteser kirine, ew tenê xwestek û hêvîyên Şam û opozîsyona bi ser Tirkîyayê ve ne, ji ber ku pevçûn ne di navbera “HSD” û “Encumana Dêra Zorê ya Leşkerî” de ye.

Lê belê pevçûn di navbera çekdarên pêvek ên Ehmed El-Xibêl û endamên din ên Encumana Leşkerî ya Dêra Zorê û HSDyê de ye, ku HSD û encuman jî dê dest ji parastina Dêra Zorê bernedin û dê dest di komikeka ji çeteya bernede û dê nehêle tu kes li bin sîya ala wê gendelî û tawanan bike.

Ji ber wê çi kesên ku zirar ji Ehmed El-Xibêl û birayên wî dîtine bawer dikin ku dê ji hêla HSDyê ve were darizandin, ku wî berî niha navûdengê wê xirab dikin, çi qasî ev gev dereng mabe jê, lê niha ketiye asta pêkanînê.

Ehmed El-Xibêle dê ne sembolek be, lê belê dê bibe ibret ji hemû fermandarên li dervera aHêzên Sûrîyaya Demokratîk, ku çarenûsa gendel, tawankar û kujeran zindan e, ne xelatkirin û wênekişandina bi serok û serekan re ye.

Ev hevkêşe dê ji bo kesê ku li bin desthilatdarîya opozîsyon an jî rêjîmê de jîya be, zehmet e bê têgihaştin,  ji ber ku ew fêr bûne ku li devera wan tawankar tên xelatkirin, li Şamê tawankarê Komkujîya Tedamunê bi kêfa xwe diçe û tê li ber çavên rêjîma ku jê re ewlehî û jîyaneka xweş peyda dike.

Her wiha li deverên opozîsyonê ya girêdayî Tirkîyayê, ew jî fêr bûne ku tawankarên mîna Hatin Ebû Şeqra serekê komika “Ehrar El-Şerqîye” ya ku seroka Partîya Sûrîyaya Siberojê, Hevrîn Xelef, kuşt bên xelatkirin, an jî Mihemed El-Casim Ebû Emşa yê ku li dor namûsa çekdarê xwe yên ku ew rê kirine Lîbyayê, digere.

Têgihaştina xelkê Dera Zorê

Tekez e ku piştbestîya pêşî û ya dawî dimîne ser têgihaştina xelkê Dêra Zorê, yên ku cara yekem e di dîroka Sûrîyayê ya nûjen de desthilatdarîya leşkerî, siyasî û birêveberîyê ya wan, dikeve destên wan, ew jî piştî rizgarkirina wan ji birêxistina DAIŞê ya terorîst, heger ne wiha ba dê Ehmed El-Xibêl nikarîba serî li hember “HSD”yê hildaba, HSDya ku li gor kanalên rêjîm û opozîsyonê idîa dikin ku ew Dêra Zorê dagîr dikin.

You might also like