HSD: Hikûmeta Şamê çekdaran derbasî Dêra Zorê dike qene êrîşan bibin ser hêzên me

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk li bara operasyona “Xurtkirina Ewlekarîyê” û planên Hikûmeta Şamê li Dêra Zorê îroj pêncşemê daxuyanîyek belav kir.

– Rêjîma Sûrîyayê komikên çekdar şandine Dêra Zorê qene êrîşî hêzên me bike û fitineyê derxîne.

– Ev alî fişarê li rîspîyên herêmê dikin.

– Operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” bi daxwaza êl û şênîyên herêmê (Dêra Zorê) dest pê kiriye û ew xwedî agahî ne.

– Dê operasyon heta bidesxistina encaman, dom bike.

Hêjayî gotinê ye ku roja 27ê tebaxê HSD bi hevkarîya Hevpeymana Navdewletî operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” li dij komikên veşartî yên DAIŞê û bazirganên madeyên hişbir li Dêra Zorê da destpêkirin û heta niha /21/ endamên komikên veşartî û bazirgan desteser kirine.

You might also like