Pedersen li pêş Encumena Ewlekarîyê: Prosya siyasî li Sûrîyayê diterpile

Li gel xetmandina proseya siyasî li Sûrîyayê, nebûna tu bipêşketin an destkeftîyekê di dosyaya çareserîya siyasî de û hilweşîna bi lez a aborîya welêt di vê dema dawîyê de, Şanderê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyayê Geir Pedersen li pêş Encumena Ewlekarîyê hişyarî da ku krîz girantir dibe û azarên sivîlên sûrîyayî zêdetir dibin.

Pedersen got ku berdewamîya rageşî û şer li Sûrîyayê, proseya siyasî ya terpilî asteng dike û êşa gelê Sûrîyayê girantir dike, di demekê de ku krîzên li dû hev wekî koçberî, revandin, binpêkirinên mafên mirovan û êrîşên terorane tên serê welat ev yek jî li kêleka bilindbûna buhayên madeyên sereke pêk tê. Her wekî “rêjîma Sûrîyayê” nema dikare aborîya bipaşketî ya welat baş bike. Di heman demê de dibêje “dibe ku krîzên rastî Sûrîyayê tên bi rêya pêkanîna biryarên navdewletî di serî de ya 2254yan krîz çareser bibin. Dest bi pêkanîna hin gavên li bara biryarê bike ku dibe karibe “hilweşîna bêdawî” derbas bike û başî û proseya avakirina bawerîyê teşwîq bike.”

Şanderê navdewletî tekezî li ser berdewamîya bipêşkêşkirina alîkarîyên mirovî bo sûrîyayîyan û serxwebûna karê Neteweyên Yekbûyî di warê proseyên mirovî de kir, her wekî welatên bexşdar bêtir alîkarîyan bo belengazên li Sûrîyayê pêşkêş bikin û kar bo rawestandina domdar a şer li tevahîya welat bê kirin.

 

Alîgirîya Rûsya û Îranê

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Samir El-Xilêwî di hevpeyvînekê li gel Target Platformê de dibêje ku “heta niha Pedersen bi rengekî rasteqîne neaxiviye û navê tiştan li wan nake û hîna jî li dor El-Esed, Îran û Rûsyayê diçe û tê û ji wan re xweş dike, heta radeya ku kî lê guhdarî bike dê bibêje pirsgirêka Sûrîyayê di pileya yekem de aborî ye. Her wekî heta niha berpirsyartîya bibinketina komîteya bi navê Komîteya Destûrî li El-Esed nagire. Ew dizane ku ev komîte tiştên pêwîst nekir û ne jî dike û ew tenê dûrxistina biryara Encumena Ewlekarîyê ya 2254yan e. Lê belê di vê rêya bibinketî de dom dike tenê ji bo ku bibêje ev ji bo pêkanîna çareserîya siyasî ye. Rêya ku Beşar El-Esed jê re piştrast kiriye ku tu pêwendîya wî pê re tuneye, lê belê li tenişta rakirina cezayan ew dixwaze her kes piştgirîya wî bike û ji nû ve wî hilberîne.”

 

Berdewamkirina cezayên amerîkayî

Niwênera Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Linda Tomas Greenfield li pêş encumenê got ku rageşîya li Sûrîyayê nearamîyê li tevahîya herêmê belav dike. Wê bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Şamê bazirganî û qaçaxtîya madeyên hişbir hêsan dike û Washington dê hewldanên xwe bo xurtkirina lêpirsînê li bara binpêkirinên hikûmeta Şamê berdewam bike û cezayên amerîkayî yên dawîyê dê heta bipêşketinek di çaresrîya siyasî de herî kêm çêbibe, berdewam bin. Daxwaz dike ku gerek e xebat bên kirin qene rewşa jîyanî ya sivîlên sûrîyayî baş bibe û vegereka ewle ya koçber û derbederên sûrîyayî  bo warê wan were dabînkirin, her wiha kar bo serbestberdana hemû girtîyan û dîyarkirina çarenivîsa kesên windayî bê kirin.

 

Banga roleka çalak a erebî

Ji hêla xwe ve, cîgira niwênera Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî li Neteweyên Yekbûyî tekezî li ser wê yekê kir ku gerek e çareserîya siyasî tekane rêya derbaskirina krîza Sûrîyayê be û bang kir ku hevkarîya navdewletî bo kêmkirina rageşîyê li tevahîya herêmên sûrîyayî zêde bibe û rûbirûbûna gefên ku birêxstina DAIŞê ya terorîst çêdike, berdewam be. Her wekî daxwaz kir ku pêdivî bi xurtkirina rola erebî ya avaker heye qene alîkarîya Sûrîyayê di vegerandina aramîyê û başbûnê da bike.

Di wextekê de ku niwênerê hikûmeta Şamê li Neteweyên Yekbûyî Besam Sebax got ku berdewîya hebûna Tirkîyayê li Sûrîyayê û piştgirîya Enqerayê ji terorîstan re mayîndekirina aramîyê li herêmê asteng dike.

Xilêwî dibêje ku “felekata mezin, alîyên dixwazin ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û yên pê re ji sîstemên qirker û dektatorî ku piştgirîya rêjîma sûcan dike qene destwerdanê bikin. Tişta ku Mîrgehên Yekbûyî dike ew malwêranîya Sûrîya û gelê wê ye. Berî û heta niha jî hemû cureyên piştgirîyê bo vê rêjîmê pêşkêş dike. Her wiha heger Pedersen li ser heman rêyê bimeşe, dê tu destkeftîyeka rasteqîne pêk nayê, berovajî wê, ew li gor El-Esed diçe û dijîtîya arezûyên gelê Sûrîyayê dike. Ji ber vê yekê ne yek ji zarokên gelê Sûrîyayê hêvîyê di Pedersen an jî mîna wî, nabînin”

Civîna Encumena Ewelekarîyê ya taybet bo Sûrîyayê hevdemî bipêşketinên bi lez ên li Sûrîyayê tê lidarxistin. Tevî astengîyên li pêş krîza siyasî, di serî de daketina nirxê lîreyê û bandorên wê li rewşa jîyanî bi taybet li herêmên hikûmeta Şamê, zêdebûna êrîşên birêxistina DAIŞê ya terorîst nexasim li biyabanê, heta bi tevgera gelêrî li dij Şamê û serokê rêjîma Sûrîyayê Beşar El-Esed ku ji Siwêdayê dest pê kir û gihaşt parêzgehên din ên wekî gundewarên Şamê, Heleb û Dêra Zorê.

Hêjayî gotinê ye ku hemû destpêşxerî û kongreyên bo Sûrîyayê hatin lidarxistin, ji Cinêva yekem ve, tu destkeftîyek di dosyaya krîzê de bi dest nexist û ne jî gavek ber bi çareserîyeka siyasî avêt. Ev yek tevî destpêşxerîyên erebî ku piştî vegera hikûmeta Şamê bo Komcivîna Erebî di gulana borî de dest pê kirin û bi “Gav bi Gav” tê naskirin. Hevdemî wê hin rapor dibêjin ku Şamê tiştên jê dihatin xwestin pêk neanîne û bi taybet di warê hêza Îranê û şerê li dij madeyên hişbir. Ev yek bû sedem ku rêya welatên erebî bo çareserî, veberanîna aborî û geşepêdanê li Sûrîyayê asteng kir.

Nebûna îradeya navdewletî

Tevî ku bêtir ji 12 salan di ser krîza Sûrîyayê re derbas dibin û bê çare maye, şîrovekar dibêjin ku dosyaya sûrîyayî nema ji rojevên sereke yên Civaka Navdewletî ye, di wextekê de ku alîyên bibadnor di krîzê de yên wekî Tirkîya, Îran, û Rûsîyayê li gor berjwendîyên xwe û rêkeftinên dîyarkirî tev digerin û hewl didin ku temenê rageşîyê dirêj bikin qene armancên xwe bi cih bînin, tevî azarên mirovî yên mezin ên milyonên sûrîyayîyan.

You might also like