Başûrê Sûrîyayê li dij hikûmeta Şamê serî hildide

Piştî ku di sala 2011an de hêlîna tevgera gelî ya li dij hikûmeta Şamê bû, careka din başûrê Sûrîyayê dikeve rojevê li Sûrîyayê, ku xwepêşanddan li Dera, Siwêda û gundewarên wan rû didin û tê da daxwza çûyîna serokê Sûrîyayê Beşar El-Esed dikin û rewşa jiyanî û nebûna ewlehîyê şermezar dikin, ku Şam jî li hember van pirsgirêkan bêzar e.

Tora “El-Siwêda 24”ê da zanîn ku ev sê roj in le ser hev bi sedan li qada “El-kerama”yê civîyan û durişmeyan hildidin ku tê da çûyîna serokê rêjîma Sûrîyayê Beşar El-Esed dikin, ev yek hevdemî xwepêşandanên mîna wê li bajarê Şehbayê tê, ku li wê deverê jî xwepêşander gihan navenda partîyê li bajar û karmendên wê qewirandin, pê re jî diruşmeyên xistina rêjîmê hildidan.

Toreya “El-Siwêda 24”ê tekez kir ku li bêhtir ji /35/ gund û bajarokan ji wan “Mecadil, Sale, El-Riha, El-Qerya û Heran” xwepêşandan derketin û doza çûyîna serokê Sûrîyayê û xistina rêjîma wî kirin û tevl li girava giştî û serîlidana sivîl bûn, her wiha gundê Qêsmayê li gundewarên rojhilatî yên bajar girava giştî çêbû û avahîya şaredarîyê û rêyên sereke hatin girtin.

 

Serokatîya giyanî ya dirzîyan piştgirîya xwepêşandanan dike

Serokatîya giyanî ya dirzîyan roja duşemê bi daxuyanîyekê piştgirîya xwe ji xwepêşandanan re dan xuyakirin û siyaseta hikûmetê ya li bara parêzgeha Siwêdayê red kirin, ku siyasetên hikûmetê hişt ku xelkê parêzgehê ber bi derve ve koçber bibin. Her wiha Tevgerea Rîcal El-Kerama şandeyek ji serokatîya giyanî ya dirzîya re şand û piştgirîya xwepêşandan û daxwazên xwepêşanderan kir û amaje bi wê yekê kirin ku hikûmeta Şamê siyaseteka olakirirî bi rê ve dibe da ku nearamî û gendelîyê li başûrê Sûrîyayê belav bike.

Tevî wê jî ev ne cara yekem e ku Siwêda li dij hikûmeta Şamê serî hildide, lê tiştê balkêş di vê carê de ew e ku xwestekên başkirina rewşa jîyan û ewlehîyê, azadkirina girtîyan û rawestandina bazirganîya maddeyên hişbir, veguherî daxwazên siyasî û di serî de pêkanîna birêveberîyeka xweser, nenavendîbûn, çûyîna serokê rêjîmê û pêkanîna biryarên navneteweyî yên li bara Sûrîyayê û di serî de biryara 2254ê.

Serekê şaxê Siwêdayê yê Birêxistina Erebî ya Mafên Mirovan û endamê damezrîner yên destpêşxerîya niştimanî li Cebel El-Erebê, Silêman El-Kifêrî, bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re got: “Ev tevger piştî êş û azarên dûvdirêj ên gelê Sûrîyayê tên, ku di xizanî, birçîbûm, nebûna medeyên bingehîn û bêzadaîyê re derbas bûn, ev girav encama nav tiştan e û tiştî normal ku xwepêşander siloganên cur bi cur hildi ku hi ji wan siyasî ne û hin jî aborî û niştimanî ne. Xwepêşandanên li siwêdayê nayê wê wateyê ku ew tenê bo Siwêdayê ye, lê belê tê wateya ku bo gelê Sûrîyayê ye û xwe naspêre lêvegereka rêbazî an jî partîtî an jî olî, ew dûrî van îdyolojîyan e û ew tevgereka xweber e ji encama fişarê çêbûye.­”

Rehendên siyasî dihewîne

Ji hêla xwe ve serekê Partîya Sûrîya Ewelen, Selman Şibêb bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re dibêje ku “Tevî ku sedema sereke ya ku hişt xwepêşandan li Siwêdayê derkevin rewşa jîyaynî ya zehmet û têkçûna rewşa aborî bû, lê ev nayê wê wateyê ku rehendên wê yên siyasî paşguh bikin, ku ew sedema hemû pirsgirêkên sereke ye çi ji hêla aborî û çi jî ji hêla krîza xizmetguzarîyê ya ku gelê Sûrîyayê daye ber xwe.” Her wiha amaje bi wê yekê dike ku “pirsgirêka Sûrîyayê siyasî ye û gelek alozî ji encama wê rûdane û ev alozî bêyî çareya siyasî tu pirsgirêk çare nabe.”

Şibêb lê zêde dike: “Silogana nenavendîbûnê ya ku xwepêşandera ew bilind kiribû, pir girîng e, ew bi vê yekê nêrîna hêza siyasî û civakî dinimînin ya ku bawer e ku navendîbûn di birêvebirina welat de bi bin ket û divê rewşek ji rewşên nenavendîbûnê pêk were û ji hêla niştimanî ve li ser wê were lihevkirin.”

Dera tev li xwepêşandanan dibe

Li parêzgeha Derayê ya cîran, bi sedan li bajarê Dera, Dail, Senemên û Newayê derketin xwepêşandanan û daxwaza çûyîna Beşar El-Esed kir û rewşa jîyanî û aborî ya zehmet û nepeydabûna ewlehîyê li deverên rêjîma Sûrîyayê şermeza kirin, ku başûrê Sûrîyayê hêlaîna reşkujî û bazirganîya madeyên hişbir.

Li gor Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan, hêzên hikûmeta Şamê li bajarê Newayê yê rojavayê Derayê gule li xwepêşanderan barand, vê yekê hişt ku pevçûn di navbera wan û ciwanên bajar de rû bide, paşê bi dehên topan li bajar barand. Xwepêşandanên bişev li Casim, Dail, Senemên, Tseyil, El-Şecera û Sehim El-Colanê derketin ku tê da xsepêşanderan doza xistina rêjîma Beşar El-Esed û berdana girtîyan kir.

Ev xwepêşandan li başûrê Sûrîyayê zexmeka mezin bi dest dixe, ku bi awayekî bilez berfireh dibin û giravên girştî û serîhildanên sivîl pê ra rû didin, bi taybet li parêzgeha Siwêdayê. Li daxwazên pêkaîna biryarên navneyeweyî yê li bara Sûrîyayê bo çareyeka siyaysî ya tekez dûrî destwerdanên derveyî, her wiha li gor şopînera ev xwepêşandan têkçûna vegerandin têkilîyan bi dewletên erebî re tekez dike û di dawî de gotin dê bimîne ya sûrîyayîyan ên ku dê siberoja siyasî ya welatê xwe bibijêrin.

You might also like