Cenga tolhildanê zû dest pê dike.. gelo careka din dê Îmamoglu li Stenbolê Erdogan têk bibe

Wek ku xuya dibe em dê hilbijartinên balkêş ên Tirkîyayê di 2024an de bibînin, hazirîyên wê jî zû dest pê bûn, ku serokê Tirkîyayê Receb Teyib Erdogan creka din pala xwe dide Huda PARê da ku di rûyê HDPyê de raweste li ser hêvîya ku girseya hilbijartinê ya kurdî ji hev bixe, ku ev yek bûye mîna kabûsekê jê re.

Hesabê Erdogan di van hilbijartinan de ne tenê girêdayî girseya hilbijartinê ya kurdî ye, lê bele dê partîya wî –AKP- cengbazîya hilbijartinan li Stenbol û Eqerayê bike. Ekrem Îmamoglu, ku yek ji serekên partîya CHPyê ya opozîsyon e dê careka din hewl bide şaredarîya Stenbolê bi dest bixe, ku berî niha wî rêjîma Tirkîyayê êşandibû ji ber ku piştî 25 salan ji desthilata îslamîstan, ew bi ser ket.

 

Cengbazîya hilbijartinên şaredarîyê

Hilbijartinên şaredarîyê yên ku dê di adara 2024an pêk bên, hevdemî hilbijartinên serokatî yên ku di gulana borî da pêk hatin, tê, ku serokê Tirkîyayê -tersî hêvî û dîtinên alîgirên wî- neçar bû ku biçe gera duyem a hilbijartinan piştî hevgirtineka opozîsyonê li hember xwe dît ku ew opozîsyon pişta wê bi dengên kurdan xurt bû. Rast e ew bi bin neket, lê ew nêzî bibinketinê bû û gera duyem bi zor û heft belayan bi dest xist, ew jî ji ber ku neteweperest ber bi xwe ve kişandin.

Her  wiha hilbijartinên ku tên hevdemî reşeka aborî û jîyanî ya herî zehmet a ku Tirkîya tê re derbas bûye, tê. Lêkolînên bêalî –dûrî hejmarên dewletê-  dibêjin ku asta têkçûna nirxê lîreya tirkîyayî giha  106%, ku vê yekê hişt ku Erdogan dest ji gelek siyasetên xwe yên aborî berde, yek ji wan jî daxistina nirxê faîdeyê û ya herî girîng jî ew e ku gelek malê dewletê ji xwedîpereyên erebên kendavê re pêşkêş kir.

Her wiha ev hilbijartin di demekê de tên ku serokê Tirkîyayê bêrîya wê yekê kiriye ku li Stenbolê serkeftinê bi dest bixe, Stembola ku wê bi xwe dîroka wî çêkir û dibîne ku yê wê ji dest bide, bi bin dikeve –ev yek jî di gulanê de pêk hat- ku pêşbînî dike dê pêşbazîyeka xurt bi Îmamoglu re hebe, ew kesê ku navûdengê wî heye tevî kelemên ku hikûmeta Tirkîyayê li pêş wî datîne da ku navûdengîya bişkîne û Stenbolê bi dest bixe.

Tê pêşbînîkirin ku Erdogan dê di hilbijartinên bê de neteweperestan jî hembêz bike ku ew di hilbijartinên serokatîyê de li hember girseya kurdî bûn ên ku hiştin hilbijartin biçin gera duyem, her wiha kurd bi xwe jî bûn sedem ku di hilbjartinên borî de Erdogan Stenbolê ji dest bide. Ji ber wê tê pêşbînîkirin ku kurd dê careka din rastî pêleka îşkencekirinê bên, ew jî di çarçoveya tirsandina dengê kurdan û kêmbandorkirina wê.

Bijartina Ekrem Îmamoglu

Serokê şaredarîya Stenbolêl careka din xwe dike berbijêr bo hilbijartinên şaredarîyê yên tên -tevî ku bi rengekî fermî ranegihandibe jî- û bi vê yekê kelemeka mezin li pêş serokê Tirkîyayê datîne, bi tayebet ji ber ku ew xwedî navûdeng e di nav CHP û kurdan de, tevî hemû hewildanên rêjîma Tirkîyayê yên têkbirina wî.

Berî çend rojan Îmamoglu di konfranseka rojnamegerîyê de li bara girîngîya Stenbolê axivîbû û gotina ku Erdogan bi kar anîbû got “kesê ku kontrolê li Stenbolê dike, kontrolê li Tirkîyayê dike”. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku dê /7/ heyvan li ser hev çalakî çêbibin bo ku di hilbijartiên stenbolê de bi ser bikeve, ew hilbijartinên ku serokê Tirkîyayê dê wê wekî cengrkê bibîne ji ber ku partîya wî cara borî li wê deverê bi bin ket.

Di vê çarçoveyê de nivîskarê rojnamevan ê taybet bi dosyaya Tirkîyayê, Umer Raft ji Target Platformê re dibêje ku bo Îmamoglu dê ne hêsan be ku careka din di hilbijartinên Stenbolê de bi ser bikeve, bi taybet piştî ku Erdogan di hilbijartinên serokatîyê de bi ser ket û piştî ku hilbijartinên xwecihî yên bê wekî hevbazîyeka yekser di navbera wî û Erdogan de hat dîtin.

Rafet lê zêde kir û got ku piştî hilbijartinên serokatîyê yên vê dawîyê, ew hilbijartin girîngîyeka wê ya mezin heye û tekez kir ku bajarê herî girîng di van hilbijartinan de Stenbol e, ji ber wê erkeka zehmet ji Îmamoglu tê xwestin da ku bi ser  bikeve, ji ber ku AKP bi serperiştîya yekser a Erdogan dê cengeka dijwar bike da ku careka din Stenbolê ji dest nedin.

Vegera li Huda PARê

Di çarçoveya amadekirina wî bo hilbijartinan, cereka din Erdogan pala xwe dide Huda PARê ku ew partîyeka kurdî ya muhafiz e û alîgira serokê Tirkîyayê Erdogan e û berî niha bi gelek bûyerên terorî hatiye tawanbarkirin. Lê ev heftîyên borî operasyoneka xurtkirinê a vê partîyê di deverên kurdî de çêdibin, bi taybet di warê berjewendîyên xizmetguzarîyê de.

Lêkolînerê taybet bi karûbarê Tirkîyayê Mistefa Selah, ji Target Platformê re dibêje ku Erdogan Huda PAR bo du armancên sereke bi kar tîne, a yekem bo belavkirin û parçekirina dengê kurdan û dengê HDPyê bişkîne, a ku roleka tewerî di hilbijartinên borî de lîst. Dibe ku ev senaryo zehmet be, ji ber ku girseya HDPyê xurt e, lê Erdogan hewl dide heta ku jê bê dengên kurdan qzenc bike.

A duyem jî ew e ku serokê Tirkîyayê dixwaze bide xuyakirin ku hevgirtinên wî yên hilbijartinê asta neteweyan derbas dike, ango ew dixwaze wêneyê xwe belî bike li ser bingeha ku ew kesekî xwedî hevgirtinekê ye ku kurdan jî dihewîne û tu pirsgirêka wî bi kurdan re tuneye, tevî ku di heman demê de bêjara neteweyê bi rengekî sirt dibêje ku vê bêjarê civaka tirk kiriye du perçe.

Lêkolînerê taybet bi karûbarê Tirkîyayê dibêje ku Huda PAR an jî Hizbulaha tirk , nabe ku wekî partîyeka kurdî bê dîtin, tevî ku serek û bingehên wê kurd in, ji ber ku ew xwe dispêre îslama siyasî ya perestkar û tu têkilîya wê bi nasnameya kurdî re tuneye, ji ber wê pirsa kurdî jê re ne xem e û xema wê ew e ku hevpeymana AKPyê be. Ji ber wê tu bingeha wê ya gelêrî di nav kurdan de tuneye heger em bi HDPyê re bipîvin.

Îmamoglu bi saya piştgirîya kurdan û hin partîyên opozîsyon li Stenbolê bi ser ket, vê yekê bi xwe jî hişt ku AKP li Enqerayê bi bin bikeve, ew jî bi hevpeymaneka navxweyî ya carcaran ragihandî ye û carnan jî na, vê yekê hişt ku Erdogan gelekî di parçekirna dengên kurdan de bihizire.

 

Cezakirina Partîya Demokratîk a Gelan berdewam dike

Di çarçoveya astengkirina HDPyê, rêjîma Tirkîyayê serekên şaredarîyan li şûna serekê kurd yên j HDPyê erkdar dike, ku di tîrmeha 2019an de –ango piştî 3 mehan ji hilbijartinan- hikûmetê 3 serek li şaredarîyên kurdî li şûna yên ku ji HDPyê bi hilbijartinan bi ser ketibûn, erkdar kirin. Ev biryarên jirêderketî heta roja îroj berdewam dikin û ji 65 şaredarîyên ku di destên HDPyê de bûn 48 ji wan serekên din ji hêla hikûmetê ve li wan hatine erkdarkirin.

Hevseroka HDPyê li Enqerayê, Pakize Sinemli Oglu dibêje ku biryarên hikûmetê yên erkdarkirna serekên şaredarîyên deverên kurdî li şûna serekên ku hatine hilbijartin, alozîyeka hukmê ya kûr li gel AKPyê dide xuyakirin, her wiha siyasetên serkarî dide xuyakirin ku xwe ji ber çareya pirsa kurdî dide alî û rêya cengê digire ya ku ew bi xwe bingeha hemû pirsgirêkên Tirkîyayê ye.

You might also like