Serekê “Dîfa El-Wetenî”yê gotina Şamê li erdê dide û Şam li pêş “El-Cibûr”ê fedîkar e

Di nîvê vê tîrmehê de serekê “Dîfa El-Wetenî”yê, Ebdulqadir Hemo û hin kesên ku pê re bûn destdirêjî li şêxê êla el-cibûrê “Ebdulezîz El-Mislit kirin, ew jî bi seba pirsgirêkeka trafîkê di hundirê Çargoşeya Ewlehî ya li bajarê Hesekê.
“Dîfa El-Wetenî milîsek e ku ji hêla hikûmeta şamê ve di serîhildana gel de ya 2011an hat avakirin, ku ew jî wekî hêzên alîgirên hikûmetê tên dîtin, lê gelek nexne ji ber zordarîya ku li xwepêşanderean kir, lê tên kirin.
Êla El-Cibûr jî yek ji êlên mezin ên parêzgeha Hesekê ne û “Ebdulezîz El-Mislit” wekî şêxê wê yê dîrokî ji çaxa ku Sûrîya xweserîya xwe ji Fransayê stand heta niha tê dîtin.

Muhleta yekem bo “Dîfa El-Wetenî”yê
Tevî ku zilamên êlê dereketin û hişyarî dan ku ew dikarin Çargoşeya Ewlehî dorpêş bikin, ku ev yek dê xwîne birjîne, hikûmetê tu giranî neda vê bûyerê û tenê çend daxuyanî li ser ragihandinê dan ku tê de digot ku ew dê pirsgirêkê çare bike, lê hê jî tu çare xuya nekiriye, ji ber ku hê jî “Hemo” yê ku ji êla “Şerabîyan” e li ser desthilatê ye û xwe ji ser nade alî.
Di 14ê tîmehê de êla “El-Cibûrê muhletek da milîsên “Dîfa El-Wetnî”yê ku xwe ji hev bixe û ji Çargoşeya Ewlehî ya bajarê Hesekê derkeve û heger ev merc pêk neyên dê “bertekeka tund” ji hêla êlê bê dan.
Li bara vê mijarê, şêwirdarê meclisa êla El-Cibûrê, Ekrem Haco El-Mehşûş, bi daxuyanîyeka taybet ji Target Platformê re got: “Ev muhlet rewşa heyî û êlan li me ferz kir, da ku xweînrijandin çênebe û me muhleta yekem erê kir.”
Berdewan dike û dibêje: “Piştî ku muhlet bi dawî bû, dewelet û rûspîyên êlan destwerdan kirin da ku em bêhna xwe fireh bikin û xwînrijandin çênebe. Heta ku muhetet bi dawê jî bû dewlet, berpirsyar û serekên leşkerî tevdigeîyan, lê muhlet bi dawî bû û muhleteka din ji me xwestin.”

Biryara parêzger tenê hibira li ser kaxezê ye
Di 16ê tîrmehê de mehşûş gotubû ku “hikûmeta Sûrîyayê ragihandina şer li me ferz kir, ji ber ku parêzgar kesek neda bi êlekê”, piştî wê şandeekê rûspîyên êla El-Cibûrê û hin êlên ereb ên din derbasî avahîya parêzgerîya Hesekê li Çargoşeya Ewlehî bûn, da ku tekez bikin ku “Ebdulqadir Hemo” serekê milîsên “Dîfa El-Wetenî” ji bajar derketiye.
Wê çaxê Mehşûş got ku “gotina parêzger a li bara qaûn û pêpabendîbûnê ne rast e”, zelal kir ku heta wê çaxê, “hikûmeta Sûrîyayê di hudirê Hesekê de nikarîbû kesekî desteser bike ku ew kes navûdengê wî bajarî tev de xerab dike“ û amaje bi wê yekê kir ku piştî hikûmeta Sûrîyayê xwestekên wan pêk neanî, gengaz e gelek bûyer bi Dîfa El-Wetenî re rû bidin, ku serekê wê heta niha azad e.
Li bara vê mijarê, Ekrem El-Mehşûş ji Target Platformê re wiha axivî: “Hevdemî wan tevgeran û huhleta duyem, biryar hat dayîn ku Ebdulqadir Hemo bê rakirin û ji bo pêkanîna biryarê muhlet xwestin û parêzger jî soza vê yekê da, lê bi gotina parêzger nehat kirin û ew biryar wekî hibira li ser kaxezê ma.”
El-Mehşûş berdewam dike: “Parêzger li bara qanûn û pêpandbûna wê diaxive, lê dive qanûn di ser her kesî re be û di rastîyê de hikûmet vê qanûnê nikare li ser kesekî pêk bîne ku ew kes di sazîyên dewletê de ye jî”. Ev yek wiha şîrove kir: “Piştî ku dewletê berdêlek ji Hemo re danî ew kes nikarîbû biçe dewamê xwe, ji ber ku ji hêla milîs û peyayên Hemo gef lê hatin xwarin û ht qewirandin.”
“Parêzger ji me dixwaze ku em bi kesê berdêl re alîkar bin, lê kesê berdêl ji ber serekê “Dîfa el-Wetenî”yê nikarîbû dewam bike, tekez dike ku: “ Em di rewşa amadebûnê de ne, em aramîya bi sînor erê dikin, lê piştî wê em ê li ser soza xwe bimînin.”
Şandeya Rûsyayê û karê leşkerî
Piştî wê di 18ê tîrmehê de şandeya rûsyayî bi gelek rûspî û xşêxên êla El-Cibûrê re li bajarê Hesekê, rûnişt. Wê çaxê hat gotin ku HSDyê şandeya rûsyayî anî bi armanca ku pirsgirêkê çare bike.
Li bara vê yekê Ekrem El-Mehşûş ji Target Platforê re dibêje: “Em wekî êl û rûspî û şêxên êla El-Cibûrê û pêkhateyên din ên ku ereb, kurd, xiristîyan û êzidîyan dinimînin, bi şandeya rûsyayî re rûniştin, ku ew şande bi zexta Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatibû.”
Amaje vê yekê kir û gor: “Tevî ku bawerîa me zêde bi şandeya rûs nayê, muhletek ji me xwestin, da ku tê da kar bikin, rûsan anî ziman ku wan bi van bûyeran nebihîstibû. Rûsan li tevaya nêrînên êl û pêkhateyan guhdar kir ku li bara kiryarên Dîfa El-Wetenîyê li Hesekê bû, ku ew şêlandinê dikin û madeyên hişbir difiroşin, her wiha pereyên xelkê ji otombîl û malên wan didizin.”
“Hemû tişt bi kîtekîtên xwe şandeya rûs re hat zelalkirin û wan soz da me ku ji niha de dê rola wan hebe û tekez kirin ku heger rewş bi aşitî çare nebe ew dê bi leşkerî çare bikin.”

Rolerka girîng a “HSD”yê heye
Li bara çawanîya danûstandin bi bûyerê re ji hêla hikûmeta Sûrîyayê û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk ve, şêwirdarê Meclisa Êla El-Cibûrê da zanîn ku “hikûmeta Sûrîyayê lawaz e, nikarîbû biryarên xwe êk bîne ûbi a wê nehat kirin û li hember wê serî hatin hildan. Em wekî hemwelatî em ji hikûmeta Sûrîyayê bêzzar bûn, ku behsa qanûnê dike û nikare wê pêk bîne, nexwe dê çawa Sûrîyayê rizgar bike heger nikarîbû serekê Dîfa El-Wetenîyê ji cihê wî rake.”
Lê li gor El-Mehşûş helwesta “Hêzên Sûrîyaya Demokratîk” baş bû û wiha anî ziman: “Di destpêkê de ew bêalî bû, li ser esasê ku ew bûyereka êlî û civakî ye, lê çaxa ku têkilî bi rûsan re danî, hazirîya xwe li ser wan ferz kir, ji ber ku piranîya êlan ji hêla rûberê ve di bin sîwana Hêzên Sûrîyaya Demokratîk de ne û HSD ji hêla exlaqî ve bi hemû karê xwe ve rabû.”
Di dawîyê de anî ziman ku piştî hewldana “hikûmeta Sûrîyayê” û ya rûsyayî bi dawî bibe û pirsgirêk çare nebe, “dê roleka girîng a Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hebe.”
Rojên bê de xuya bibe ku dê êla El-Cibûrê çi bike, ku “hikûmeta Şamê” nikare serekekî ku zordarîyê li gel dike bide alî, tevî ku rûbera desthilata wî tenê di Çargoşeya Ewlehî de ye.

You might also like