“Tenê 48 kurd li Serê Kanîyê mane”…Tirkîyaya dagîrker li Serê Kanîyê û Girê Spî çi binpêkirinan dike?

Ji çaxa ku Tirkîyaya dagîrker û komikên opozsyona sûrîyayî pêyên xwe avêtine hundirê Serê Kanîyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, senaryoya koçberkirina şênîyên resen, talankirina xêr û bêran û desteserkirina mal û milkên şênîyan dest pê kiriye. Piştî nêzîkî /4/ salan ji dagîrkirinê, vê gavê aramî û ewlekarî li wan her du bajaran peyda nabe û pê li zagonên navdewletî yên parastina mafên mirovan tê kirin.

Li bara vê mijarê, Target Platformê hevpeyvîneka taybet li gel Birêveberê Cîbicîkar ê Komeleya Hevdestîyê Izedîn Salih çêkir.

Şer û kuştin li Serê Kanîyê û Girê Spî serwer in

Li gor wî, “berovajî idîayên Tirkîyayê, aniha çek bi rengekî bê serûber li herêmên Serê Kanîyê û Girê Spî belav e û nearamî serwer e. Ji serê sala 2022yan ve, /42/ caran şerê navxweyî di navbera komikên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrîyayî” de rûdane û di encamê /2/ sivîl hatine kuştin û /24/ jî birîndar bûne.”

Di heman heyamê de, “/8/ bûyerên reşkujîyê bi destê çekdarên nenas çêbûne û tê de /6/ çekdarên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrîyayî” û /2/ sivîl hatine kuştin, yek ji wan firoşkarê zêr bû, seba dizîyê hat kuştin.”

Bi gotina Izedîn Salih “ev şerên navxweyî yên di navbera komikan de, seba bidesxistina desthilatê, birêvebirina bazirganîya madeyên hişbirê û qaçaxtîya mirovan di navbera Sûrîya û Tirkîyayê de ye. Ev şer pir caran vediguhere nakokîyên di navbera malbat û êlên endamên komikan.”

Birêveberê Hevdestîyê dibêje ku “nearamî û şerê navxweyî û belavbûna çekan, dibe sedem ku qurbanî di nava sivîlan de çêbibin û zîyan li mal û milkên wan bibe, ev yek jî şênîyan ber bi koçberîyê ve dehf dide”

Berî niha jî Birêxistina Lêborînê ya Navdewletî bi daxuyanîyekê gotibû ku “hêzên Tirkîyayê û komikên wê yên çekdar binpêkirin û sûcên şer derheqê sivîlan de kirine û bi rengekî rasterast sivîl kuştine.”

“Tenê /48/ kurd li Serê Kanîyê mane”

Rûbera Serê Kanîyê û Girê Spî tevî gundewarên xwe, /2420/ KM2 ye. Li gor Hevdestîyê berî êrîşa Tirkîyaya dagîrker “hejmara şênîyên Serê Kanîyê û gundên wê /162500/ kes bûn, tenê li bajar /50/ hezar bûn. Bi rêjeya 50% kurd bûn.”

Li gor raporeka Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan, “êrîşa Tirkîyayê bû sedem ku “/300/ hezar şênîyên resen ji Serê Kanîyê û Girê Spî koçber bibin.”

Li ser pirseka Target platformê, gelo vê gavê çi qas pêkhate, nexasim kurd li Serê Kanîyê mane? Birêveberê Komeleya Hevdestîyê Izedîn Salih eşkere dike ku “tenê /48/ kurd li Serê Kanîyê mane û bêtirî xwe jî temenmezin in û ji wan /3/ êzidî ne.” Her wekî balê dikişîne ser rêjeya pêkhateyên din jî dibêje ku “kêmî /10/ siryan û ermenan mane û 70% ji pêkhateyên ereb koçber bûne û çeçen jî rêjeyeka pir kêm e.”

Salih piştrast dike ku “Serê Kanîyê ku bi pirneteweyên xwe dihat naskirin, vê gavê rengê wê hatiye guherin û 85% ji şênîyên resen koçber bûne.”

 

“Kurd li Girê Spî yekcar nemane”

Berî sala 2015yan bajarê Girê Spî li jêr dagîrkerîya terorîstên DAIŞê bû. Hingî siyasetaka sîstematîk li kurdên wê deverê hat sepandin û rêjeyaka mezin a kurdan koçber bû.

Lewra Birêveberê Hevdestîyê wan rojan jî bi bîr dixe û eşkere dike ku “Tirkîyayê projeya DAIŞê temam kir, çimkî berî dagîrkerîya DAIŞê rêjeya kurdan li Girê Spî 25% bû, lê ji ber zordestîya terorîstan, tenê 15% ma. Vê rewşê ji sala 2015an heta bi 2019an dom kir, lê belê piştî êrîşa Tirkîyaya dagîrker û derbasbûna /4/ salan, “vê gavê kurd li Girê Spî yekcar nemane.”

 

Guhertina demografîk li Serê Kanîyê û Girê Spî

Li gor Birêveberê Cîbicîkar ê Komeleya Hevdestîyê, “Tirkîya bi gelek rê û rêbazan guhertina demografîk li Serê Kanîyê û Girê Spî disepîne” û dibêje ku “Hevdestîyê desteserkirina /5500/ mal, /1200/ dikan û milyon û nîvek donimên zevîyên çandinîyê ku yên şênîyên resen bûn bi belge kiriye.”

Her wekî eşkere dike ku “/55/ gundên herdu bajaran ji şênîyên resen hatine valakirin û li şûna wan hem çekdarên opozsyonê hem /2500/ malbatên (12500 kes) ji deverên din ên Sûrîyayê û yên ku Tirkîyayê ew bi darê zorê vegerandine, li wan bi cih bûne, ji wan /55/ malbat ên DAIŞê ne.”

Li bara heman mijara guhertina demografîk Birêveberê Hevdestîyê balê dikişîne ser sepandina “zimanê tirkîyayî” û dibêje ku “di dema Birêveberîya Xweser de navên sazî û deverên giştî bi /4/ zimanan dihatin nivîsandin, lê belê vê gavê tenê bi “zimanê tirkî û erebî” tên nivîsandin. Her wekî di sîstema xwendinê de jî zimanê kurdî qedexe ye û yê tirkî sereke ye. Çimkî Serê Kanîyê û Girê Spî bi rengekî rasterast ji hêla “Wîlayeta Urfayê” tên birêvebirin.”

Rêya qaçaxtîya mirovan, rêya mirinê ye

Vê dema dawîyê, pir rewşên kuştin û girtina rêwîyan li ser sînorê Serê Kanîyê û Girê Spî rû dan û gelek ji wan bi dayîna pereyên zêde ji zindanên peyayên Tirkîyaya dagîrker dihatin serebestkirin.

Derbarê rêya qaçaxtîya mirovan ku li jêr destê komikên Tirkîyaya dagîrker de ye, Birêveberê Komeleya Hevdestîyê Izedîn Salih eşkere dike ku “idîayên derew bûn sedem gelek kes bi rêya Serê Kanîyê û Girê Spî berê xwe bidin Tirkîyayê. Lê belê ew bûn qurbanîyên hêzên tirkîyayî û “Artêşa Niştîmanî ya Sûrîyayî”. Çimkî yan rastî girtina wan komikan tên an jî rastî guleyên Cendirmeyên Tirkîyayê tên.”

Li gor wî, “sala 2022yan ve /113/ kes hatine girtin û li beramber dayîna pereyên zêde /86/ kes hatin berdan lê çarenivîsa /27/ kesan jî nayê zanîn.”

Birêveberê komeleyê ragihand ku, “endam û serekên “Artêşa Niştmanî ya Sûrîyayî” bo bidestxistina pereyan, karê bazirganîya mirovan û revandina ne rewa bo Tirkîyayê bi rê ve dibin, me /12/ şerên navxweyî di navbera komikan de bi belge kirin, sedema wan jî nakokîyên li ser dahatûyên rêya qaçatîyê bûn.”

Vê dawîyê jî Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrîyayê eşkere kir ku “heta niha /563/ sûrîyayî bi guleyên Cenirmeyên Tirkîyayê hatine kuştin û /3056/ kes jî birîndar bûne.”

Nîsana sala 2023yan jî Birêxistina Human Rights Watchê Tirkîya bi kuştin û îşkencekirina sûrîyayîyan li ser sînor tawanbar kiribû û gotibû ku “Cendirmeyên Tirk bi rengekî berdewam û bê serûber li ser sînorê Sûrîya û Tirkîyayê, guleyan li sûrîyayîyan dibarînin û dibe sedem ku kuştî û birîndar di salên dawîyê de çêbibin.”

“Idîayên Tirkîyayê derew in”      

Di dawîyê hevpeyvîna xwe de Birêveberê Cîbicîkar ê Komeleya Hevdestîyê Izedîn Salih bi van gotinan rewşa Serê Kanîyê û Girê Spî pênase dike: “Herdu herêman armîya berê winda kir. Vê gavê bi rengekî rojane binpêkirin derheqê şênîyên resen ên ku mane de pêk tên û di rewşeka jîyanî û ewlekarî ya zehmet re derbas dibin, lewra rastîya li ser erdê berovajî gotegotên Tirkîyayê ye.”

You might also like