Tevî têkilîyên dîrokî bi Enqerayê re.. Zehmet e ku Washington dest ji Sûrîyayê berde

 Ehmed Qitmê

Ji çaxa ku Amerîkayê piştgirîya Yekîneyên Parastina Gel kir, di destpêka dagîrkirina DAIŞê ji deverên bakurrojhilatê Sûrîyayê û Iraqê re, di 2014an de kir, Enqerayê bi çavên tirs û şikê li komkirinên leşkêrî nêrî ku şervanên kurd planên wê yên kontirolkirina deverên ku divabû mîna senaroya berê ya bi DAIŞê re pêk were, ango radestkirina deverê ji destê DAIŞê bo artêşa Tirkîyayê, mina ya tebaxa 2016, “Kanîya Aştîyê”.

Bi berdewamkirina piştgirîya Amerîkayê ji “Hêzên Sûrîyaya Demokratîk” re, derfetên pêkanîna projeya ixwanî ku girêdayî Tirkîyayê be, li Sûrîyayê kêm bûn. Vê yekê Tirkîya tengezar kir, bo wê di nanûna paşîn a 2018an de operasyoneka leşkerî bi tena xwe li Efrînê pêk anî û li Serê Kanîyê û Girê Spî di 2019an pêk anî, di encamê de Enqerayê ew deverên sûrîyayî dagîr kir û heta niha jî dagîrkirî ye.

Dewrîyeyên Amerîkayê vedigerin
Lê zextên Tirkîyayê heta niha bi ser neketine da ku bigihêje armanca xwe, ku alîkarîya leşkerî li ser “HSD”yê qut bike. Lê belê Washingtonê tuîşaret nedane ku ew dê tiştekî wiha bike, tersî wê Washingtonê nameyên metirsîdar ji Enqerayê re rê kirin.
Di destpêka tîrmeha borî de, hêzên Amerîkayê dewrîyeyek lli gundê “Seyranê” li rojhilatê Dirbêsîyê li bakurrojhilatê Sûrîyayê pêk anî. Tiştê balkêş tê de ku cara yekem bû bi vî rengî, piştî ku hêzên amerîkayî ji Serê Kanîyê û Girê Spî vekişîyan di sala 2019an de.
Enqerayê ji hêla xwe ve armanckirina şervenên HSD û komikên girêdayî wê yên mîna Meclisa Minbicê ya Leşkerî berdewam kir, ev yek jî di 9ê tîmehê de dûbare bû dema ku /3/ şervan yek ji wan fermandar ji Meclisa Minbicê ya Leşkerî bi derbeyeka dronên Tirkîyayê, şehîd bûn.

Çekdarkirina HSDyê berdewam e
Li bara çekdarkirinê, di vê salê tevî de, hawidekirina çek û şebilxaneyê bo HSDyê kêm nebûye, lê belê li gor şopîneran zêdetir bûye , bi hinceta şerê li dij milîsên îranî li sêgoşeya sînorî ya Sûrîya, Iraq û Urdinê, dike ku mebestinên din ên Washingtonê bo komkirina çekan hebin.
Ku di destpêka vê salê de gelek karwanên amerîkayî derbasî bakurrijhilatê Sûrîyayê bûn ku bi çekan barkirî bûn û ji Iraqê derbas bûn. Ew çek li baragehên Amerîkayî yê li deverên li jêr kontrola HSDyê hatin belavkirin.
Her wiha Hevpeymana Navdewletî amadekarîyên leşkerî û barhilgirên lojîstî, her wiha tank, pirên çîmentoyî, sarincên petrolê û otombîlên agirkuj di 5ê hezîranê de derbas kirin û berê xwe dan baregehên Hevpeymana Navdewletî li zevîyê Konîkoyê yê Dêra Zorê.
Her wiha karwanekî leşkerî yê Hevpeymana Navdewletî ku ji /50/ barhilgirên bi çek û alavên lojîstî barkirî bûn, di 11ê tîrmehê de di dergehê El-Welîdê re derbas bû û berê xwe da baregeha Hevpeymana Navdewletî li bajarê Şedadê ya li başûrê Hesekê.
Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan di 19ê tîrmehê de ragihand ku Hevpeymana Navdewletî ya bi serkêşîya Amerîkayê “piştgirîyên leşker” ji Iraqê ber bi bakurrojhilatê Sûrîyayê ve doşîne. Rawangehê got ku “Hêzên Hevpeymana Navdwletî piştgirîyên leşkerî ber bi bakurrojhilatê Sûrîyayê ve şandin” û lê zêde kir û got ew “piştgirî” /30/ barhilgir ku bi alavên lojîstî û sarincên petrolê barkirî bûn, ber xwe dan baregeha xwe li gundewarên Hesekê.”

Daxuyanîyên ragihandî yên Washingtonê
Her wiha Washingtonê ji ber rexnekirina derbeyên Tirkîyayê li ser deverên Birêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, neda alî, ku berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di heştê vê tebaxê de nîgeranîya welatê xwe ya li bara tundîya ku di encama bombebarana Tirkîyayê de rû dide, da xuyakirin.
Miller got ku: “Amerîka hê jî nîgeran e ji ber bilndbûna asta tundîyê li bakurê Sûrîyayê, bi taybet bandora wê li niştecihên sivîl û operasyonên me yên li dij DAIŞê. Ji bo ku çareyeka siyasî ji Sûrîyayê re bê peydakirin pêwîst e her alî aramîyê biparêze, em bi Tirkîyayê re û bi hevalbendên sûrîyayî yêb xwecihî re kar dikin bo ku em leşkerên amerîkayî û hêzên hevkar û sivîlan biparêzin.”
Berdevkê Wezreta Derve ya Amerîkayê, Vedant Patel, di 15ê tebaxê de got ku “Amerîka rê nade” operasyonên leşkerî yên Tirkîyayê
Ji ber Tirkîya nikare Washingtonê neçar bike ku ji başûrê Sûrîyayê vekişe û rê li ber dagîrkerîya wê ya mîna Efrîn û Serê Kanîyê veke, Enqera li berdêlekî gerîya, ew jî bi aqilê wê dê bi rêya hevkarîya bi hikûmeta Şamê re pêk bê, lê ew dê bi vê yekê çi derfeta ku hebe, ji dest bide, bi saya sizayên amerîkayî yên berfireh li ser Şamê û li ser çi welatê ku dixwaze wê rêjîmê rewa bike.

You might also like