Gencîneya Amerîkayê milîsên Tirkîyayê ji ber koçberkirina şênîyên Efrînê, ceza dike.. çîroka wê çi ye?

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê, roja pêncşema borî bi rêya malpera xwe ya fermî cezayên ku li ser milîsên girêdayî Tirkîyayê bi sûcê koçberkirina neçar a niştecihên resen ên Efrînê, ragihand. Wezaretê zelal kir ku ew milîs di bin ala Artêşa Niştimanç ya Sûrîyayê ya ku rêjîma Receb teyib Erdogan piştgirîa wê dike, şer dikir.
Ji sala 2018an ve ji çaxa ku Tikîyayê Efrîn dagîr kir, komikên girêdayî wê Efrînê kontrol dikin. Ji wê çaxê ve berdewam rêjîma Tirkîyayê û komikên girêdayî wê tên hember tawanan, ku tawanên şer û tawanên dij mirovî pêk tînin.

Komika Silêman Şahê
Daxuyanîya Gencîneya Amerîkayê komika “Silêman Şah”ê û komika “El-Hemze”yê bi taybet girtin dest, ku wan êş û kirîza deverên bakurê Sûrîyayê bêhtir kiriye, her wiha, Gencîneyê ew komik bi binpêkirinên metrsîdar ên mafên mirovan sûcdar kirin, ku li dij sivîlên qels astengî, revandin û binpêkirininên din kirine, da ku malên xwe vala bikin a jî fidyeyên mezin li hember vegerandina malûmilkên xwe bidin.
Washingtonê ceza li Mihemed Hisên El-Casim ê ku bi nasnavê Ebû Emşa tê nasîn, serekê komika Silêman Şahê, ferz kir. Washingtonê tekez kir ku endamên wê komikê bi fermana wî tevdigerîya dda ku şênîyên resen bi zorê koçber bikin û dersê xwe deynin ser malûmilkên wan. Her wiha revandina kesan bo wî di salekê de, bi deh miyonên dolaran jê re tîne.
Her wiha Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê kompanîya El-Sefîr ya bazirganîya otombîlan a li Stenbolê, xist lîsteya cezayan, ku ew kompanî ya Ebû Emşa ye û wekî dergehekî sereke ye bo pereyên wî yên bi tawanan li bakurê Sûrîyayê kom kirine. Her wiha ev kompanî gelek niwênerên wê li gelek deverên Tirkîyayê hene û her cihek yek ji serekên komika Silêman Şahê wê bi rê ve dibe.
Di vê çarçoveyê de, Mihemed Fethî El-Şerîf, birêveberê Navenda Ereban a Lêkolîn û Xwendinê, bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re dibêje ku komika Silêman Şahê ji hêla pere û hejmara endaman yek ji mezintirîn komikên Artêşa Niştimanê ya Sûrîyayê yên girêdayî Tirkîyayê ye, her wiha ew bi navê “Emşat” tê nasîn ku navê xwe ji serekê wê yê bi navê “Ebû Emşa” tê nasîn, digire.
“Şerîf¬” lê zêde dike û dibêje ku hin agahî hene dibêjin ku piranîya endamên komikê tirkumen in, navê xwe (Silêman Şah) ji Şah bavpîrê osmanê kurê Artxul damezrînerê Dewleta Osmanî girtiye. Ku serokê Tirkîyayê dixwaze ji nû re dixwaze hizira wê demê vegerîne û berfirehî jê re bûye xewn, ew komik jî şirîka Erdogan a van xewnan e, tiştê ku vê yekê tekez dike ew ku serekê wê komikê (Ebû Emşa) serekê komikeka nandoz bû li Lîbyayê ku Erdogan berê wan dabû wê deverê.

“Ebû Emşa” têkilîyên wî yên xurt bi Cebhet El-Nusrayê re ya ku ji birêxistina “El-Qaîda”yê ya terorîst çêbûye, hebû. Heta asta ku di 2021ê de da zanîn ku ew dikare bi El-Nusrayê re li hev bike, ji ber vê yekê dihişt ku tevahîya bakurê Sûrîyayê bikeve bin destê wan komika û bê guman ev tê wanteya ku ket bin desthilata Tirkîyayê.

Mihemed Fethî El-Şerîf

Di dawîya daxuyanîya wî ya bo Target Platformê de, birêveberê Navenda Erebî ya Lêkolîn û Xwendinê dibîne ku ev gava Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê dereng hat, ji ber ku tawaên ku komika Silêman Şahê û komika El-Hemzayê derheqê efrînîyan pêk anîne, berçav e, ku şênîyên resen ên ku piranîya wan kurd in koçber dikin, ev kiryar jî tawanên şer in.
Her wiha cezayên Gencîneya Amerîkayê Welîd Hisên El-Casim jî dide ber xwe ku ew jî birayê piçûk ê serekê komikê ye, bi seba sûcên ku wî hevahengîya revandin, dizî û fidyeyê dikin û wekî serekekî berçav ê komikê tê dîtin, ku dema birayê wî Ebû Emşa çû Lîbyayê, wî serektîya komikê dikir. Her wiha 2020î de jî yek ji girtîyan kuşt ji ber ku nikarîbû jê pere bi dest bixista.

Komika El-Hemzayê
Komika El-Hemzayê ya ku cezayan ew jî daye ber xwe, Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ew bi revandin, dizî û talankirina malûmilkan, îşkencekirin û birêvebirina deverên dîlgiritinê, sûcdar kir, ku di wan deverên dîlgiritinê de qurbanî lê tê girtin da ku fidyeyê bi dest bixin û destdirêjîya seksî lê wan tê kirin. Ev qas sûc ji hêla gelek raporên navdewletî ve derheqê wan komikav de hatiye gotin. Ceza serekê vê komikê Seyf Bûlad “Ebû Bekir” daye ber xwe.
“Bûlad” efserekî berê di artêşa rêjîma Sûrîyayê de bû, berî ku ji wan parçe bibe û tev li “Artêşa Sûrîyayê ya Azad bibe” ku paşê navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayê” lê hat kirin. Wî ji hundirê axa Tirkîyayê ev komik damezirand û hevbeşî di dagîrkirina Tirkîyayê ya ji axa Sûrîyayê re kir, di her du operasyonên qaşo “Mertalê Firatê” û Çiqilê Zeytûnê” de. Her wiha wî endamên xwe şandin Lîbyayê da ku li tenişt Artêşa Tirkîyayê şer bikin.
Elî El-Miribî seredîtorê kovara “Kul El-Ereb”ê ya ku li Parîsê tê weşandin, dibîne ku cezayên ku Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ferzkirine, em dikarin jê fêm bikin ku ew hişyarîyek e bo Tirkîyayê, ji ber ku ev komikên ku ketine ber cezayan girêdayî serokê Tirkîyayê Receb Teyib Erdogan û tevgera ixwanî ne.

Cezayên ku Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ferzkirine, em dikarin jê fêm bikin ku ew hişyarîyek e bo Tirkîyayê, ji ber ku ev komikên ku ketine ber cezayan girêdayî serokê Tirkîyayê Receb Teyib Erdogan û tevgera ixwanî ne
Elî El-Miribî

Elî El-Miribî di daxuyenîyekê bo Target Platformê de dide zanîn ku ev ceza tengezarîka mezin e bo Erdogan, ew jî ji ber hewldanên Amerîkayê yên jihevdûrxistina Erdogan û Putin, bi taybey hevahengîya li bara lihevkirna deranîna genim ya ku Moskoyê berî çend hefteyan ew betal kir.
Hin gotin hene dibêjin ku kompanîya otombîlan a “Ebû Emşa” li Tirkîyayê, di rastî de bi hevşarîya bi Ehmed Ihsan El-Hayis re ye, ku ew jî serekê komika “Ehrar El-şerqîyê” ye ku ew jî di bin banê qaşo “Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayê” de ye. Ehmed El-Hayis jî berî niha ji hêla Washingtonê ve hatiye cezakirin.
Ew ceza tên wateya ku çi milk û berjewendîyên li ser navên van kesan bin li Amerîka an jî li devereka di bin destê kesekî amerîkayî de be tên qedexekirin. Her wiha çi tiştê ku bi awayekî yakser an jî neyekser milkê wan be 50% ji wan tê qedexekirin an jî bêhtir.
Her wiha lîsteyên Ofîsa Çavdêrîkirina Pereyên Biyan li Amerîkayê, hemû danûstandinên ku amerîkayî bi wan hebûnan re li ser axa Amerîkayê dikin, qedexe dike. Hêjayî gotinê ye ku berî niha jî ceza li li ser “Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayê” fez kirine.

You might also like