Amerîka peyayên Tirkîyaya dagîrker “Ebû Emşa” û “Syef Ebû Bekir” ên li Efrînê ceza dike

Target – Qamişlo

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê îroj pêncşemê bi daxuyanîyekê ceza li du komikên opozsyona sûrîyayî yên li Efrînê bi seba binpêkirinên mafên mirovan sepand.

Wezaretê got ku “ev ceza li “Firqet El-Hemzat” û “Sultan Silêman Şah”ê (El-Emşat) û /3/ fermandarên wan tên sepandin.”

Kesên sereke ku dikevin ber cezayên amerîkayî, serekê “El-Hemzat”ê Seyf Ebû Bekir û yê “El-Emşat”ê Mihemed Casim Ebû Emşa ne.

Li gor daxuyanîya wezaretê “pir komikên çekdar Efrînê kontrol dikin û gelek ji wan bi darê zorê dest datînin ser mirovan û erdên wan.”

Her wiha “ev komikên çekdar zehmetîyên ku ji ber şer hatine kişandin zêdetir kirin û rê neda ku herêm bi ser xwe ve were, çimkî binpêkirinên mezin derheqê mafên mirovan de kirine”

You might also like