Lêkolînerekî karûbarên tevgerên îslamî hişyarîyê dide: DAIŞ keysa xwe li rewşa cîhanî tîne

Di vê demê de DAIŞ caerka din vegerîyayye û êrîşan li deverê cur bi cur ên Sûrîyayê pêk tîne. Di serî de hêzên hikûmeta Şamê û komikên girêdayî Îranê dike armanc, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Ev yek metirsîyê vegera birêxistina DAIŞê zêde dike piştî ku ji hêla leşkerî ve li Baxozê têk çû.
Di vê dawîyê de endamên birêxistina terorîs êrîş birin ser cebilxaneka hêzên hikûmeta Şamê li biyabana Tedmurê li gundewarên Humisê, tê de /3/ leşker hatin kuştin û /8/ jî birîndar bûn, ku ber wê /33/ leşkerên rêjîmê di êrîşka DAIŞê ya li ser otobîsên wan de hatin kuştin, her wiha berî wê jî teqînek li devera El-Seyida Zeyneb li gundewarên Şama paytex çêbû ku tê de derdora /30/ kesî hatin kuşin û birîndarkirin.
Ev êrîşên li dûv hev ên birêxistinê, metirsîya vegera wê zêde dike, bi taybet di vê rewşa ku welat tê re derbas dibe; ji hêla aborî alozîyeka mezin heye û nearamîyek lşeşkerî di navbera her alîyan de heye, bi taybet Amerîka û Îran li Dêra Zorê û biyabanê ku ew dever wekî cihê sereke yê belavbûna komikên veşartî yên DAIŞê ye.

Ber bi şerê çeteyî ve
Lêkolînerê karûbarên tevgerên îslamî, Hesen Ebû Henîye bi daxuyanîyekê ji Platforma Targetê re dibêje: “Piştî ku birêxistinê cihê xwe yê dawî (Baxoz) ji dest da, ji kontrolkirina qadî veguhêzî şerê çeteyan û bû birêxistineka nerm ku bi awayekî nenavendî kar dike, ji ber wê li Iraq û Sûrîyayê belav bûn. Li gor texmînên Neteweyên Yekbûyî derdora /7000/ leşkerên wê hene û arinan hin rapor dibêjin ku hejmar jê mezintir e û amajeyên bi wê yekê dikin ku êdî birêxistin xwe bi ser hev de tîne û him bi him êrîşên wê zêde dibin. Di van rojên dawî de birêxistinê êrîş bir ser hêzê hikûmeta Şamê li gundewanrên Dêra Zorê û Reqayê, heta ku giha nîva Şamê jî li taxa El-Seyida Zeyneb, ji ber wê birêxstin heta niha dikare xelkê ber bi xwe ve bikşîne û îdyolojîya wê “balkêş” e dikare endamên nû tev li xwe bike. Her wiha fînansekirineka wê ya baş heye û heykelekî hevgirtî li gel wê heye tevî ku piranîya serkeên wê hatine kuştin, lê ew hê jî dikare bijî û bi awayekî nenavendî kar bike, komikên wê yên veşartî jî bandoreka mezin li wan nayê. Her wiha li Afrîka û başûrrojhilatê Asyayê ya ku navê “Wêlayeka Xoresan”ê lê dikin, berbelav e.

Rewşên objektîv rê li ber vegera birêxistinê vedikin
Ebû Henîye lê zêde dike: “Karîna birêxistinê ya xweavakirinê pêkan e, heger xwe bispêrin rewşa heyî, yek ji wan rewşan derngmayîna jinûveavakirina Iraqê û qozên rêbazperestîyê li wir, li tenşta sedemên berbelav ên mîna xizanî, bêkarî û parşebûnên siyasî. Lê rewş li Sûrîyayê bêhtir tevlihev e, ku heta niha tu çareya siyasî tuneye û HSD û Amerîka rojhilatê welat kontrol dikin û “Heyet Tehrîr El-Şamê bakurrojavayê wî kontrol dike, li tenişta qaşo “Artêşa Niştimanî” ya girêdayî Tirkîyayê, milîsên îranî, hêzên rêjîmê û hêzên Rûsyayê. Her wiha tevlihevîyên jîyosiyasî û nebûna çareyên siyasî li tenişta rewşa aborî ya têkçûyî. Hevpeymana Navdewletî jî ji ber mijûlbûna Amerîkayê bi Çîn û Rûsyayê ve zêde guh nade deverê û Rûsya jî bi şerê Ukraynayê ve daketiye, van sedeman hişt ku awayê birêxistinê ji şereê qadê veguhêre şerê bi dizî û çeteyî.

Hişyarîyeka navneteweyî bi vegera DAIŞê
Pisporan di Neteweyên Yekbûyî de bi rêya raporekê ku pêşkêşî Encumana Ewlehîya Navdewletî kir, hişyarî da ku metirsîya vegera birêxistina DAIŞê ya terorîst li Sûrîya û Iraqê heye. Her wiha tekez kirin ku hê jî ji /5000/ heta /7000/ leşkerên birêxtinê li her du welatan hene û metirsîya ku ew çêdike hê jî mezin e tevî ku ji hêla leşkerî ve ji 2019an ve têk çûye.
Rapora pisporên navneteweyî got ku birêxistina DAIŞê stratejîyekê bi kar tîne ku tev li niştecihan dibe û di çi şerê ku zanibe dê qurbanîyên wê pir be de , baldar e. Her wiha birêxistinê ji nû re xwe bi ser hev de anîye û gelek çekdar kirine endam ji kampên bakur û rojhilatê Sûrîyayê û ji civakên qels, ku bêhtir ji /10000/ leşkerên wê di zindanên bakur û rojhilatê Sûrîyayê de ne, li tenişta bi dehhezarên malbatên endamên wê di kampên “Hol” û “Roj”ê de, ku di wan de gelek şaneyên birêxistinê berbelav in.
Li gor lêkolînerê karûbarên tevgerên îslamî, Hesen Ebû Henîye, “Birêxistin hê jî “biabor” e û tektîkên xwe kujî û êrîşên berfirh pêk naîne, ev yek dihêle ku li ser lingên xwe bimîne û karibe têkilîyê di nav hev de bikin, ji ber wê birêxstin heta niha karîna wê ya xweavakirinê heye, ew jî herr dem girêdayî şertûmarcên ojektîvî ne, ji ber ku hêza wê ne tenê xweser e, lê belê karîna wê ya keysbazkiria alozîyan e.”
Amaje bi wê yekê tê kirin ku tevgerên birêxistna DAIŞê yên niha hevdemî bipêşketinên bilez e, ên ku li qada Sûrîyayê rû didin, ji hêla siyasî, aborî û leşkerî û ya her berçav tevlihevîya leşkerî li bakurê Sûrîyayê di navbera dagîrkerîya Tirkîyayê û hikûmeta Şamê de. Her wiha alozîya jîyanî ku berî niha alozîyeka bi vî rengî rûnedaye û bandor li hemû alîyan kiriye, ji nav wan alîyên erebî jî. Ji ber wê hêvîyên çareya siyasî û têkbirina birêxistinên terorîst û tevlihevîya ewlehî ya ku li welat peyda ye, winda dibin.

You might also like