Li gor “Peymana Milî”yê.. Erdogan doza tevlîbûna Helebê bo nexşerêya koçberan dike

Di çarçoveya plana wî ya ku di destpêka vê salê de ragihand ku bi nêt e bi milyonên koçberên sûrîyayî yên li Tirkîyayê vegerîne bakurê Sûrîyayê yê dagîrkirî, serokê Tirkîyayê Receb Teyib Erdogan “nexşerêyekê” dertîne ku tê da “plana sêalî” heye da ku karên vegerandinê bi rê ve bibin ew jî: Wezareta Hundirîn, Partîya AKPyê ya desthilatdar û girseya wê ya parlementoyê ye.
Rojnameya “Sabah”ê ya nêzî hikûmeta Tirkîyayê, da xuyakirin ku serokê Tirkîyayê Receb Teyib Erdogan fermana sazkirina “plana sêalî” daye bo koçberên sûrîyayî vegerin welatê xwe, ew jî bi rêya vejandina rewşa aborî, bazirganû û avakirina projeyên aborî û li bakurê Sûrîyayê û rê bidin karsazan ku kargeh li wê deverê ava bikin da derfetên kar çêbibin.
Li gorî rojnameya tirkî, “plan” bajarê Helebê yê ku wekî paytexta aborîyê li Sûrîyayê tê nasîn, dê tev li “nexşerê”ya ku serokê Tirkîyayê deranîye, bike, bo vegerandina bi milyonên koçberên sûrîyayî. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku danûstandin li gel Rûsya û hikûmeta Şamê çêdibe da ku bajar tev li “nexşerêyê” bike.
Alanîlzkar dibêjin ku gotinên Erdogan ên li bara Helebê, tekez dike ku Enqera xwe bi “Peymana Milî”yê digire ya ku sazkerê komara Tirkîyayê, Mistefa Kemal Ataturk berî bêhir ji /100/ salî ew danîbû û ku tê doza vegerandina kontrolkirina li ser deverên li Sûrîya û Iraqê dike, di nav wan de Heleb, Mûsil û Kerkûk in, ku wan wekî deverên tirkîyayî dibîne.

Hevahengî bi berteka hikûmeta Şamê re
Lêkolînerê siyasî û opozîsyonê sûrîyayî yê bêalî, Îsam Zeytûn di vê çarçoveyê de dibêje: “Ev xwestek, hemû şikên li bara berteka Tirkîyayê tekez dike ku ew jî hevahengîyê bi siyasetên rêjîmê yên kuştin û koçberkirina gel re dike. Tirkîya fobya pê re heye ku hebûneka siyasî ya kurdî li deverên kurdniçîn li bakur û rojhilatê Sûrîyayê hebe. Em ji vî tiştî derencam dikin ku hevbeşîya berjewendîya ne sudfe ye , lê belê encama hevahengîyeka bilind e di navbera her du rêjîman de.”
Bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re, Zeytûn lê zêde dike û dibêje: “Rêjîmê meseleya piranîya sinî li deverên di bin kontrola xwe de bi dawî kir, piştî ku piranîya wê wêran kir û şênîyên wê derbider kir. Di encama dawî de nêta Tirkîyayê ya vegerandina koçberên sûrîyayî yên ji hemû deveran û bicihkirna wan li deverên bakurî bo guhartina demografîya deverên kurdî û têkbirina xewna kurdî ya ku Tirkîya jê bitirs e, berçav bû.”

Tematîyên kevn
Ev ne cara yekem e ku Erdogan li bara kontrolkirina Helebê diaxive, di gulana borî de daxwaz kiribû ku Heleb têkeve bin parastina Tirkîyayê û leşkerên tirk lê bên belavkirin bo vegerandina koçberên sûrîyayî û bicihkirina wan li wê deverê. Ev xwesteên han ji destpêka sala 2016an de dest pê kirine, dema ku Erdigan got ku Heleb, Mûsil û Kerkûk xaka Tirkîyayê ye, ev bertek jî bersiva redkirina Iraqê ji tevlîbûna Tirkîyayê ya şerê li dij DAIŞê bû.
Hin belgeyên ku Navenda Kurdî ya Lêkolînan belav kiribû, tekez dikin ku di sala 1941 de ji Frasnsayê xwestibû ku Helebê bixe bin destê wê de, li hember rêvekirina li ber hêzên fransayî bo Sûrîyayê, ku Brîtanya di Şerê Cîhanî yê Duyem de beravên Sûrîyayê dorpêş kiribû. Lê Fransayê ev xwestek red kir, paşê Tirkîya tev li hevpeymana Bexdadê bû (1955) li tenişta Brîtanya, Iraq, Îran û Pakistanê, qene çareyekê ji xwe re bibîne û “Peymana Milî”yê pêk bîne.
Ji sala 2016an ve, ji çaxa ku Tirkîyayê axa Sûrîyayê dagîr kir, bi dehên raporan derhatin ên ku tekez dikin ku Tirkîya siyaseta guhartina demografî pêk tîne li tenişta ferzkirina lîreya tirkîyayî, dibistanên zimanê tirkî û avakirina zanîngehên tirkî li bajarên dagîrkirî, heta bi navlêkirinên dibistan, baxçe û deverên giştî jî nav û sembolên tirkî lê tên kirin.

Vegerandina têkilîyan aloz dibe
Xwesteka serokê Tirkîyayê ya li bara “plana sêalî û nexşerêyê” bo koçberan, hevdemî daxuyanîya serokatîya Tirkîyayê tê ku tê de dev avêt serokê Sûrîyayê Beşar El-esed li bara daxuyanîyên wî di hevdîtinê de ku tê de gotibû hevdîtina bi Erdogan re dê dagîrkerîya wê ji axa Sûrîyayê rewa bike, ev yek jî alozîbûna vegerandina têkilîya ntekez dike.

Operasyoneka mezin a vegerandina koçberan
Ev bûyer hemû hevdemî operasyoneka vegerandina koçberan tê ku Tirkîya li dij koçberên sûrîyayî pêk tîne. Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan vegerandina bi sedên koçberan bi belge kir, ku Tirkîyayê ew li Serê Kanîyê û Girê Spî ew bi cih kirin. Ev her du bajar ji destpêka pêkanîna plana vegerandina koçberan zêdetirî 24000 kes lê hatine bicihkirin, ew jî di çarçoveya guhartina demografî ya plankirî de ye.
Li gor lêkolînerê siyasî Îsam Zeytûn: “Ne sudfe ye ku siyaseta rêjîma Sûrîyayê ya derbiderkirina neçar û nemirovî ji milyonên sûrîyayîyan re li siyaseta rêjîma Tirkîyayê bê, ku ew jî bi neçareî û awayekî nemirovî koçberên sûrîyayî yên li Tirkîyayê bi cih bûne, bi hevahengîyekê di navbera her du rêjîman de, vegerîne deverên nîşankirinî.

You might also like