Şam di navebra DAIŞ û vegerandina têkilîyan de.. Gelo êrîşên DAIŞê girêdayî Enqerayê ne?

Dema ku di 23yê adara 2019an de li Baxozê, başûrê Çemê Firatê, DAIŞ li ser nexşeyê bi destê “Hêzên Sûrîyaya Demokratîk” (hevlabendên Hevpeymana Navdewletî) tune bû, gelek şopînera texmîn dikin ku dê şopa birêxistina DAIŞê nemîne.
Lê di dawîyê de û tevî ku /4/ sal di ser têkbirina wê re derbas bûne, hê jî bûyerên “terorî” yên tolhildanê pêk tînin. Ev bûyer li gelek deverên şer pêk tên û bi taybet deverên “Hêzên Sûrîyaya Demokratîk” û hêzên hikûmeta Şamê, lê DAIŞ tu carî êrîşê nabe ser hêzên Tirkîya û komikên girêdayî wê li bakurrojavayê Sûrîyayê.

Êrîşên berdewam
Di vê tebaxê de, DAIŞê gelek êrîş pêk anîne, gelek ji wan li dij hêzên hikûmeta Şamê bûn, ên ku têkilîyên wan bi Enqerayê re tevlihev bûne, di vê demê bixwe de, ku Şam israrê dike ku artêşa Tirkîyayê ji axa Sûrîyayê derkeve wekî mercekî vegerandina têkilîyan.
Li gor gelek şopîneran, têkilîya birêxistina DAIŞê ya terorîs bi istixbaratên Tirkîyayê re heye, ku ji destpêka şerê Sûrîyayê ve rê li ber bi dehhezarên îslamîstan vekir ku tê re derbasî Sûrîyayê bibin. Ev yek jî bikaranîna Enqerayê ji DAIŞê re ji bo zextê pê li Şamê bike, pêkan dike.
Di vê çarçoveyê de di destpêka vê tebaxê de, /7/ kes ku piranîya wan hêzên hikûmeta Şamê ne, di êrîşeka DAIŞê de hatin kuştin, her wiha karwanekî sarincên petrolê di nîva Sûrîyayê de dema ku di gundewarên Hemayê yê rojavayî re derbas dibû, bû armanca wan.
Ji hêla xwe ve birêveberê Rewangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan, Ramî Ebdulrehman, ji “El-Erebîyê Net” re axivî û got ku pêkan e ku hevahengî û plan di navbera endamên DAIŞê û hin kesin din ên li Biyabana Sûrîyayê hebe. Her wiha lê zêde kir û got ku ne dûr e ku têkilî û plankirin di navbera DAIŞ û hin hêzên din de hebe da ku bûyerên xirabîyê bikin û kemyonên petrolê ji bo berjewendin hin hêlan armanc bigirin, ango hêlek heye DAIŞê han dide bo ku êrîşên xwe pir bike.

El-Nusra hevkarîya DAIŞê di êrîşên wê de dike
Tevî ku Ebdulrehman ew binav nekirin jî, lê Enqera berbijêreka xurt e ku bi vî karê hankirina DAIŞê rabe. Ji ber ku ew di vê demê de ji berjewendîyên wê ne ku zext li Şamê bê kirin da ku şert û mercê wê yên vegerandin têkilîyan qebûl bike.
Bi taybet ku êrîşên li dij hikûmeta Şamê pêk hatin tenê ji hêla DAIŞê bûn, lê belê El-Nusra jî bû. Di /6/ vê tebaxê de /6/ leşkerên hikûmeta Şamê li bakurrojhilatê welat hatin kuştin, wê çaxê, Rewangeha Sûrîyayî got ku “Heyet Tehrîr El-Şam û hin komikên girêdayî wê sê êrîş pêk anîn, tê de /6/ leşker hatin kuştin ku /2/ ji wan efser bûn û /2/ leşker jî birîndar bûn.
Di 7ê tbaxê de, Rewangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan da zanîn ku DAIŞê destê xwe danî ser bajarokê Midan Etîqê li gundewanrên Reqayê û pitşî wê bi çend saetan piştî ku /10/ leşkerên rêjîmê kuştin, vekişîya. Di wê êrîşê de êrîş birin ser rêbendên leşkerî yên hikûmeta Şamê û berî ku vekişin, agir bi otombîlên leşkerî û malên çêkirî dadan.
Di çarçoveya lêkolînkirina êrîşê de, birêveberê Rewangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirvan amaje bi wê yekê kir ku “fermandarîya sereke ya birêxistinê li devera di bin kontrola El-Colanî, Efrîn û hwd de ye” ev jî dibe palpiştek ji nêrîna ku DAIŞ fermanên Enqerayê pêk tîne.

Tevgera DAIŞê li dij HSDyê
Bi rêya rawaneka lêkolînerê karûbarên komikên îslamîst Erabî Erabî re, ku ji kanala “El-Hurayê” re di 9ê tebaxê de pêşkêş kir, got ku “Xuya ye ku DAIŞ bi qestî tevgera xwe li deverên HSDyê kêm kiriye û li deverên hikûmeta Şamê zêde kiriye.”
Her wiah got ku di her sê mehên borî de DAIŞê zêdetirî /6/ operasyonan li derora ŞAmê pêk anîne (El-Kiswê, El-Seyide Zeyneb, Cidîde Ertûz, Mûxeyem Denûn) her wiha tevgera komikên wê yên veşartî li başûr zêde bûye.
Li gor Erabî, tiştê borî dide xuaykirin ku “birêxistin dibîne ku Şam ya herî lawaz e û hewl dide ji hêla tektîkê ve destkeftîyan bi dest bixe.”
Nêrîna hin şopînerên din dibêje ku bide ku Enqera zexta DAIŞê li ser “HSD”yê kêm bike, ji ber ku ev yek dê piştgirîya Amerîkayê ya ji wan re kêm bike.

El-Esed careka din daxwaza derketina Tirkîyayê dike
Tevî wê jî, serekê desthilata Şamê li ser gotina xwe ma û hevdîtina bi Erdogan û vegerandina têkilîyan red kir, ku Beşar El-Esed di 9ê tebaxê de di hevdîtineka bi kanala Sky Newsê re da xuyakirin ku “armanca hikûmeta wî vekişandina Tirkîyayê ji axa Sûrîyayê ye û armanca Erdogan erwabûna dagîrkerîyê ye, ji ber wê li ser şert û mercê Erdogan dê hevdîtin pêk neyê.”
Di pirsa li bara daxuanîyên Erdogan ên ku tê de dibêje dê vekişandina Tirkîyayê pêk neyê heger teror li Sûrîyayê hebe, El-Esed bersiva wê da: “Bi rastî, terora li Sûrîyayê heyî, çêkirina Tirkîyayê ye, Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam ev navlêkirinên cur bi cur in ji hêlekê ve ku tirkîyayê ew saz kiriye û heta vê kêlîyê jî Tirkîya wan fînanse dike, nexwe behsa kîjan terorê dike?”
Bersiva wê daxuyanîya El-Esed bi rêze êrîşên DAIŞê dat dayîn, ku wekî êrîşa herî kujer tê dîtin di 11ê tebaxê de pêk hat û bi dehên leşkeran tê de hatin kuştin.
Birêxistinê ragihand ku endamên wê kemînek ji du otobîsên leşkerî veda ku bi dehên leşkerên firqeya 17em tê de bûn û bi rêya daxuyanîyekê ku ajansa “Emaqê” ya girêdayî wê weşand da zanîn ku kemîn li derdora gundê Miêzîlayê yê li biyabana Dêra Zorê hatibû vedan.
Rewangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan da zanîn ku hejmara kuştîyên leşkerên Şamê giha /33/ kesan ku wê wekî êrîşa “herî xurt” a birêxistinê ya di salê de dît. Her wiha got ku pêkan e hejmar bê hildan ji ber ku birîndarên bi birînên giran jî hene.
Lê pirs ew e, gelo hikûmeta Şamê di dawîyê de dê xwe li ber zextên Tirkîyayê yên ku bi rêya alavên xwe yên radîkal pêk tîne bitewîne? An jî dê axaftineka din a hevkarê desthilatê, Rûsyayê hebe, ku bi taybet Mosko garantîya hevpeyvîna jihevketî ya di navbera Enqera û Şamê de dike.

You might also like