Dundeyeka erdoganî.. Gelo serokê Tirkîyayê kurê xwe bo desthilatê amade dike?

Wek ku xuya dike wîlayeta serokê Tirkîyayê Receb Teyib Erdogan, a niha dê ne wekî tu wîlayetê be; li tenişta pirsgirêkên pir ên ku wî dorpêç kirine, li ser asta aborîyê, ew çawê xwe li kesekî digerîne ku piştî xwe, birêveberîya welat radestî wî bike. Hin gotegot hene dibêjin ku dibe ku kurê wî Bîlal bibe serokê Tirkîyayê û rêya bavê xwe yê ku bi dawîbûna vê wîlayetê dê bibe /25/ salên wî di birêvebirina welat de, bişopîne.
Bîlal kurê Erdogan ê nêzî wî ye û buxçika razên wî ye. Navê di 2013an de berbelav bû, dema ku dozên gendelîyên yên mezin hatin kifşkirin, tê da qeydkirinên deng belav bûn ku Erdogan daxwaz ji Bîlal dikir ku ber bi maleka wan ve here da ku /30/ milyon dolarî veguhêze. Dozgerên giştî operasyoneka lêpirsînê li dar xistin hişt ku Erdogan ê ku wê çaxê serokwezîr bû, gelek wezîr û zilamên xwe ji kar bixe.

 

Hizirîn li bara Bîlal

Rojnameger Ebdulah Bozkurt analîzek di “Nirdic Monitor”ê de weşand ku tê de dibêje ku Erdogan ji pirsgirêkên tenduristîyê bifikar e û dest pê kiriye kurê xwe Necimedîn Bîlal Erdogan ji bo xîlafeta xwe amade dike. Her wiha serokê Tirkîyayê armanc dike ku xanedaneka malbatî li ser pişta jihevxistina sazîyên demokrat ava bike, di rewşekê da ku opozîsyon tê de lawaz e û danheva samanekî mezin ku bi milyarê dolaran e ji hêla malbata Erdogan ve.

“Bozkurt” dibêje ku Bîlal –tevî ku tu birêveberî di destê wî de tuneye- kesê herî hêzdar e di hikûmeta Tirkîyayê de, ku li paş perdeyê kar dike û ev yek hikmê bavê wî toreyeka berfireh a dost xizmên wî di deverên bilind di hikûmetê de, alîkarîya wî dikin. Her wiha balê dikşîne ser erkdarkirinên vê dawîyê yên ku Erdogan pê rabû û guhartinên di wezaretan de nîşaneya rêlibervekrina xanedaneka malbatî ya gengaz e. Ev yek jç nîşaneya xwesteka Erdogan û wê malbatê ye ku hikumekê dûvdirêj bikin û /82/ milyon tirk wekî dûvekan bibînin, wekî çawa ku milkên dewletê wekî milkên xwe yên taybet dibînin.

 

Di navbera gendelî û terorê de

Her wiha analîza lêkolînkirî bi bîr tîne ku Necinedîn Bîlal Erdogan –ê ku di dibistaneka olî de rabûye û li Amerîkayê xwendiye- kesekî îdyolojîperest e bo îslama siyasî û têkilîyên wî yên xurt bi komên olî yên ku piştgirîya bavî wî dikin, heye.

Rapor amaje bi xaleka pir xeternak dike, ku dibêje Bîlal bi birêxistina El-Qaîyda ya terorîst re kar kiriye, her wiha ew yek ji tawankaran bû di lêpirsînên gendelîyê de û ji wan xelas nebû heta ku bavê wî destwerdan kir xelas, li tenişta bi komikên terorîst ên ku “Enqera” wan fînanase dike, têkildar e.

Di heman analîzê de hat gotin ku Bîlal Erdogan –ê ku wekî cênîş lê tê nêrîn- roleka girîng di erkdarkirina kesan di birêveberîyên hikûmetê da dilîze ew jî bi rêya sazîyên mîna “TÜGVA” ku têkilîya wan bi îslama siyasî re heye, her wiha sazîya “TÜRGEV”ê ya ku Bîlal birêveberîya wê dike ku berî biha rastî dozên gendelîyê hatiye, ew jî di lêpirsîneka gendelîyê de bû û Erdogan destwedan kir da ku lêpirsînê rawestîne.

Analîza “Nirdic Monitor”ê dibêje ku Erdogan bo ku kesayetên bibandor ên AKPyê dur bixe, bergirî girtine; da rê li ber xîlafeta kurê xwe di partîyê de veke, ev yek jî desthilata malbata Erdogan di siyaseta Tirkîyayê de xurt dike, ku erkdarkirnên vê dawîyê yên ku di ser Tirkîyayê re derbas bûn, mîna Îbrahîm Kaln serokê Sazîya Istixbaratên Niştimanî, gavek e ku rê li ber xîlafeta Bîlal a gengaz vedike.

Analîz bi bîr dixe ku samanê mabata Erdogan bi rêyên neqanûnî hatine bidestxistin, ku Bîlal wan bi rê ve dibe. Ev yek di nava civaka olî de rewa ye ji ber ku ji bo piştgirîya tevgerên cîhadî yên cîhanî û birêxistinên îslamî, pêwîst e, ku serokê Tirkîyayê piştgirîyeka mezin dide wan li gelek deveran di serî de Sûrîya, Lîbya Misir, Tûnis û ji bilî wan.

 

Erdogan dixwaze kurê xwe wekî serok bibîne

Di vê çarçoveyn de, Cewdet Kamil analîzkarê siyasî yê tirk dibêje ku Erdogan bi rêya dûrsixtina Bîlal ji birêvebirên fermî heta niha, dixwaze navê wî spî bike, ango heta niha Bîlal nebûye parlamenter an jî wezîr, her wiha tu erkekî fermî negirtiye ku perbirsyartîyê hilgire.

“Kamil” bi daxuyanîyêekê ji “Target Platform”ê re dibêje ku ji ber wê bandora siyasetên AKPyê yê pûç li ser dirêjahîya /20/ salan li Bîlal nehatiye, lê bi seba ew qedkirinên deng ên wî û bavê wî (dema serkwezîr bû) bi nav û deng bû, ew axaftinê zilamên ewlekarîya Tirkîyayê di 17ê kanûna pêşîn a 2013an de ew qeyd kiribû, ku tê da Erdogan daxwaz ji kurê xwe dikir ku poereyên di mala wan a li Stenbolê veguhêze devereeka din ji tirsa ku polîs bigire ser wan.

Analîzkarê tirk dibîne ku bi hebûna şikên gendelîyê yên girêdayî Bîlal Erdogan, dê nebe serokê Tirkîyayê, ji ber ku ew qeydkirinên deng hê hene û hê ji li bala gelê Tirkîyayê ye. Her wiha tekez dike ku Erdogan dixwaze kurê wî di pişt wî ra bibe serok, lê Erdogan di heman demê de raya giştî ya Tirkîyayê dişopîne û raya giştî ji Bîlal re naxwaze, ji ber vê sedemê dê negihêje kursîya serokatîyê.

 

Tawanbarkirinên gendelîyê ranawestin

Curbicurbûna şikên gendelîyê yên li berdora Necimedîn Bîlal pir bûne heta asta ku hin kesên opozîsyonê dibêjin ku Bîlal hemû “karên kirêt” ên Tirkîyayê bi rê ve dibe. Di hezîrana bûrî de desthilata dijî gendelîyê ya li Swêd û Amerîkayê lêpirsîne li bara gilîyekê kirin ku dibêje kompanîyeka swêdî ya girêdayê kompanîyekaamerîkayî soz daye ku dê bi milyonên dolaran wekî bertîl bide kurê Erdogan; bo ku alîkarîyan wan bike ku tenên berhemên wan li bazara Tirkîyayê hebe.

Sala borî jî, hikûmeta Rûsyayê got ku agahî li gel wê hene tekez dikin ku Bîlal Erdogan girêdayî torekê ye li ser sînorê Tirkîya – Sûrîyayê kar dike ji bo qaçaxtîya petrola sûrîyayî bi hevkarîya birêxistina DAIŞê. Ev ne cara yekê ye ku berê tilîyan ber bi Erdogan û kurdê ve diçe li bara tawanên girêdayî bazirganîya petrola sûrîyayî û bidesxistina wê petrolê ji destê birêxistinên terorîst bi pereyên kêm û li hemberî çek û alavên lojîstî.

Di gulana sala bûrî de, serokê MHPyê, Kemal Kiliçdar Oglu hin dosyayê girêdayî gendelîya malbata Erdogan kifş kir, ku wan bi veguhastina derdora milyar dolarî bo sazîyeka li Amerîkayê tawanbar kir. Serokê opozîsyona Tirkîyayê tekez kir ku Bîlal Erdogan li ser vê veguhastinê sekinî û li Amerîkayê xwîşka Israa pêşwazîyan van pereyan kir.

Her wiha Kema Kilçdar Oglu tekez kir ku ew dê şûştina pereyan a li vî welatî çêdibe kifş bike. Hêjayî gotinê ye ku Israa beşek ji wê axaftina navdar a 2013an a ku hat belavkirn bû, ku ew doz di ragihandinê de navê “hetîketîya gendelîyê ya mezin” lê hat kirin.

Her wiha sala 2016an hikûmeta Îtalyayê lêpirsînek çêkir li bara dozeka şûştine pereyan ku têkilîya wê bi Bîlal Erdogan re hebû; tê de hatibû tawanbarkirin ku bi dizî û bi rêyên nerewa pere derbasî Tirkîyayê kiriye. Wekî adetê rêjîma Tirkîyayê van tawanan red dike, lê dubarekirrina li hudir û derve tekez dike ku tiştek heye, “dûman bêyî agir tuneye”.

 

Xelîfeyek ji malbata Erdogan

Xîlafeta Erdogan piştî biserketina wî di hilbijartinên gulanê de bû mijareka lêkolînê bo Selîm Kuru di bernameya Orasyayê de ya girêdayî Peymangeha Lêkolînan a kovara Foreign Policyê ya amerîkayî, tê de behs dike ku gengaz e kesek ji malbata serokê Tirkîyayê bibe xelîfeya wî û Erdogan ji vê hêlê de bêşens e, ku kurê xwe yê mezin ji piçkanî ve veşat û vê yekê jî dibe ku tade li tenduristîya mejîyê wî kiribe.

Lê Bîlal Erdogan, Kuru dibêje ku birêxistinên nehikûmî bi rê ve dibe, ew birêxistin bihêz in û girêdayî malbatê ne. Lê ev yek têra wê yekê nake ku bihêle roleka mezin a sereke bilîze. Her wiha zavayê Erdogan ê mezin Berat Albeyreq wekî wezîrê enerjî û diravî kar kiriye, hêza wî di dema wîlayeta wî da xurt bû heta ku neçar ma bi rêyeka ramatîkî dest ji kar berde û hê jî hêzeka disthilatî ya sazîyî li gel wî heye, lê nema dikare li pêş çavan kar bike.

Her wiha Selîm Kuru li bara zavayê piçûk ê Erdogan, Selcûq Bayrakdar diaxive, ku ew bipêşxistinên şareza di warê teknolojîyê de dike, lê ew tu carî nêzî siyasetê nebûye. “Kuru” dibêje ku Erdogan dê ne hetahetayê bijî û dibe ku xelîfeyê wî bi ser bikeve heger ji derveyî Encumana Wezîran a niha were, her wiha malbata wî jî.

You might also like