Sedsalîya Lozanê û sedsala binketinên kurdî.. Di sedsala nû de hêvî nû dibin




Target Platform – Ehmed Qitmê

Rojên 22 û 23yê tîrmehê, 100 salên Peymana Lozanê ya ku piştî hilweşandina Dewleta Osmanî li pêş hêzên hevpeymanê wekî Birîtanîya û Fransayê, nexşeya Tirkîyaya îroj xêz kir, qedîyan.

Peymana Lozanê ya 1923yan, peymanek bi navê “Sewer”ê ku sala 1920î di navbera Tirkîya û hevpeymanê de hatibû îmzekirin, betal kir. Wê peymanê tekqezî li ser mafê niştecihên herêma Kurdistanê dikir (Li Tirkîyaya îroj) ku bo dîyarkirina herêma xwe, rapirsîyekê li dar bixe.

Kurd li Lozanê di rûyê wê de radibin

Hevdemî salvegera sedem a Peymana Lozanê, partî û birêxistinên kurdî û hejmareka mezin a akademisîyen, parêzer, rewşenbîr, niwênerên birêxistinên neteweyî, olî û jinan, li bajarê Lozanê yê swîsreyî beşdarî kongreyekê bûn ku li cihê gelê kurd berî 100 salî ji mafê xwe hatibû bêparhiştin, hat lidarxistin.

Kongre bêtirî xwe li ser pêşnîyazên di çarçoveya mercên xwecihî, herêmî û navdewetlî de, rawestîya. Beşdarên wê bi encamnameyeka ku bi zimanê kurdî hat dayîn, piştrast kir ku wê behsa zilma dîrokî ku hatiye serê wan bikin, wê daxwaza hevkarîyê bikin qene kurd û gelê Kurdistanê werin qerebûkirin, ne piştgirîya dagîrkeran bê kirin. Her wekî tekez kir ku ji hikûmetên dewletên dagîrker tê xwestin ku civînan bi niwênerên Kurdistanê re li dar bixe da ku çareserîyên demokratîk û aştîyane bên danîn û mafên rewa yên Kurdistanê werin pejirandin.

Her wiha daxwaz ji Encumena Ewlekarîya Navdewletî kir ku “herêmeka dijfirîn” were ragihandin da ku êrîşên li dij gelê Kurdistanê li “Rojavayê Kurdistanê” û Başûrê Kurdistanê bi giştî jî were rawestandin. (Herêmên kurdî yên li hundirê Sûrîya û Iraqê) yan jî hêzên Parastina Aştîyê bo navbera “Rojava/Bakurê Sûrîyayê” û Tirkîyayê werin şandin. Di heman demê de ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê xwest ku fişarê li Tirkîyayê bike û girtîyên siyasî serebest berde.

Sedsala bibinketin û têkşkandinên kurdî

Selah Elemdarî siyasetmedarekî kurd ji herêma Efrînê ya bakurrojavayê Sûrîyayê ye. Yek ji beşdarên Kongreya Lozanê bû. Target Platformê hevpeyvînek dirêj pê re saz kir. Wê behsa metirsî û hêvîyên ji sedsala li pêk bike, nexasim hevdemî êrîşên Tirkîyayê yên dijwar li dij herêmên xwedî taybetmendîyên kurdî li bakurê Sûrîyayê, ji wan jî Efrîn ku sala 2018an bi beşdarî komikên opozsyona sûrîyayî ku navê “Artêşa Niştîmanî ya Sûrîyayî” li wan tê kirin.

Destpêkê siyasetmedarê kurd ji “Target”ê re behsa serdema dîrokî û sedsala borî kir û got ku: “Piştî hilweşîna Împeratorîya Osmanî, dewletên mezin û dagîrker bi lez mîrateya xwe dabeş kir û nexweşeyên nû li ser hesabê erdnîgarîya di destê Împeratorîya Osmanî de xêz kir û li gor wan nexşeyan, dewlet û herêmên hêzê di nava xwe de çêkirin, ji wan jî herêmên îngilîzî, fransî û îtalî. Bi vî rengî û piştî ku ew welat çûn jî herêm hat parçekirin û wekî sînorên navdewletî danpêdan pê hat kirin.”

Her wiha: “Li gor wan nexşeyên ku wan welatan, Peymana Sykes Picot, Lozan û peymanên li dû wan ew xêz kirin, nexşeyên herêmên ku em lê dijîn hatin xêzkirin û gelê kurd destvala jê derket.” Wî eşkere kir ku “Dewletên mezin ên ku nexşe çêkirin û ji her dewletekê şandeyek beşdarî danûstandin û peymana dibû qene encama wê ew be ku Ereb bi qasî xwe dewletan bibin û Tirkîyayê jî xwe sepand û xwe xêz kir, lê belê kurd bê dewlet man. Ne tenê ev, lê axa wan a ku di destê Împeratorîya Osmanî de bû jî li Sûrîya, Iraq û Tirkîyayê kir sê parçe. Hingî parçeyekî din piştî şerê Çaldîranê yê li Îranê jî hebû. bi vê yekê re, kurd çarparçe bûn.”

Elemdar îşaret bi wê yekê kir ku “Ev herçar dewlet (Tirkîya, Îran, Iraq û Sûrîya) ne wekî hevkaran bi kurdan dan û stand û ne jî wekî hemwelatîyên din ku ew jî xwedî doz û erd in, lê belê siyaseteka sîstematîk a nijadperset bi hesin û agir, bi rêya pêngavên komkujî û jînosîdan, li dij wan pêk anî, lewra wekî pêngavên enfal û êrîşên kîmyayî hatin tomarkirin.”

Her wekî hinek siyasetên nijadperest ên ku li dij kurdan li her çar dewletan pêk hatin şermezar kir û got ku “li Sûrîya, nijadperestî bi rêya kember, erebkirin û qedexkirina zimanê kurdî, li Tirkîyayê bi rêya komkujî û qirkirinê, li Îranê, bi operasyonên girtin û fariskirinê û li Iraqê jî bi operasyonên enfal û kîmyayî, pêk hatin.”

Li gor wî, “Tê wateya ku hewl da kurdan qir bikin qene tiştekî bi navê doza kurdî nemîne. Ango hewl da gel, doz û erdê ji kokê ve hil bikin, da ku tu kes nebêje ev erd kurdî ye û ne jî tu kes miletekî bi navê kurdî nas neke, ji bilî ku di dawîyê li Iraqê hebûna wan di destûrê de hat nivîsandin.”

Axaftina xwe dom dike: “Em dikarin li gor van agahîyan bibêjin ku sedsala borî birîyara têkişandin û binketinên kurdî bû. Sedsala ku gelê kurd ji mafê dewletbûnê bêpar ma û lewra ji azadîyê jî bê par ma. Gelê kurd, bindestîyê cîranê, bêmaf jîyaye. Hemû hewldan, şoreş, serîhildan û têkoşîna ku pê rabûn jî, mafên wan li wan vegerandin.”

Çima kurdan welatekî neteweyî bi dest nexist?
Siyasetmedarê kurd bersiv da vê pirsa Targetê û got: “Nebûna kurdan bi rengekî fermî li Lozan û peymanên piştî wê, ew mafên wan bê par hiştin.” Her wiha: “Pir faktor hene, em dikarin bibêjin faktorekî xweser heye, ew jî kurd di warê rûdanên li derdora xwe ne têgihaştî bûn û kesayetên kurd ên zana ne di wê têgihaştinê de bûn ku zanbin çi li cîhanê çêdibe, her wekî beşekî wan jî bi dewletên cîran re li hev kiribû, wekî li Tirkîyayê, hinekan bi kemalîstan re li hev kiribû.”

Bi berdewamî dibêje: “Sedema duyem jî ew bû ku danûstandin ne di şev û rojekê de bûn, lê belê demeka dirêj dom kirin û her dewletekê karîbû mercên xwe li ser yên din bisepîne. Dewletên mezin û dagîrker, bi qasî guh dida berjwendîyên xwe, mafên gelan bo wan ne girîng bûn, lewra hemû bi lihevkirinekê li ser hesabê mafên gelê kurd qezenc kir.”

Elemedarî dibêje ku “Aniha, ez pêşbînî dikim ku rewş hinekî hatiye guhartin û kurd bûne xwedî cihekî girîng di qada navdewletî de û alîgir û dostên wan, çi ji dewlet û hikûmetan û çi jî rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl, hene. Heta radeyekê rewş erênî ye, em nikarin bibêjin ku faktorên berî sedsalekê, îroj jî hene, lê belê di dema dawîyê de hinek guhartin di pêwewndî û hebûna kurdan de çêbûye.”

Sedsalek ji bêweletîyê, girîngtirîn tişên ku kurdan winda kirine

Li bara tiştên ku gelê kurd di sedsala borî de ji dest dane û yên ew parastine, siyasemetdarê kurd bal kişand ser vê yekê ku “Di rewşa bêwelatîbûnê de, wexta welat tunebe, wê gelek bûyer rû bidin, eger welatê te tunebe, tê wateya ku tu bê xwedî yî , di dewleteka din, kesine din û neteweyeka din ve girêdayî ye, lewra dê ev yek bandorê li pir alîyan bike, çi dîrok, erdnîgarî, folklor, wêje û siyastê.”
Her wiha: “bê welatî, tê wateya ku tu ne azad î û ne ji mafê te ye tu derbirîna xwe bikî û ji pir tiştan bê par î. Dîroka herêmê bêyî Kurdan hat nivîsandin, çimkî tiştekî Kurdan tunebû ku pê bersivê bide yên din, wê demê medyaya civakî tunebû, pirtûk û rojname hebûn. Ragihandin û televezyonên wan tunebûn ku bêbextîyên dewlet û alîyên din red bikin.”

Wî got ku “bandor li erdnîgarîyê kir. Niştecihê herêmine bi giştî, nexasim li Tirkîya, Iraq û Îranê hatin pişaftin. Erdnîgarî bo gelê kurd hat guhartin. Hinek herêmên kurdî hebûn, îroroj piştî 100 salan, li gelek parêzgehên Tirkîyayê nema kurdî ne.” Girêdayî wê jî: “Ji hêla wêje, folklor, rêûresim û kevneşopîyê ve, beşekî mezin ji kurdan rêûresim û kevneşopîya ku li ser hatibûn xwedîkirin, ji bîr kirin, çimekî piranîya wan dest ji gund û hawirdora xwe ya civakî berda û çûn bajarên ku bi zimanekî din, zimanê dewletê diaxivin. Ev bi gelekan re çêbûye, çi yên ji Efrînê koçberî Helebê bûn û çi jî yên ji Amedê koçberî Stenbolê bûn, an jî ji Kurdistanê çûn Bexdayê, ango çand û zimanekî din ket jîyana wan.”

Bal kişand ser xaleka çarem, ew jî mijarê serbilindîya neteweyî û got ku: “Têkçûna ku di sedsala borî de hat serê gelê kurd, bandoreka nerênî li ser nifşên ku ew serdem dîtin, hişt. Li wir kurd bûn ereb. Helbet ev ne bi qîm û reza wan bû, lê belê bi darê zorê û operasyonên erebkirin, tirkkirin û fariskirinê û hwd”, Bersiva xwe di warê vê pirsê de bi vî rengî bi dawî kir: “Eger welatê kurdan, sînorekî parastî, hikûmetek, dibistanên zimanên wan bi rêya wê dîrok û folklora xwe nas kiriba, hebûya, hingî wê gelê kurdan xwe bi destkeftîyên xwe girê daba, çimkî cihê serbilindîyê ye. Dîrok, erdnîgarî, wêje û stranên me zengîn in. Mixbin hemû tiştên girêdayî kurdan rastî operasyonên reşkirin û qirkirinê hatin, ji bo wan ji kokê ve nehêlin.”

Gelo wê kurd li Sûrîyayê mafên xwe yên rewa bi dest bixin?

Li bara rewşa pêkhateya kurd li Sûrîyayê ku van salên dawîyê rastî êrîşên dijwar ji hêla Tirkîyayê ve tê, metirîsyên jinosîd û qirkirina etnîkî heye, dibe hin herêmên wan ên din bibin wekî Efrînê ku ji sala 2018an ve, piştî ku Tirkîyayê ew dagîr kir û ew ji şênîyên wê yên resen dûr xist, siyasetmedarê kurd axivî û got: “Di 12 salên bûyerên li Sûrîyayê, kurdan helwestên bi rûmet û erênî tomar kirin. Heta radeyekê destkeftî bi destê xwe ve anîn, çi girêdayî Birêveberîya Xweser an jî hêzên parastinê, herêmên xwe ji pezên Artêşa Azad an yên ji derveyî sînor hatin û heta ne ji Artêşa Rejîmê re jî nekirin çêrgeh.

Axaftina xwe wiha dom kir: “Ji destpêkê de baldarî hebû ku herêmên kurdî dûrî rageşîya li dar bin, çimkî mixabin wê piştî demekê dîyar bibe ku ew şerekî bo desthilatê di navbera komikên Ixwan El-Mislimîn û Rejîmê de ye”, girêdayî wê: Hebûna birêveberîyeka kurd li ser sînor û li kêleka wê, li xweşîya dewleta tirk nehat. Ew nikare hebûna kurdekî li Merîxê jî qebûl bike û daqurtîne, hemû kes kurdan wekî dûvik û bê hêz dixwazin.”

Ji Targetê re bal kişand ser wê yekê ku “Tişta di dema dawîyê de pêk hat, hêzeka da kurdan ku xwe biparêzin û têkevin meydana siyasî, dîpolmasî û leşkerî û li herêmê di ware şerê li dij DAIŞ û terorê de bi dewletên mezin re hevahengîyê bike. Ev bi giştî li xweşîya dewleta tirk nehat, lewra wê bi hemû hêza xwe hewl bide, vê tecrubeyê û destkeftîyên kurdên Sûrîyayê têk bibe. Lê ez pêşbînî dikim ku Tirkîya nikare destkefîtyên kurdî têk bibe, çimkî hevkêşeya siyasî ya cîhanî tê guhertin û Amerîka dikare xwe li dor gelek tiştên bêyî dilê Tirkîyayê, bipêçe.”

Her wiha tekez kir ku “Em dest vala dernakevin, bi çi rêbazî be, wê amadebûneka kurdî hebe, formek ger kêm be jî wê mafên kurdî bi dest bixe, heta ku tevahîya erdnîgarîya kurdî jî be.” Bi bîr dixe ku “Dê Tirkîya pir bihaneyan çêke ku li Efrînê û hemû herêmên Rojavayê Firatê bimîne. Dibe di gelek mijaran de tawîzan bide Rejîma Sûrîyayê, tenê ji bo di Efrînê de bimîne. Rejîm jî ji hêla xwe dê daxwazên ji Efrînê mezintir ji Tirkîyayê bixwaze. Lê belê berjwendîyên herdu alîyan dibe di gorîkirina herêm an parçeyekî de bighêje hev, bi çi rêyê be wê dîyalogê li ser bikin. Ez pêşbînî dikim ku wê rewşa Efrînê wekî xwe bimîne, ev vê ditirsim.”


Kurd li Îran û Tirkîyayê

Li bara kurdan li Îran û Tirkîyayê, siyasetmedarê kurd îşaret bi wê yekê kir ku rewşa li Ttirkîya û Îranê, berî bûyerên xwîndar ên sala 2011an ji ya Sûrîyayê baştir bû, vê jî dispêre hebûna partîyên Kurdî yên kenar, xwedî mîrateyeka neteweyî û têkoşer, her wekî hinek tişt li ser erdê pêk hatin, çi di ware berxwedan û berevanîya leşkerî û çi jî ji aliyê siyasî.

Wî got: Dê li giştî herêmê guhertin çêbibin. Ev guhertin li sînorê Tirkîya yan Îranê ranawestin, wê bi ser tevahîya Rojhilata Navîn de werin, çimkî herêm bi tevahî tê girtin. Eger we bala xwe dabe heyamê borî, hemû sîstemên desthildarîyê heta radeyekê mîna hev bûn. Nabe sûrîyaya siberojê demokratîk be û li kêleka wê jî Îran rêbertîya olî be. Nabe Iraq dewleteke demokratîk û parlamentoyî be û li tenişta wê oldarî be. Wate, wê guhertin li hemû dewletên herêmê çêbibin û gereke kurd xwe bidin kêlîya guncaw qene karibin di warê dîplomasî de bilîzin û cîhanê bi doza xwe bidin nasîn, îroroj derfet heye ku cihên baştir wekî Sûrîya, li Îran û Tirkîyayê jî bigirin.”

Hêzên navdewletî û berjewendîyên wê di welatekî neteweyî yê kurdan de

Derbarê mijarê kevn û nû ango welatekî neteweyî ku karibe rojekê kurdan li hev kom bike, eger berjwendîyên hêzên navdewletî ev yek xwest, siyasetmedarê kurd amaje pê kir ku “Di wextekê de ku fêmkirineka navdewletî ji zilma Kurdan a di sedsala borî de, hestekî navdewletî bi wan re, di warê tiştên ku hatin serê wan û hîna tên, mizgînîya xêrê ye.”

Her wiha: “Eger ne têrker be jî, tevgereka kurdî heye, çi li Ewropa û çi jî li Amerîkayê. Dîplomasîyeka kurdî ku ji berîya sedsalî baştir e, heye. Li kêleka ku medyaya civakî û ragihandineka pîşeyî heye. Wate pir guhertin hene dê li gor berjwendîyên kurdan bin”, lê belê pêşbînîyên xwe di warê welatekî neteweyî ku rojekê kurdan li hev kom bike, qels dike. Ji Targetê re got. “Cîhan negihaştiye wê astê ku soza welatekî neteweyî bidin kurdan.”

Li bara dîtinên wî ji helwestên hêzên navdewletî derheqê doza kurdî de, Selah Elemedarî ji Targetê re got: “Di warê mafên kurdî de, ez pişta xwe bi Rûsyayê ve girê nadim. Rûsya tenê dewleteka berjwendîyan e. Stratejî û plan lê tunene, tenê li zêdebûna qezencîyan digere, dixwaze tenê şopeka wê hevsengîya navdewletî de hebe.” Pê ve girêdayî jî: “Lê belê ew dewleteka mezin e û em nikarin wê derbas bikin an jî wê paşguh bikin.”

Lê li bara welatên rojavayî û Amerîkayê, destnîşan kir ku stratejîyên wê ji yên Rûsyayê dûrtir in. Wî eşkere kir ku “Lewra em dikarin ji wan stratejîyan fêm bikin ku wê cihê kurdan di nava wan siyasetan de hebe.” Ez nikarim bibêjim ku wan soza dewleteka neteweyî daye kurdan, lê belê li gor şopandina min, ez dibînim ku hestekî wiha heye û bi hawara kurdan ve tê. Niha Amerîka di herêmê de heye û li herêmên kurdî yên Sûrîyayê ye. Ez pêşbînî dikim ku wê heta demeka ne dîyar bimîne. Madem maye, ew ê li bi kurdan, (HSD) û (MSD) û şênîyên herêmê re be. Wê di hevahengî û hevpeymaneka dîyar de be. Ev yek baş e. Wekî çawa rewş li berîya ketina rejîmê li Başûrê Kurdistanê bû. Ew mesele heta niha dom dike û ev dê bi rengekî erênî li gelê kurd vegere.”

Di dawîya hevpeyvîna xwe bi Targetê re, siyasetmedarê kurd Selah Elemdarî got: “Ez dibînim ku zilma li kurdan a di sedsala borî de, deqeka reş li ser enîya mirovahîyê ye. Çawa gelekî resen û kevnare ji berî hezarên salan ve, ji mafên xwe yên herî piçûk bê par bimîne, ew jî azadî û mafê avakirina dewletê. Lê belê gelên ku hatin herêmê, ji wan tirk, ne ji vê herêmê ne, lê belê ew ji Asyaya Navîn hatin. Cihekî stratejîk ji erdnîgarîya herêmê dagîr kiriye. Ev ne adil e, naxwe edalet û wekhevî tuneye. Wate, mirovahî kêm e. Gerek e tiştên ku di sedsala borî de çêbûn, werin sererastkirin.”


Dibe ku bûyerên ku li Sûrîyayê diqewimin û berî wê jî li Iraqê, wêneyeka siberojê bo Îran û Tirkîyayê be, eger herdû dewletan çareserî nedît û hemû pêkhateyên xwe razî nekir. Di wextekê de ku zêdetir behsa welatekî yekreng, ol û mezhebî, di serdemeka borî de tê kirin. Pirs ev dimîne, dê herdu dewlet têkevin pêşbirika demê û rê nedin şerê navxweyî an wê faşîzma netewperest wan di gora wan de werke?

You might also like