Bi erêkirina Şamê ve girêdayî ye.. Destpêşxerêya Birêveberîya Xweser bo pêşwazîkirina sûrîyayîyan ji Libnanê li bendê ye

Platforma Targetê – Ehmed Qitmê

 

Encamên şerê Sûrîyayê yê wêranker û berdewam ji deh salan de bi dawî nabe ku encam û berhemên wê ne tenê li hundirê Sûrîyayê, lê belê heta radeyeka zêde gihaşt welatên cîran jî û yek ji wan jî welatê herî kêmhêz û piçûk, ango Libnan e.

Li wir, pêngavên siyasî ji hêla dijminên siyasî ve ku di nava hev de heyirî mane, dom dikin û di warê çareserkirina dozên xwe de bi bin ketin, îcar biryar didin ku binketinên xwe bi koçberên sûrîyayî ve girêbidin û daxwaza qewrandin an dersînorkirina wan dikin, bêyî ku guh bidin çarenivîsa reş a bendewar a li jêr şîyana ewlekarî û istixbaratî ya desthilatdarîya Şamê dike.

“Hizbulah” a libnanî di nîvê vê tîrmehê de daxwaz ji hikûmeta welatê xwe kir ku pêwendîyên bi Şamê re bike û krîza koçberan çareser bike û li gor berjwendîyên welat tev bigere. Lê belê qet guh li wê yekê nekir ku Hizbulah bi xwe yek ji sersebebên koçberkirina sûrîyayîyan ber bi Libnanê ve bû, çimkî li kêleka desthilata Sûrîyayê beşdarîya xwe di şer de berfirehtir kir û hişt ku şerê navxweyî gurtir bibe. Hevdemî destwerdana Tirkîyayê ya li kêleka birêxistinên radîkal ku navê opozsyonê li xwe dikin.

Bi rastî jî dezgehên libnanî û sûrîyayî agahîyên vegera sûrîyayîyan ji Libnanê belav kirin û tim navê vegera bi qîm û reza xwe lê bar dikin, çi ji Libnanê, çi Tirkîya û çi jî devereka din. Lê belê bi serê gelek çavdêran ve naçe, çimkî dizanin piranîya kesên vedigerin bi darê zorê ye. Wekî delîl jî raporên birêxistinên mafnasîyê ku li bara rewşa kesên vegerîyane rapirsîyan amade dikin dibêjin ku rastî girtin, îşkencekirin û leşkertîya neçar a Hikûmeta Şamê tên, li tenişta ku buhabûneka zêde heye û lîreya sûrîyayî têk diçe û pêdivîyên herî sereke yên jîyanê jî tunene.

Mûmeka Hêvîyê

Li gor Ewlekarîya Giştî ya Libnanê hejmara koçberên sûrîyayî yên li Libnanê, 2 milyon û 80 hezar koçber in, piranîya wan bêyî pelikên fermî ne. Lê belê li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, 840 hezar koçber li cem wê tomarkirî ne û derdora 3100 konan li ser axa Libnanê belavkirî ne û piranîya wan jî li Bîqa û Şîmal in.

Hevdemî vê tevlihevîyê, çirayeka piçûk ji mûmeka hêvîyê biriqand, dema Niwênerê Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê li Libnanê, 18ê tîrmehê, di hevdîtinekê de li Beyrûdê daxwaznameyek pêşkêşî Wezîrê Karûbarên Derve yê Libnanê kir ku komîteyaka hevahengîyê ava bikin qene dosyaya koçberên sûrîyayî li Libnanê çareser bikin.

Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bi zimanê Hevserokê Gerînendeya Têklîyên Derve Bedran Çiya Kurd ragihandibû ku ew amade ne koçberan pêşwazî bikin. Ev yek jî piştî pêngavên dersînorkirinê ku desthilata Libnanê pê rabûbû. Her wekî piştrast kir ku ew amade ne koçberên sûrîyayî yên ku rewşa wan li Libnanê perîşan e pêşwazî bikin û wekî erkekî mirovî, sincî û niştîmanî, derîyên wê bo hemû sûrîyayîyan bêyî cudayî vekirî ne.
Ne destpêşxerîya yekem e.

Ninwênerê Birêveberîya Xweser li Libnanê Ebulselam Ehmed li bara destpêşxerîya xwe, sedema pêşkêşkirina wê û bersiva alîyê Libnanê ji Paltforma Targetê re axivî û got ku “wekî erkê li beramber gelê Sûrîyayê bi tevahîya pêkhate û beşên xwe, Birêveberîya Xweser destpêşxerîyek pêşkêş kir û ew li beramber alîyên bi nakok li Sûrîyayê ne ya yekem e, da ku bi hev re li rêyeka çareserkirina krîza Sûrîyayê bigerin, xwînê bisekinînin û dîyalogê bikin rêgeh, bêyî ku alîyek were paşguhkirin yan dûrxistin.”

Ehmed axaftina xwe wiha dom kir: “Yek ji bendên destpêşxerîyê, pirsa koçberan li Libnanê ye, çimkî dema dawîyê ev mijar pir di nava hêzên siyasî yên Libananê hat gotûbêjkirin û hinek ji wan sûrîyayîyan dikin sersebeba krîza aborî û jîyanî, ev jî dihêle ku destdirêjî li koçberan bibe, sedem jî tewşîyên hinek alîyên ku qala bicihkirina sûrîyayîyan û guhertina demografîk dikin. Dengê qewrandina koçberan a bi darê zorê bilind bû, lewra bi vê re gef li jîyana kesên vedigerin tê xwarin û agahî dighêjin ber destê me ku piştî qewrandina wan, hinek ji wan windayî ne.”

Li bara hewldanên pêşwazîkirina sûrîyayîyên li dij desthilata Şamê, Ehmed got ku “Em beşekî Opozsyona Niştîmanî ya Demokratîk a ku guhertina rêjîmê bi hemû sembol û sazîyên wê dixwaze û sûrîyaka demokratîk û nenavendî ava bike ku hemû welatî di erk û mafan de wekhev bin”, her wiha piştrast kir ku “Çi kedek bo lihevkirina di programekî de hevbeş de, em bi dilekî vekirî pêşwazî dikin.”

Helwesta Desthilata Libananê li beramber destpêşxerîyê
Li bara bersiva Desthilata Libnanê ji destpêşxerîya wan re, Niwênerê Birêveberîya Xweser li Libnanê dîyar kir ku pêşnîyaza wan “rastî bersiveka erênî ya hêzên siyasî yên libnanî hat. Alîyên ku me ew dîtin Birêverê Giştî yê Ewlekarîya Giştî ya Libnanê û Wezîrê Karûbarên Derve bûn. Wezîrê Karûbarên Derve pêşwazî li destpêşxerîyê kir û wekî gaveka pir baş bo çareserkirina pirsa koçberan bi nav kir û wekî gava yekem jî vegerandina niştecihên herêmên Birêveberîya Xweser e.”

Lê belê Ehmed serketina destpêşxerîyê bi erêkirina “Hikûmeta Şamê ya vekirina korîdorê û garantîya gihandina koçberan bi rengekî ewle bo herêmên Birêveberîya Xweser”, her wekî bi “piştgirîya civaka navdewletî û komsyona Neteweyên Yekbûyî ya karûbarên koçberan û birêxistinên mirovî yên pêwendîdar ve”, girêda.

Di çarçoveya hevdîtinên çalakîyên siyasî, çendî û civakî yên libnanî de, hevdîtin di navbera Niwênerê Birêveberîya Xweser û Wezîrê Karûbarên Derve yê Libnanê Ebdulah Bo Hebîb pêk hat. Vê jî hişt ku Paltforma Targetê ji Ebdulselam Ehmed bipirse, gelo desthilata Libananê destpêşxerîya wan bi rengekî rijd wergirt? Ehmed bi rengekî vekirî got ku “Alîyên fermî û hêzên siyasî yên em pêwendîyê bi wan re dikin, wekî hêzeka siyasî û birêveber ku îroj di hevkêşeya siyasî ya herêmê de faktoreka girîng e û hêzeka leşkerî ku beşekî girîng di Hevpeymaneka Navdewletî li dij terorê de ye, li me dinêrin.”

Gelo herêmên Birêveberîya Xweser dikare barê kesên ji Libnanê werin rake?
Hevdemî rewşa aborî ya zehmet ku tevahîya sûrîyayîyên li ser erdnîgarîyê wê tê re derbas dibin û lîreya sûrîyayî têk diçe, li kêleka dewamkirina gefên Tirkîyayê yên dagîrkirina herêmên Berêveberîya Xweser, pêdivî hebû ku ev pirs ji hêla niwênerê Birêveberîya Xweser were zelalkirin ku karîna çi qas heta ku sûrîyayên ji Libnanê tên qewrandin pêşwazî bike, wî jî ji “Targetê” re got : “Serkeftina vê projeyê bi piştgirîya civaka navdewletî û karê ji bo vekirina dergehê Tilkoçerê û derbaskirina alîkarîyên mirovî ve girêdayî ye.”

Her wiha, “wê proje li ser çend pêngavan pêk were û eger Hikûmeta Sûrîyayê erê bike, wê koçberên ji Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê vekirin cih û warê xwe, lê koçberên ji parêzgehên din ên Sûrîyayê, wê di kampên demkî de werin bicihkirin, heta ku çareserîyeka siyasî ji pirsgirêka Sûrîyayê re bê dîtin.”

Ebdulselam Ehmed piştrast kir ku “em li dij projeya tirkîyayî ne ya ku armanc dike guhertina demografîk li herêmên kurdî pêk bîne û em hemû sûrîyayîyên ji kîjan deverê be pêşwazî dikin û eger ne ji bo pêwîstîyên ewlekarî û rewşên taybet bin, me tu carî rê li ber sûrîyayên ku xwe davêjin herêmên Birêveberîya Xweser negirtiye.”

Lê belê hevdemî wê, Wezîrê Karûbarên Derve di Hikûmeta Birêveberîya Karsazîya Libnanî de Ebdulah Bo Hebîb û Elî Dexman ê bi karê balyozxaneya sûrîyayî li Libnanê radibe daxwaza hikûmetê ragihand ku ew şandeyekê ji wezaretê saz bikin qene serdana Şamê bikin û çend dozên hevbeş, ji wan ya koçberên sûrîyayî yên li Libnanê, gotûbêj bikin. Her wekî wezaretê roja 8ê tîrmehê bi daxuyanîyekê eşkere kir ku “civîn bi biryara serokê Hikûmeta Birêveberîya Karsazîyê ya libnanî Necîb Mîqatî pêk hatiye.”

Lê Wezîrê Karûbarên Koçberan di Hikûmeta Birêveberîya Karsazîyê Îsam Şerefeldîn di hezîrana borî de li gel Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê sûrîyayî Mihemed Rehmûn awayê hevkarîya bo vegerandina koçberên sûrîyayî gotûbêj kiribû, hingî Rehmûn idîa kir ku “Sûrîya hemû hêsanîyên pêwîst pêşkêş kirin qene vegera koçberan bo welatê wan pêk bîne, rewşên wan di navendên sînorî de û hemû pirsgirêkên ku rastî wan werin jî çareser bikin.”

Bi vê re, derî li pêş hemû egeran vekirî ye û bi awayê danûstandina desthilata li Şamê bi destpêşxwerîya Birêveberîya Xweser ve girêdatî ye. Eger bipejirîne, wê rêyeka ferecê bo sûrîyayên li Libnanê bê vekirin. Wê ew jî serwext bibin ku dema derbasî axa Sûrîyayê bibin, dê ji ber sedemên kêfî neyên girtin û ev yekî jî ne dûr e, çimkî pir pelikên aborî di destê Birêveberîya Xweser de hene ku bi rêya wê dikare fişarê li desthilata li Şamê bike qene destpêşxwerîyê qebûl bike û careka din hêzê bidê ku karibe pêdivîyên bingehîn ên jîyanê bo wan kesên ku ketine ber pêlên qederê, peyda bike.”

You might also like