Piştî neamadebûna PDKyê di Kongreya Lozanê de.. Zeyneb Murad ji Targetê re: Ê amade nebû, ew bi bin ket.

 

Qahîre – Mihemed Îsmalî:

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) birêz Zeyneb Murad ne beşdarîya hin partî û alîyên kurdî di Kongreya Sedsalîya Lozanê ku 22 – 24ê tîrmehê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê, bi boneya derbasbûna 100 salan di ser peymana ku zilmeka dîrokî li gelê kurd kir, ew ji mafê wî yê avakirina dewletekê yan jî otonomîyekê bê bar hişt û Kurdistan di navbera Tirkîya, Sûrîya, Iraq û Îranê de parçe kir,  hat lidarxistin rexne kir.

Lozanê tevahîya kurdan kir armanc

Ji alîyên sereke ku beşdarî kongreyê nebûn, Partîya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) bû. Di vê çarçoveyê de, Zeyneb Murad ji Platforma Targetê re got ku “wexta behsa peyman û lihevkirinekê mîna ya Lozanê tê kirin, hingî em behsa siyaseteka ku sed salî li dij tevahîya gelê kurd ku li her çar parçeyan dom kiriye, dikin. Siyasetên di encama wê peymanê de, ne tenê beşek kir armanc, lê belê tevahîya gelê kurd û heta bi gelên herêmê yên ji dîrokê de pêkvejîyane jî kirine armanc”.

Zeyneb Murad dîyar kir ku “ji ber vê çendê, yek ji mijarên sereke ku di kongreyê de hatin gotûbêjkirin, Yekîtîya Neteweyî bû. Çimkî îroroj ew pêdivîyek e, qene rê li ber planên dagîrkerî û planên qirkirinê ku dewletên dagîrker an jî dewletên ku Kurdistan li ser wan hat parçekirin, bigire. Lewra di çend xalsên encamnameyê de behsa vê mijarê hat kirin, yek ji wan jî ew bû ku berjwendîyên kesayetî di ser berjwendîya Niştîmanî Kurdistanî re neyê girtin”.

 

Wê bal kişand ku di daxuyanîyê de hatîye xwestin ku dûrî zêdekirina nakokîyên sîyasî yên hundirîn bikevin, berovajî wê, bang kir ku bi rêya danûstandina hundirîn a niştîmanî çareserî jê re bê dîtin û gerek e yekîtîya niştîmanî ya Kurdistanê bi beşdarîya hemû pêkhateyên sîyasî, civakî, çandî û Jinê, were avakirin. Her wiha daxuyanîyê bi zelalî xwest ku hemû lîderên sîyasî berjwendîyên kesayetî yên teng bidin alîyekî û kar ji bo sazkirina yekîtîya niştîmanî neteweyî bê kirin, qene ji bo îmzekirina peymaneka din mîna ya Lozanê, bibe rêgir.

Siyasetmedara kurd a navdar piştrast kir ku “dewleta Tirkîyayê bi rêya sîyaseta xwe bi dewletên bîyanî û ewropî re û bi hemû hêza xwe hewl dide careka din kurdan ji mafên wan bê bar bihêle û hemû destkeftîyên bi dest xistine jî tune bike”.

Partîyên xwedî berjwendîyên teng

Zeyneb Murad eşkere kir ku “hemû partîyên sîyasî û pêkhateyên gelê kurd û Kurdistanê bo amadebûna di kongreya sedsalîya Lozanê de hatin vexwendin û beşdarîyeka balkêş a niwênerên sîyasî hebû, lê ne hemû hatin. Her kes dizane bê hinek partîyên sîyasî, sîyasetê li gor berjwendîyên teng û taybet dikin, bêyî ku berjwendîyên neteweyî û niştîmanî yên gelê Kurd di ber çavan re bigirin”.

Her wiha got ku “ev pêngavên han zîyanê didin wan alîyan, çimkî civaka kurd îroroj yekgirtî û têgihaştî ye û hemû siyasetên ku li dij wî tên kirin nas dike û yê nehat vê kongreya sedsalîya Lozanê, ne gelê kurd, lê belê ew binketî ye. Çimkî îroroj gelê kurd xwedî destkeftî û hebûn e. Ew faktorekî bingehîn di siyaseta navdewletî û herêmî de ye û heta li dewletên ku lê ye jî, çi Tirkîya, Sûrîya û çi jî Îran û Iraqê.

Zeyneb Murad ne beşdarîya niwênerên fermî ji hin partîyên kurdî bi taybet PDK renxe kir, tevî ku hinek partîyên din jî bi rengekî fermî amade nebûn, lê belê hinek kesayetên ji wan, li ser bingehê naskirina qonaxa dîrokî û çarenivîsî ku gelê Kurd û tevahîya gelê herêmê tê re derbas dibin,hazir bûn. Çimkî siyasetên qirkirinê nexasim ji hêla dewleta Tirkîyê ve dom dikin, qene hemû destkeftîyên ku gelê Kurd di encama têkoşîna bi salan bi dest xistine, tune bikin.

Zeyneb Murad di axaftinên xwe de dîyar kir ku ne amadebûna partî yan jî alîyekî din di kongreya sedsalîya Lozanê de, tiştekî naguherîne, lê belê gelê kurd û hemû pêkhateyên ku di vê roja dîrokî de kom bûn, bi dengekî bilind ji civaka navdewletî re piştrast dikin ku em li vir hene û projeyeka me ya demokratîk heye ku dikare bibe berdêla hemû rejîm û binpêkirinên li dijî me û gelê herêmê. Ev projeya demokratîk a altarnatîf dê karibe aştîyê bîne herêmê û heta tevahîya cîhanê.

Pêdivî bi yekîtîyê heye

Her wiha di hevpeyvîna xwe de eşkere kir ku ev rastî êdî ji bo her deverekê, çi cîhanî, çi herêmî û çi jî hundirîn ev rastî zelal e. Îşaret bi wê yekê jî kir ku kongreyê ji civaka navdewletî re piştrast kir ku îroroj kurd li cihekî din in û niwênertîya faktorekî bingehîn di nava hemû hevkêşeyên sîyasî de dike. Lê belê daxwazên girîng ê daxuyanîyê bêtirî xwe hundirîn bûn û ji lîderên sîyasî yên Kurd re bûn ku nankokîyên xwe bidin alîyekî, çimkî îroj roja niştamanîyê ye û yekîtî pêdivîyekî jîyanî û dîrokî ye, qene em karibin vê qonaxê bi aştî û serkeftî biborînin.

Wê got ku yekîtî dikare bihêle kurd destkeftîyên mezintir ji gelê me û heta gelê herêmê re ku di ji 100 salî ve di alozîyan re derbas dibin, bi dest bixîne. Li kêleka ku pêwîstî bi sîstemeka demokratîk a alternatîf ku kurd lîdertîya wê dikin da ku guhertina mezin bi xwe re bîne, heye.

Hevseroka KNKyê Zeyneb Murad di dawîya axaftinên xwe piştrast kir ku ev projeya berdêl ne tenê ji bo kurdan e, lê belê ew projeyek gelê herêmê re ye ku di pêkanîna demokrasîyê de bi bin ketin. Ew projeyeka bo pêkanîna ewlehî û aştîyê li herêmê bi giştî û heta cîhanê ye.

 

You might also like