Target – Qamişlo
Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan ragihand ku polîsên leşkerî û komikên “Artêşa Niştîmanî” yên girêdayî Tirkîyaya dagîrker /37/ kes ji Girtîgeha Navendî ya Serê Kanîyêya dagirkirî ber bi herêmên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (HSD) ve berdane.
Li gor Rawangehê, Hêzên Ewlekarîyê yên HSDyê dane dû /19/ girtîyan, çimkî tirs heye ku ew ji serekên DAIŞê bin.
Li bara heman mijarê, Komîteya Koçberên Serê Kanîyê eşkere kir ku ev girtîyên serbestberdayî dê ji bo êrîşên terorane li herêmên Birêveberîya Xweser werin bikaranîn.
Tevî belavbûna van agahîyan jî, heta amadekirina vê nûçeyê HSDyê hîna tu daxuyanîyeka fermî belav nekiriye.
You might also like