Normalîzekirina têkilîyan di navbera Şam û Tirkîyayê de ne zelal e lê hê jî berdewam e, ji ber di dawîyên dê di berjewendîyên her du alîyan de be, ku ji hêlekê ve dê serîhildana gel li Sûrîyayê têk bibe, serîhildana ku Ernqera wê wekî metirsîyekê ji ewlehîya xwe ya neteweyî re dibîne ku ew doza humikekî nenavendî dikin û Tirkîya ditirse ku ev yek li gel wê jî rû bide.
Daxuyanîyên vê dawîyê yên Tirkîyaê yên li bara vê mijarê ku tekez dike dê hewl bide Sûrîya veguhartin û nebe hêlîna birêxistinên terorîst û qada şer wekaletê, ev gotin wezîrê derve yê Tirkîyayê, Hakan Fîdan di 8ê vê tebaxê de anîn ziman, ku tê da idîa kir ku dê welatê wî rê nede birêxistinên terorîst û hêzên ku li pişta wan li Tirkîya û deverê tevgerê bikin.
Ev gotinên Tirkîyayê, li gor gelekan nayê fêmkirin, ji ber ku roleka Enqerayê ya sereke di destwerdana axa Sûrîyayê de hebû, ku axa Sûrîyayê kir qadeka şerê wekaletê bi rêya piştgirîya komikên bi ser opozîsyona Sûrîyayê ve, da ku şerê komikên bi Rûsya û îranê ve bikin. Vê yekê hişt ku bajarên sereke yên sûrîyayê wêran bibin ên mîna Heleb, Humis û hwd.
Her wiha Tirkîyayê rê da bi hezarên terorîstan ku axa wê re derbasî Sûrîyayê bibin û bibe hêlîna birêxistinê terorîst ên mîna DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê û hwd. Her wiha di warê pratîkî de Tirkîyayê şerê DAIŞê nekir heta ku HSDyê Minbic rizgar kir di tebaxa 2016an da, wê çaxê Enqerayê dest bi operasyoneka leşkerî li gundewarên Helebe, bajaraê Cerabulisê pêk anî, bi navê “Mertalê Firatê”, ku bi wê operasyona ku wekî “şanoyê” hat dîtin, dest danî ser bajar.
Vegera Xwebexş û guhartina demografî
Em vegerin daxuyanîyên wezîrê derve yê Tirkîyayê, Hakan Fîdan, ku wî tekez ku dê vegerandina koçberan a xwebexş û ewle bilez pêk bîne. Sûrîyayê jî vê yekê red dikin û dibînin ku ew “vegerandina neçar e”, her wiha şopîner li bakurê Sûrîyayê dibînin ku ew planeka tirkîyayî ye û dixwaze demografîya deverên wan biguhêre, bi taybet deverên kurdî yên mîna Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî.
Di nava hewldanên Tirkîyayê yên rewakirina têkilîyan bi Sûrîyayê re, hikûmeta Şamê ya ku Beşar El-Esen niwênerê wê ye, dibêje ku dê tu axaftin berî vekişandina Tirkîyayê jiaxa Sûrîyayê çênebe. Tirkîya jî ji alîyê xwe ve idîa dike ku “hebûna wê li bakurê Sûrîyayê ji bo yekbûna axa Sûrîyayê ye ku hikûmeta Şamê niha nikare sînorê xwe biparêze û rê li ber êrîşên terorî yên li ser deverên sînorî di hundirê Tirkîyayê de bigire.”
Ev daxuyanîyên tirkîyayî yên li dû hev hevdemî gotegotên gengazîya amadekirina hevdîtinekê di navbera serokên her du welatan de, Erdogan û El-Esed, tê. Ku çavdêrên nêzî hikûmeta Enqerayê dibînin ku lihevkirineka tirkîyayî-sûrîyayî ji bo ewlehîya niştîmanî ya Tirjîyayê girîng e, ku Enqera dibêje ku ew amade ye şerê terorê bi hemû cureyên wê bike, ev yek bi xwe jî her du alî li ser wê li hev nakin.
Jêderên her du alîyan (Enqera û Şam) dibêjin ku hevdîtinên ku heta niha pêk hatine, her du alîyan li hev kiriye ku dê hêzên hevbeş bi hevahengîya bi Rûsya û Îranê re, bo parastina xelkê ji “terorîstan” ava bikin. Ew lihevkirin jî heger li ser bê erêkirin di heyamê mehekê de bê pêkanîn, lê Şam ji Têkilîyên bi Tirkîyayê re dudilî ye û naxwaze tiştekî bilez ragihîne. Her wiha ew li bara rewşa bakur û rojhilatê Sûrîyayê li hev dikin û her du ji tiştê ku Washington dixwaze bike, bitirs in.
Tirkîyayê fermandarên azad kuştin
Li bara rola Tirkîyayê di dirêjahîya şerê Sûrîyayê de, ku gelo şerê terorê kiriye an jî teror lê belav kiriye, Target Platformê axftineka wê ya taybet bi serhengê peraşûtvan “Imar El-Wawî” re hebû, ew yek ji serekê destpêkê ne yên ku ji artêşa Şamê parçe bûn û wekî razgir di “Artêşa Azad” de kar kir, her wiha axêverê bi navê “Artêşa Azad” bû, got ku: “Tirkîyayê li bakur, kêferata sûrîyayî ya li dij rêjîma tawankar li Sûrîyayê li gor berjewendîyên xwe bi kar anî.”
Berdewam dike û dibêje: “Wê hin serekên azad yên ku tematîyên wê red kirin kuştin û hin ji wan paşguh kirin. Her wiha sixur û xayîn kirin fermandarên komikan da ku fermanên wê pêk bînin û ji wan xwest ku lihevkirinên xiyanetê yên mîna Estanayê îmze bikin û ji wan xwest ku xwe ji deverên rigarkirî yên mîna başûr û rojavayê Helebê, bakurê Hemayê û gundewarên Idlibê vekişînin û piştgirî da komika El-Nusrayê ya terorîst bi serkêşîya El-Colanî û ji wî xwest ku hikûmetekê saz bike û dergehê Bab El-Hewayê bo bazirganî, qaçaxî, şêlandin û dizîya nanê sûrîyayîyan, jê re vekir.
Berdewam dike: “Her wiha tevî El-Nusrayê, piştgirîya partîya El-tehrîr a terorîst a daişî dike û hin komikên terorîst ên din. Her wiha Idlib û gundewarên wê kirine qada terorê ku El-Colanî tê da tişê li serî wî bixe dike, ji ber ku Tirkîya li pişta wî û otombîlên zirîxkirî bo parastina wî pê re ne, her wiha wî fînanse dike û piştgirîya hikûmeta wî ya ku bi navê Inqazê ye, dike”
Terorîzm bi xêr û selamet e
Li bar daxuyanîya wezîrê dervê yê Tirkîyayê ya li bara keda Tirkîyayê ya ku nehêle Sûrîya bibe hêlîna birêxistinên terorîst û qada şerê wekaletê, “El-Wawî” ji Target Platformê re da zanîn ku: “El-Nusra bi serektîya El-Colanî, li ser hevpeymana Estanayê îmze kir. El-Nusra parastina hêzên hevbeş ên tirkî-rûsî li ser rêya M4ê dike.” Berdewam dike û dibêje: “Ew idîa dike ku ew şerê terorê dike, lê wekî ku El-Nefîsî got, terorîzm bi xêr selamet e heger Hekan Fîdan şerê wê dike.”
Li bara nêrîna wî di têkilîyên hinek behsa wê dikin ku dibêjin “Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayê” mîrata “Artêşa Azad” e, serhengê peraşûtvan “Imar El-Wawî” zelal kir ku “kesên bi navê qaşo Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayê tu tlkilîyên wê bi welat û niştimanîyê û şoreşê re tuneye, karê wê li derveyî sînor e, zarokên me li Lîbya, Azerbîjan dikujin.”
“Karê Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayê ew e ku parastina sînorê Beşarê tawankar bikin û nehêlin ku tu fîşek ber bi wan ve biteqin, karê wan şêlandina gel, ferzkirina qerebûyan, qaçaxîya madeyên hişbir û kabtagonê bo Hizbulah e.” Serhengê peraşûtvan lê zêde dike: “Hemû kargehên kaptagonê li bakur, Tirkîya bi rêya efserên tirk wan bi rê ve dike û serekên komikan wê bi rê ve dibin ku bi rêjîm û Hizbulahê ve girêdayî ne da ku derînin dewletê Kevdavê.