Kurdistan jî di nav de, ev şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, ji bo tevaya dinyayê şerekî qederguhêr e û dawîya vî şerî, wekî destpêka qonaxeka nû tê zanîn.
Li çar hêlên Kurdistanê, hêzên Kurdî hîna helwesteka zelal nîşan nedaye.
Li bende encama dawîyê ne û di xema rojên bê de ne.
Rojava jî dikare bibe meydana şerî
Berî ku guleya pêşîn a şerê Rûsya û Ukraynayê biteqe, Rûsyayê çeper û baregehên xwe yên li Sûrîya û Rojavayê Kurdistanê asê kirin û dest bi rahênanên leşkerî kir.
Çend rojan bi şûn de, Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê ragihand, êdî dem dema hesabxwestinê ye û divê Beşar El-Esed cezayê xwe bisitîne.
Gelek welatên dinyayê di taya gaz, genim û zeyta Ukrayna û Rûsyayê de ne.
Lê belê rayedarên Birêveberîya Xweser ji wê yekê ditirsin ku peşkên vî şerî rasterast li Rojavayê Kurdistanê jî bikevin.
Lewra li Rojavayê Kurdistanê, hêzên Amerîka û Rûsyayê rasterast di rûyê hev de ne û baregehên wan gelekî nêzî hev in.
… û her tişt dikare biqewime.
Heta kêlîya amadekirina vê raporê jî, alîyên fermî yên Birêveberîya Xweser tu helwest raber nekiriye.
Yek bêdeng e yek jî aştîyê dixwaze
Herêma Kurdistanê ku gelek kampanyayên rûsî yên petrolê lê dixebitin, ew jî bi cezayên aborî yên li ser Rûsyayê bandor dibe.
Di qada siyasî de tevî ku meyldara Amerîkayê ye jî, belê Herêma Kurdistanê jî mînanî Rojavayê hîna bêdeng û bêhelwest e.
Li Bakurê Kurdistanê, partîya HDPyê tevî /6/ partîyên din, bi daxuyanîyeka hevbeş, hem Rûsya hem jî Amerîka rexne kirin û tenê got, divê em dengê aştîyê û biratîya gelan bilind bikin.
Di vî şerê giran de, hêzên Kurdistanî bêhtirî xwe bêlayen in û wisa dixuye ku çaverêyên qonaxa piştî şerî ne. Lê dibe ku di rojên pêş de, bi gotina Serokê Ukraynayê, bêalîtî nema ji kesî re biqede.
Li gor te;
Ji şerê Rûsya û Ukraynayê encameka çawa derdikeve û çarenivîsa Kurdistanê ber bi kû ve ye?