Ji her kesî ve nas e ku herêma Efrînê sala 2018an hat dagîrkirin. Dagîrkirina Efrînê wekî qewameke çaverênekirî û ji nişkan ve be, bi gelekan seyr û ecêb hat.
Lê gelo haya te jê heye ku biryara dagîrkirin û tirkkirina gelek herêmên Kurdistanî yên rojavayê Feratê, nêzîka 100 salî ye li qelemê ketiye?
Tirkîyaya ku piştî Şerê Milazgirê yê sala 1071ê dewleta xwe li ser sînga welatên kurd, ermen, rom û neteweyên din ava kir, heta roja îro hinera xwe ya maşandina gelên resen û jinûvesazkirina demografyaya welatan didomîne.
Piştî ku Dewleta Osmanî ket ber sikratê û Komara Tirkîyayê ava bû, tirkan lez da xebatên xwe yên nijadkujîyê û jiholêrakirina gelên xwecih ên herêmê.
Di vê biwarê de, Dewleta Tirk a ku li ser hîmê neteweperestî û faşîzmê ava bûbû, piştî ku ermen, yûnan, rom û gelên resen ên rojava û bakurê dewletê qedandin an kirin tirk, berê xwe da kurdan.
“Encûmena Çaksazkirina Rojhilatê” çi ye?
Di 8ê Îlona 1925an de, serekê tirkan, Mustafa Kemal Ataturk, encûmeneke taybet bo amadekirina raporeke berfireh a li barê meseleya bi navê “Çaksazkirina Rojhilatê Anadolê” peywirdar kir.
Encûmena ku Ismet Inonoyê bi esilê xwe Kurd serokatî lê kir, xwe spartibû bernameya “Çaksazkirina Rojhilatê” ya ku ew jî li jêr serperiştîya Ziya Gokalpê bi esilê xwe kurd hatibû amadekirin.
Di 14ê Îlona 1925an de, di nava hefteyekê de, endamê encûmenê, Ebdulxaliq Renda (Abdülhalik Renda), rapora xwe pêşkêş kir û bi hesret dîyar kir ku parêzgehên rojhilatî yên dewletê li jêr serwerîya aborî û zimanî ya Kurdan in.
Di rapora xwe de, Ebdulxaliq Renda pêwîstî pê dît ku li gelek cihên stratejîk ên Bakurê Kurdistanê tirk bên niştecîkirin.
Her çendî projeya tirkkirina Bakurê Kurdiastanê bi temamî bi ser neket, lê di milê şûştina Kurdan ji zimanê Kurdî, birçîkirina Bakurê Kurdistanê, koçberkirina zana û pirporên Kurd û tirkkirina beşê Kurdistanî yê rojavayê Feratê de bi ser ket.
Li wî beşê Kurdistanî, an ku li Semsûr, Mereş, Dîlok (Entab) û Meletîyê, têra xwe tirk hatin niştecîkirin û projeyê ber girt.
Wekî nimûne, rêjeya Kurdan li Dîlokê ji % 60 zêdetir bû, lê îroroj rêjeya kesên kurdîaxêv ji % 20an bêhtir najo.
Ji Serxetê ber bi Binxetê ve
Li beşê Kurdistanî yê li rojavayê Feratê, şansê Efrînê ew bû li jêr xetê ketibû, bûbû beşekî Rojavayê Kurdistanê û ji makîneya tirkîkirin û çandhelandinê ya Dewleta Tirk rizgar bûbû.
Lê piştî şerê navxweyî yê Sûrîyayê qewimî û Kurdan bi rêya hêzên xwe yên parastinê, YPG û YPJyê, welatê xwe zevt kir û birêveberîyeke xwe ava kir, Tirkîyayê rapora xwe dîsa ji berkêşk û sindoqan derxist û xwest ku dirêjî Rojavayê Kurdistanê bike.
Vê carê, guhertina demografîk ne bi tirkan, lê bi çekdarên sûrîyayî yên kirêgirtî û malbatên wan ve pêk hat.
Di 18ê Adara 2018an de, Artêşa Tirk û komikên opozîsyona Sûrîyayê yên girêdayî wê, Efrîn dagîr kir û /300/ hezar Kurdên resen ên Efrînê ji cih û warê wan bi der kirin.
Li gor raporeke Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, heta dawîya sala 2021ê, Dewleta Tirk, piştî çar salên dagîrkirinê, nêzî /400/ hezar ereb û tirkmen li Efrînê û gundên wê niştecî kirin û pê re, rêjeya Kurdan li Efrînê ji % /95/ daket % /25/.
Mêtingeh û Dagîrgehên Dewleta Tirk
Mêtingeh û dagîrgeha pêşîn a ku bi serperiştîya Tirkîyayê li ser axa Efrînê hat avakirin, dagîrgeha bi navê “Gundê Şamî” bû.
Ev mêtingeh di 15ê Çirîya Paşîn a 2018an de ji hêla komên cîhadî yên gundewarê Şamê ve hat avakirin.
Li gor raporta navborî ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ji wê çaxê ve heta roja me, nêzî /30/ dagîrgeh û /30/ kamp li Efrînê û gundên wê hatine avakirin.
Ev guhertina demografîk a ji kokê ve, bi serperiştîya Tikîyayê û desteka darayî ya rêxistinên îslamîst ên Tirkîya, Kuweyt, Qeter û filistînîyên 48an pêk tê.
Li hêla din, Hevpeymanîya Niştimanî ya Opozîsyona Sûrîyayî û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyayê (ENKS) van projeyên qirkirina Kurdên Efrînê hem bi bêdengî û bangeşeya di amyarên ragihandinê de hem jî bi amadebûna li rêûresmên vekirina mêtingeh û dagîrgehan destek dikin.
Bi nêrîna te..
Piştî çar salan ji dagîrkerî û koçberkirina Kurdên Efrînê, Kurd çawa dikarin rê li pêş rûyê nû yê “Plana Çaksazîya Rojhilatê” bigirin û Efrînê ji nav pencên tirkkirin û erebkirinê rizgar bikin?