Sûrîya.. Serîhildêrên ku Bûn Siwarên Hespên Tirkîyayê

15ê adara 2011an bû. Xelkê Sûrîyayê herikî kolanan û diruşmên “hilweşandina Rêjîma Beisê” û “avakirina pergaleka demokratîk” berz kirin.

Heta çend mehan jî, ev tevgera aştîyane bi “şoreşa rûmetê” dihat navandin.

Lê jê û bi şûn de, dengê çekê ku da ser her dengî, êdî diruşm û gotinên mîna “zevtkirina kevana şîî”, “vejandina xîlafeta îslamê”, “bidestxistina mafên sunîyan”, “jiholêrakirina kurdên cudaxwaz” û gelek têgihên nijadperestane yên bi vî rengî, hatin hûnandin û bi dengê herî bilind hatin dubare û sêbarekirin.

 

Şerê Navxweyî

Gelek welatên herêmî û ji hemûyan bêhtir Tirkîya û Qeterê, serîhildana gelên Sûrîyayê li gor merem û berjewendîyên xwe ajot û bi hezaran cîhadîstên radîkal tevî çek û cebilxaneyê hinartin Sûrîyayê.

Komikên çekdar ava bûn û li alîyê din, alîgirên rêjîmê yên herêmî yên wekî Hizbulaha libnanî û Îranê, demlidest bi hawara rêjîmê ve hatin.

Hêzên şerker hatin hember hev û êdî ew tevgera ku li ser xatira “demokratîkkirina Sûrîyayê” bi rê ketibû, beravêtî bû û dagerîya şerekî navxweyî.

Alîyekî ji bo parastina desthilatê û alîyê din ji bo zevtkirina desthilatê şer kir.

 

Mizgevta Umewîyê li Serê Kanîyê bû

Erdoganê ku wê demê serokwezîr bû, îlona 2012an got: “Di demeka nêz de em ê li Mizgevta Umewîyê nimêj bikim.”

/2/ mehan paşê, her wekî ji dil jî çûbe Mizgevta Umewîyê vegire, berê terorîstên xwe bi Serê Kanîyê ve kir.

Tirkîyayê ku xwe wekî serkêşa tevgera Sûrîyayîyan nîşan dida û gelek caran gef li rêjîmê xwaribû, tevaya xaka Sûrîyayê bi dev Rûsya û rêjîmê ve berda û tenê berê xwe da herêmên Birêveberîya Xweser.

Piştî /12/ salên şerî û mîlyonên qurbanîyan, rêjîma Sûrîyayê hîn li ser a xwe ye .

Tirkîya jî tevaya terorîst û çekdarên Sûrîyayî û biyanî tenê li hember herêmên Birêveberîya Xweser dixebitîne û gelek caran wan wekî çeteyên kirêgirtî rê dike Lîbya, Azerbaycan û welatinên din.

 

Li gor te;

Di sala xwe ya 13an de, ji krîza Sûrîyayê çi derdikeve û gelo tu pêjna çareserîyê tê yan na?

 

 

You might also like