Nexşeya Xwînê
Bi serîhildana Qamişloyê re, êdî demografîya herêmê zelal û aşkera ji hev hat fesilandin û tixûbên Rojavayê Kurdistanê hatin nîşankirin.
Ji Çemê Dîcleyê bigire heta digihêje Çiyayê Kurmênc, bajar û bajarokên Kurdistanê rabûn ser pêyan û “Nexşeya Rojavayê Kurdistanê” bi xwîna ciwanên xwe li qelemê dan.
Pê re jî, taxên kurdnişîn ên Şam û Helebê jî serî hilda û bi helwesta xwe xwedî li wê nexşeyê derketin.
Wekî encam, rêjîma Sûrîyayê êdî ferq kir ku parçeyekî Kurdistanê di nav tixûbên Sûrîyayê de heye.
Her wiha jî doza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxeka din bû.